30 Aralık 2019 Pazartesi

Devê Biçûk Kenên mezin

Devê Biçûk Kenên mezin


xwînarî ji nû ve dest pê dike.
Bila yek gazî yekê bike.
Bila yek bê û yek biçe,
Yek bimîne, yek bistire.
Lê li gel her tiştî xewnek xweş e hemû dinya, ya ku tu tê de digerî û dinalî.

Em ne he ne, ne jî tune ne,
lêvên ku bi lêvên te kevin bûyî dixwim,
çavên ku ji reşahîya çavên te korr bûyî dişom
Lê li gel her tiştî xewnek xweş e hemû dinya, ya ku tu tê de digerî û dinalî.

Li wan kenên te yê mezin, yên ji wê devê biçûk,d
Û li wan himbêzên mezin, yên ji wan çengên biçûk...
Lê li gel her tiştî xewnek xweş e hemû dünya, ya ku tu tê de digerî.

29 Kasım 2019 Cuma

Mayakovskî- Ji bo herkes û her tiştî

Ji bo herkes û her tiştî

naxêr.
Nabe.
Dildaram, tu jî ji min xeyîdî?
Bo çi?
Binêr,
Hatim.
Min kulîlk jî h-anî,
Lê, lê... min qet xerabîyek li te nekir!

Bi rûyek çilmisî
Ketim û mam bi şewişî
Kolan li derdora min zivirî hey zivirî
Min bihîst dengê frênan yên biteql
Ba digobilî
Hinarokên min diêşand.
Gelemşeyek weha hîç nebibû.

Di peytaxta alozîyê de
Min li derdora xwe nêrî
Bi rûyek hişk,
Kewgirî,
Qey dibêjî l'ber sikratê bûm.
Di vê navberê de, dilê min jî zîyan e.

Xerabîyekê li min nakî
Lê bi min re eleqedar jî nabî,
Êdî
Hîç ne xema te me.

Eşq!
Tu hebû hertim di hişê min de
Bes e!
Dawî bikin vê lîstoka bûdelayî
Hûn bixwazin min binirxînin
Ez serserîyê herî biîhtîşam im.

Tê j'bîra te?
Gava pişta Îsa di bin xaçê de qulûzî bû,
Ji bo bêhnekê sekinî.
Qelebalixa ku wî temaşe dikir,
di wê demê de kirin qêrîn û bi ken gotin:
"bimeşe, bûdelayooo!"

Rast e!
Heyfa te li min nayê.
Di roja wî ya herî dijwar de
Diqêrî li rûyê hêjarekî,
Rehetîyê nadî wî, lenetê lê dibarînî
Lê jixwe em amade ne ji bo vê

Rewş va wisa ye!

Bi sond ez ê bibim yekî durist,
Keçekê bidin min.
Bila yeke ciwan
û tiştek xweşik be.
Ti xerabîyê lê nakim
Bi tenê ez ê safitîya wê xera bikim,
Bi peyvên xwe yên tûj û qeşmerî

çav be çav! diran be diran!

Bênavber bi hezaran caran ez tolhildanê fikirîm.
Hûn bixwazin min bitirsînin.
Sûcdar di ortê de ye,
Ne wusa?

Çav be çav! diran be diran!

Bikujin
Min çal bikin.
Ez ê xwe ji wir xelas bikim.
Çi ji destê min bê ez ê bikim.
Lê mîna kûçikekî
Ez ê bidim pey we
Û bênavber ez ê êrîşî we kim.

Bi şev tu yê ji nişkave hişyar bibî
Çimkî ez ê bi dengê xwe yê zûrik gurmînî li şeva te bînim.
Tu hîç dilekî rehet nadî min,
Nema ti ferqa min ji girtîyekî
Lê dîsa jî bihêz im ez!

Mîna xezaleke ku stûrhê wî maye bi têlê ve me.
Çavên min sor bûne.
Hêjarekî jî bim
Ez ê derkevim li hemberê herkesî
Û rûyê xwe nîşanî herkesî bikim.

Însan nikare bireve!
Bi haleke
Pîs û poşman.
Ku hewce bike diraze li ser kevirên sar.
Ez ê jî xêz bikim wêneyê bêdînekî
Li ser derîyê Çar


Zûha bibin çemno! Bila têhna Çar neşike.
Nifîran lê bikin.
Rojo! tava xwe ji bo wî beyhûde xerç neke.
Bi hezaran hevalên min ji qadan bên avêtin!
Lê gava ew wext, ji heyamê dûr ve û ji qerisînan rabû û hat,
Wê bizanibe ku rojên xwe yên dawî diqesifîne/dikuje.
Dê heydût û celadên wî nikare ewî xelas bikin.

Roj hiltê.
Hingî diçe ezman vedibe,
Û hêdî hêdî şevê dadiqurtîne.
Pace birqonek in,
Miqilk germikî...
Tava azadîyê dibare li ser bajêr.

Ey tola pîroz!
Rêberîyê ji min re bike
Pir bi hêz î
Dijî di risteyên min de.
Ev dilê min
Yê ji te re bêje her tiştî
Mişt tije ye ew.

Ey insanên pêşende!
Çawa nin?
Divê ez we nas kim.
Li vir im,
Bi hemû êşên xwe ve.
Birînên min dinalin...
Ez ê ji we re bihêlim her tiştê xwe;
Wê mebesta xwe ya bextewar.

Vladimir Vladimiroviç Mayakavski
wergêr: erdalok

5 Kasım 2019 Salı

Kevir - Birhan Keskin

Kevir - Birhan Keskin

Hûn ewil rastê rûyê min hatin. Ya herî kevin a li vir im ez. Zikê dinê me. Êşa rûyê erdê li ba min e. Qûm û teht, ez im.

Zanista tenhayî me ez, zanista bêdengîyê...
Plana mezin a sekinîn û mayînê me ez.

Min hemû tişt dît, hemû tişt. Çûyîna avê, kulîlkvedana daran... Min bi caran dît, hê jî ez ê bibînim. Zemanê mezin, ez im.

Behr û pelan li min xist, bayên hişk sertarên min ji xwe re kirin wargeh.
Şikestim, hatim verisandin, hûrhûrî bûm;
Zivirîm, kelijîm cardin bi xwe ve.
Vebikî, bişkînî, lê binêrî; hemû rûyê erdê di her misqala min de ye.

Min kevir kişand, hundirê min ji ber min betilî ye, zimanê min dengvedaneke pir dirêj e.
Ya herî kevin a li vir ez im.

19 Ekim 2019 Cumartesi

Dema Kûr - Bîrhan Keskîn

Dema Kûr - Bîrhan Keskîn

Min bi gewdeya te ya bisînor hembêzeke bê sînor xwest.
Min xwest ku, xewa min bi te re li ber dilê zivistanê
bi wergerîn û zivirê xwe temam bike,
Çivîkên bakur di hundirê min de xwe kerr bike,
Ji bo ku, zivistan û fêkîya di dilê zivistanê de giran bûyî,
Ji bo ku zimanekî xwisî ketî li ser, sar bûyî û qerisî bibîr bînim,
Ez di wê valahîya kimyewî ya ku min sermest dike de sekinîm û min lava kir:
Min nehêle li vê valahîya reş û tarî,
Min demeke kûr xwest ji te,
Lê nede min!
Ne kêrî zivistanê ne jî kêrî havînê tê dilê min,
Biderizîne zimanê qerisî yê di navbera me de,
Nikarîm sedema nebûna te jî xwe re bêjim,
Çi wext e nebûna te
Mîna kevaneke biberf di hundirê min de.

Rabe li ser pîyan, nêz be, zimanê xwe di devê xwe de wergerîne û bêje;
Ez bi wê/wî re li ser kevirên bêzaaaar yên behrê lêxistî bêdeng bibûm.

wergêr: erdalok

10 Ekim 2019 Perşembe

Derî - Birhan Keskin

Derî

Ji min derbas be, ez ê bisekinim, li bendê bim, ji min derbas be.
Lê ji min derbasî li ku dibî, ez nizanim.

Gotin fêkîyeke gîhayî heye li pişt perda sebrê,
Dinyayê sebrê hînê te bike, tehma fêkîya gîhayî jî.

Gotin wek wê darê ma li bendê, wek wê darê xeyal, wek wê darê bi keser.

Vebûm, hatim dadan, vebûm, hatim dadan,
Min dîtin yên dihatin bi qasî yên diçûn jî.
Kanê dawîya sebrê, ka kerê xemdar, hinara bê perwa li ku ye, ka bexçe?

Yek bihata... yek bidîta... yek hatibû... vebibû... mabû...
Dimîne hêj li ba min.

Çend zeman e diçingîne ev valahî di hundirê min de,
Destê kê çû, kêfxweşa bexçe bû tûya li hemberê min?
Herî zêde li wê nihêrîbûm, Bi carek tenê ba jî bihata ziman, Pir xwestibûm.

Bi ya min ba hêj nedipeyîvîm, lê dibe ku qulfa zengarîya zimanê min vebe,
Hevoka min a ji rê derketî bike vîzîn, ji bo kurmê li hundirê min xwe bilivîne,
Zingînî li xwe anîm bêqidûm.

Min hemû dît, hemû dît, dawîya sebrê!
Yek bihata, yek bidîta, yek bidîta aniha,
Ba min dihejîne.

Gurpe Gurpa Naqosan e

Naqos! gurpe gurpe naqosan e.

Hergeleye yî tu, haşhaşî û paradoks...
pembekî, şîrret û gîrdab î tu.
Santîmentalîya kê ye dikuxe?

ey xweda! ev dîyalog û monolog û prolog kêra tiştekî nayên. Di rêya şîn û matemê de piştêneke reş, reş heta tu bêje reş li newqa min re girê bide. Heqîqat ne xala gerdenê ye, piştêna newqa min e.
Pişta xwedê birîndar e sanirim, loma nahêle KURD pişta xwe bide xweda.

Neyse boşvêrke, jixwe pişta herksî jî birîndar e...
Heta ku parsûyên me xwar bibin em ê di enîya parastinê de bin.

Tifingê dik-şînim. Tetikê dik-şînim. Kirtikan diavêjim milê xwe. Zengelikê ji stûyê xwe derdixînim û rîmeke bronzî hildigrim. Xwe bidin paş, xwe bidin paş, memikên min birîn in, devê min qîyamet... Bêreng û trajedî me. Roja halanê, roja lêdanê ye.

Kûçik dê xwîna suretên entîqa bialisin. şşşş! devê xwe xwar bike, bacaneke sor bixwe. mayîneke kûr, barût û dînamîteke nûr bixwe. Soneyên şeytên bixwîne û destana Rustemê Zal...
Bella! Bella!

2 Ekim 2019 Çarşamba

Jorge Luis Borges - Dream (Xeyal)

Jorge Luis Borges - Dream (Xeyal)

Dema ku wext,
Bi saeta şeva nîvê şevê,
Were tarûmar kirin,
Ez ê ji hevalên Ulîses kûrtir biçim
Li welatê xeyalan
Ê ku aqlê înasanan jê nabire.

Parçeyên ku aqlê min jê nebirî
Man li ba min
Ji wê dinyaya bêbinî;
Şînahîyên ji botanîka hov,
Ji her celebê heywan,
Dîyalogên bi mirîyan re,
Rûyên ku ji her yekî di eslê xwe de rûpoş,
Peyvên ji zimanên kevnar,
Û car caran tirsên ku naşibin yên sibehan...

Yan ez ê bibim hemû yan jî hîç,
Ez ê bibim yê din, yê ku bêhay, bûyîm.
Ew xeyala din, yê ku ez a serbixwe nihêrî.
Yê ku anha wî/ê bê gazind şirove dike û dibişire.

erdalok

9 Eylül 2019 Pazartesi

Tehma Hîçbûnê/ Charles Baudelaire

Tehma Hîçbûnê/ Charles Baudelaire


Ey rihê min ê gebsoyî,
Bûdelayê kal!
Di baskên xwîna te de çîrûskeke har pêdiket,
Hema galûka hêvîyê bi hêdî li te biketa, radibû li ser pîyan
Ey nexweşê ku niha bi her gavê helkehelk pê dikeve,
Hespê beredayî!
Xwe bi erdê ve dirêj bike û li ber xwe bide.
Dibe qey hêleke dinyayê netemire...

Rihê min! êşên xwe binixwimîne.
Wextê hişyarbûna di darbestên ji mermerên giran e.

Têkçûyî, di nav birînan de yî, kalbûyî yî, xurifî...
Êdî ne tehma pevçûnê,
Ne jî firtonekên napengivîn yên eşqê nagihêje peravên te.
Bi xatirê te! klama bilûrê,
Axîn kişandina flûtê! bi xatirê te...
Êdî derîyê min yê mirûztirş û tarî nedin.
Ey kûrahîya hezê, agirê pêjnê! bi xatirê te...

Rihê min! bihara te ya xweşik bi dawî bû.

Wext wextê xelasbûna ew bêhnên ku dîn û har dike ye.
Di bin pîyê min de giroverok dizivire dinya.
Di devê çîyayên bi berf û bêdeng de,
Rêwîyeke qerisî ber bi zinaran ve dişemite.
Hewce nake ku tu xwe li destê ricifa raborîyê, Qulûbeya bager a bi qamîşan hatî honandin, bigirî.
Ey girîzana muazzam ya zemanê rihê min ku bi her nefesê gewdê min dadiqurtîne!
Gazî şepeyên dinyayê bike.

Zeman wê te bipêçe, bireqisîne û bibe.

wergêr erdalok

6 Eylül 2019 Cuma

Paul Verlaine-Xeyala Min a Nas


Paul Verlaine-Xeyala Min a Nas

Tim difikirim, wê xeyala ecêb û Kelijdar:
Ya jinekê ku jê hez dikim, ji min hez dike;
Ji min hez dike û fehm dike, ne bi temamî
Bi her carê, lê dîsa jî ne bi temamî

Ax ew ji min fehm dike, û dilê min geş dibe
Mixabin! dilê min; tenê ji bo wê ji derd û kulan derket
Tenê ji bo ku germahîya xwêdana enîya min a rengavêtî
Bi rondikên xwe hênik bike, digirî

Nizanim! Zerî ye, esmer e yan sorgevez e?
Navê wê? tê ji bîra min, newayeke şirîn û nerm bû
Mîna evîndarên ji hêla emir ve hatî mişext kirin.

Awirên wê mîna awirên peykeran bû
Dengê wê hebû; Dengeke aram û giran
Mîna dengê evîndarên ku ahêna wan pêl bi pêl wenda dibe

27 Ağustos 2019 Salı

Ji filîma Tarantino - Pulp Fiction

Ehehehe rojbaş ehehehe

Rêya zilamê dilpak, bi zilma bêînsafîya xweperestan/egoîstan û mirovên xerab ve hatîye pêçandin/dorpêç kirin. Bi tenê kesê ku bi navê merhamet/dilnermî û nîyeta baş, di newala tarî de, ji yên zeîf re rêbertîyê dike hatine homandin/evrandin. Ji ber ku ew pişetavanê rastîn yé birayên xwe û rizgarkerê zarokên wenda ye. Ez ê teqez heyfa xwe ji yên ku dikin birayên min jehr bikin, bistînim û bi hêrs û hêzeke mezin li wan bixim. Û gava ku bêm tola hildim tu yê fêhm bikî ku navê min Xweda ye.

Ji filîma Tarantino Pulp F.

The Ballad of Reading Goal - Oscar Wilde

Rojbahahahahahaş!


 Balada Zîndana Readingê
The Ballad of Reading Goal - Oscar Wilde

Çakêtê xwe yê sor li xwe nekiribû
Ji ber ku xwîn jî şerab jî sor bû.
Û xwîn jî, şerab jî bi destê wî ve latimîbû
Dema ku ew bi termê wê re dîtin
Li rex termê wê rebenê
Ku hezker û qetilkerê wê yê li nav nivînan.
Meşîya bi sucdarên din re
Li nav kincên gewr û xirpanî;
Di serê wî de kasket
Û bi gavên aram û şadîman;
Lê min qet nedîtibû yekî ku
Weha kewgirî noqî rojê dibe.

Min qet nedîtibû yekî ku weha
Li konên çîksayî, şîn û biçûk
Ku mehkûman digotin asîman;
Û ewrên ku her carê bi bawenên zîv
Li bayê diket û diçû
Bi çavê kewgirî temaşe dike.
Û meşiyam di nava çemberekê de
Bi wan rihên nava ezabê re
Û fikirîm dibe ku çi kiribe vî zilamî
Dibe ku mezin an biçûk bû sincê wî
Di wê heynê de yekî ji paş min ve
Bi dengekî nizm kir pistepist
"Yê wî zilamî di demeke nêz de darve kin."

Ey Xweda! Dîwarên zîndanê
Ji nişkave hejîyan,
Asîmana li ser serê min
Bû mîxferek pola ya ji agir;
Û dema ku ez jî rihek bi ezab bûm,
Min jî ezabê xwe hîs nedikir.
Min fehm kir ku bi kîjan fikrên lehnetî
Dimeşe di vê rêyê de,
Min fehm kir ku çima bi çavên kewgirî
Li rojên ronî temaşe dike;
Hezkera xwe kuştibû vî zilamî
Û ji ber vê jî wê bihata kuştin.


Axirê herkes dikuje hezkera/ê xwe,
Vîya wusa bizanin.
Hinek bi awireke tûj dikujin,
Hinek bi pesneke xweş...
Yên bêzirav bi ramûsanê dikujin,
Yên wêrek bi derba şûrê!
Hinek bi ciwanî dikujin hezkerên xwe,
Hinek bi extîyarî;
Hinek bi destên şehwetî dixeniqînin,
Hinek jî bi zêr û zîvan dixeniqînin hezkerên xwe,
Yên dilovan xencerên xwe dik-şînin;
Ji ber ku yên weha dimirin zû sar dibin.
Hinek hindik hez dikin, hinek pir
Hinek distînin, hinek difiroşin
Hinek bi çavên girî dikujin
Hinek jî bi çavên beloq...
Ji ber ku herkes dikuje hezkerên xwe
Lê belê herkes bo vê kuştinê namire.


balad: cûreyeke vegotina çîrok an jî bûyerekê ye.
Bi xemgînî, giran û carna jî bi melodîyan qalkirina bûyerên ji rêzê ye.


Kaktus And Teksas - Birhan Keskin

Kaktus And Teksas

Min ji we re,
qet behsa
Tarîgewrika vê odeyê,
Okyanûs û pelên wê yên ku min dixeniqînin,
Xwêya mayî li ser laşê min û
Hêsrên li ser balîfan zûha bûyî
Nekir.

Ez,
Bi tabieta xwe ya spî, sipspî
Ji telefonên we yên ku
Bi "çawa yî" re dest pê dike re
(A rastî balkêş, ecêb)
dibêjim "baş im."
Yanê ya rastî ditirsim ku bêjim,
Ev hemû qîyamet,
Ev hemû cînnet,
Ev hemû cînayet e.
Ditirsim ku peyvên êdî
Qet neyê sererastkirin bêjim.

Gava bi telefonê re
Ronî jî dihat girtin
Gotina we ya;
Bextê te xweş! bextxweş! xweş!
Diçingînî di hundirê min de,
Min qet behsê nekir ku
Bê çiqasî ev min dişikîne.

Tiştên ku hêj min behsê nekirî pir in
Kulîlkên havînê, kulîlkên cam dimirin
Sorahîya êvarê vediguhere zîvî
Ev jî girîng in helbet
Herî kêm
Bi qasî
Hînkirina we ya îxanetê
Şikestina we ya baskên min...

Bîrhan Keskîn
wergêr erdalok

Zilamên Qeware (The Hollow men)

Zilamên Qeware (The Hollow men- Oyuk Adamlar)

Qurîşek ji bo Old Guy ( A penny for the Old Guy)

i
Em zilamên ku hundirê wan qeware ne
Em zilamên ku hundirê wan kelogirî ne
Yên bi hev re qor dibin,
Serê wan ka dagirtî. Heyf!
Gava ku dengên me yên hatî zuha kirin
Bi hev re dike pistepist
Bêdeng in, bêwate ne;
Wekî ba çawa be di pûşan de,
An jî lingên koremişkan di hûrbûna caman de li kulînê.

Dîmen bêteşe, sî bêreng,
şelûşeht dijwar, jest bêleq;

Wan konê xwe bar kirin û çûn
Çav neniqandin û çûn welatê din yê mirinê.
Me bi bîr tînin, ku bi bîr bînin,
Wê bêjin rihê wan yê har berze nebû lê,
zilamên hundirê wan qeware bûn
zilamên hundirê wan kelogirî bûn.

ii
Ew çavên ku nikarî di xewnan de bibîne
Di welatê xeyalan yê mirinê de ye.
Ev xûya nakin;
Li wir, ev çav tîrêjên rojê ne
Li ser stûneke şikestî,
Li wir, ev darek diheje ye
Û Deng
di strana bayê de
Ji stêrkeke ditewife dûrtir û jê ezîmtir e.

Ku nêziktir nebim
Di welatê xeyalan yê mirinê de
Ez ê jî kincên xwe biguherînim
Bi kincên bikare;
Kurkê koremişkan, mûyê qijikan, darikên çeperast
Di zevîyeke de
Bi kîjan alî ve bigobile ba, li wî alî ve
-Ne jê nêziktir-

Ew hevdîtina dawî nabe
Di welatê tarîgewrik de



iii
Ev axa mirîyan e
Ev axa kaktusan e
Li vir pûtên ji keviran bilind dibin
Li vir tê standin
Duayên ji destê zilamê mirî,
Di bin birqîna stêrkeke tewifî de

Ev hercar wusa ye?
Di welatê din yê mirinê de
Hişyarbûneke bi tenê,
Di wê saetê de,
Di wê gava ku em bi hestyarî dilerizî de
Dua dinexşandin ji kevirên şikestî re.

iv
Li vir nîn in ew çav
Li vir çi degerin ew çav
Di vê deşta stêrkên dimire de
Di vê deşta qeware de
Di welatên wenda yên çena wan şikestî de.

Di vî cihê hevdîtina dawî de
Em li hev digerin
Û ji axaftinê direvin
Li perava vî çemê hilpişîn bêhal ketine.

Em ê nebînin, heta ku
çavên me cardin bel nebe
mîna stêrkên bêdawî
Gulên qatqatî
Di welatê tarîgewrik ya mirinê de
Ev e hêvîya dawî
Ya zilamên vala.

v
Em li vir li derdora hêjîrên frenkî digerin
Hêjîrên frenkî hêjîrên frenkî
Em li vir li derdora hêjîrên frenkî digerin
Saet di pêncan de li serê sibehê

Li navbera raman û rastîyê
Li navbera tevger û çalakîyê
Dikeve ew sî
   Ji ber ku yê te ye welat

Li navbera têgihîn û afirandinê
Li navbera coş û bertekê
Dikeve ew sî
   Jiyan têra xwe dirêj e

Li navbera arûze û tevzê
Li navbera hêzdarî û hebûnê
Li navbera gewher û nijadê
Dikeve ew sî
   Ji ber ku yê te ye welat

Ji ber ku yê te ye
Jiyan e
Ji ber ku yê te ye ew

Ha wusa diqete qiyamet
Ha wusa diqete qiyamet
Ha wusa diqete qiyamet
Ne bi gurmînî bi nalînî.

jî Îngilîzî erdalok

18 Haziran 2019 Salı

Qapaxén çavén min û mîza bédeng

Qapaxén çavén min û mîza bédeng

Ev du meh e yekem car şeva din, ji xewé hişyar bûm. Rabûm, saet çar bû. Ji bo ku xewa min neherime, min qapaxé çavén xwe venekir. Di nav cihan de rûniştibûm, nişkave gunehé min bi min hat. Ji bo ku zédetir xwe aciz nekim, rabûm çûm wcyé. Min di wcyé de diréj diréj, téra dilé xwe, bi çavén girtî, ber bi dengé avé, bi avé re, bi kela xeyalén xwe re, bi zagona xwezayé re, di bin şewqa lembeya 100 wattî de, bi domdarî, li gorî teorama lîmît û permûtasyoné bi aheng û şéweyek harmonî mîst. Şirşira avé û ya mîz, li gorî bîyolojik saeta min, 23 sanîya devam kir. Di nava van 23 sanîyan de 23 caran emré min li ber çavén min re derbas bû. Rojén biçûktayé, yén lîsé, û yén di  zanîngeh û yén di nava xebaté de derbas bûyî, hemû wek makaleyeke bi rékûpék, riste riste, gav bi gav, zipzindî, mîna ku  gurme gurma şerekî şeva tarî ya gerîlayén fîşekan bi baldarî dibarîne, direşîne, dipekîne, dihewîne, diperpitîne, dizolîne, dizingirîne, diçirîne, diteqîne, dixîne, dikuje, disojîne, dikulîne, direvîne, zora dijmin dibirîne, qedera welét diguherîne, heyfa şehîdan hildikîne, şeva tarî diçirîne, dengé bayé û zûrîna guran ditemisîne, şewqa stérk û hîvé dişemirîne, bédengiya tehtekî dixemlîne, li ser min de barîya. Vegeriyam li dû xwe, li nav nivînén xwe.

Destén min békontrol, di bin kontrola sînîrén mejî yén parasempatîk de, diréjî telefoné bû. Du caran di nav lepé xwe de zivirand û tilîya xwe avét li ser kezeba tûşa vekiriné. Gava telefon ji bo emilandiné amade bû, min qapaxé çavé xwe yé çepé, mîna ku deriyé felaté vebe, mîna ku zarokeke ji rehîma diya xwe bikeve, mîna ku satileke nav rûyé avake sar bikeve, vekir. Saet 04:01 bû. Çend heb peyamén rojane, çend agihandiné înstagram û twitteré hebû. Ji xeynî van, di ekrana telefona min de tiştek tunebû. Seba ku çavén min ji xewé tehl nebe, min bi giranî cardin qapaxé çavé xwe yé çepé nişîv kir(aşağı indirmek).

Saet di navbera çar û şeşan de, şexsiyetén min yén eroûtîk,  karker, dîn, zarok, nermik, feodal, xizan, beyefendî, zîrek, zalim, hérs, kenok, tirsok, giran hwd. tevlîhev bûn. Bi ahenga dîn û har û kenan ve hişyar bûm (17 deqqelik serboriya min a di serşoké de jî heye lé xwe re nabînim behsé bikim).

10 Mayıs 2019 Cuma

Sîne-goga seré keré dileqe

Sîne-goga seré keré dileqe

Ne ew rûnişt ne tu rûnişt, yek hat û yek çû. Ne ew rûnişt ne tu rûnişt, yek hat û yek çû.
"Ha Siléman, ho Silémano
Çû Siléman, lawé dayé
Şûr keşa, çû Bexdayé."

Fenomen dimire, ji nefsa xwe xelas nabe. Fenomen, hergeleyeke erekte ye. Mehîra xwe, li ber dîwaré kolanan dikelîne, béhna tirşé, tirsé difûrîne li ser bajér. Tu bi ké dikenî? Fenomen zîl e, zeleh e, wehş e û mîna celladeke nan hişk e. Heqé xwe helal bike, ev qedeha krîstalî ji bo te, Noş! Şeq şeqa kadehén dew in. Bi ziké kelemî, çermé keran diqelişîne, diguvéşîne. Çincîra(beşik) xwe bi sîne-goga seré keré ve giré dide û dileqîne. Dileqîne ha dileqîne, dileqîne ho dileqîne; ha Siléman, ho Silémano. Ha Siléman, ho Silémano...

Ciwanek mir, divé xayînek ser jé bikim. Ji bo hemû miriyan, divé kézikeke cicilî bicilî ser jé bikim; kase kase bîra, cewal cewal nîsk, bar bar xîyar, sandoq sandoq gélas û sév belav bikim. Divé zikra Beyrûdiyan di nava qoqé seré xwe de bik-şînim. Ruhsata dengé telllalan tune ku mirîyan hişyar bike. Îsrafîl razaye, bila yek zengilé li ber guhé Îsra-fîlo bixe. Xwé didim ku zikré dik-şînim. Zikré dik-şînim ji bo hemû miriyan. Desté xwe yé deqî ji gewrîya yeké sist dikim. Duayek dixwînim û rondikek diréjînim; mehdé min yé sa/seyan/segan/kûçikan ye. Rûyé xwe danim di nava şoravé de jî nerm nabe. Wehş e rûyé min, gundekî xerabe, Marsa şewutî, Jûpîtera qerisî ye. Ne ew rûdine ne tu rudinî, yek té û yek diçe. Ne ew rûdine ne tu rûdine, yek té û yek diçe.
"Ha Siléman, ho Silémano
Çû Siléman, lawé dayé
Şûr keşa, çû Bexdayé."

9 Mayıs 2019 Perşembe

Bihéle devé xwe av bidim

Bihéle devé xwe av bidim

Baaa-bilîsok e. Robîn ji babilîsoka klîmayén Rubens û ji axaftinén tehlik, xemé dikeve. Dilerize ihihihihi, merasîm e, ihihihihi giyabinda.l, ihihihihi... Pirtika barané jehré dide hewayé. Boran û tofan û kaos e. Şartéra seré yazdanekî pozbilind avétîye. Qîyameteke nûjen û erotîk e. Klima can didin di nava desté avahîyan de. Can didî. Naxwazim can bidî di nava desté min de. Nede, bide, nede, bide, nede, bide-nede... Kiréç ji rûyé te diweşin, ji hinarokén te, ji te, ji xénî.

Baaa-bilîsok e. Ba hûûûû dike hûûûûû. Allahûûûû ekber! Temarén xanî diqetin. Xwîn jé diherikin xew jé diherikin. Robînsok! Temaré xwe, bi singén ji hestîyén lingan, di sînga min de neqûte. Keviré tirban ji awirén te tûjtir in. Di balafirgeha hundiré min de, ji dévla Boeingan, tîmsahén sorgevez réz bûne. Dev ji cirnîsan berde, ramûsanén min jî xweşik li gerdana te réz bûne ihihihihi. Gerdena te ye balafirgeha herî mezin, tu balafir wekî gerdena te, min nafirîne Robînsonok!

Çala çavé te kûr e, ba xwe lé nagire, baaa-bilîsok xwe lé nagire. Bes bikole çala çavé xwe, téra xwe kûr, téra xwe tije, qiréj û av e. Tîka dikim, bihéle ku kerîya xezalén xwe jî av bidim, genimén xwe jî, devé xwe jî, tilîyén xwe jî... Qehpikeke sewisî ye dilé te, divé di nava kirasén pembeyî de veşérim.

4 Mayıs 2019 Cumartesi

Sixpacké îpne-toze

Sixpacké îpne-toze

Li ser pişta kéré re derbas nebe baby, du reşik li te dikenin, çavén du hesp û du reşîlekan li te ne. Ey xweda! rengé çermé reşikan çi estetîk û efsûnî ne... Qey tu dibé bi herîyé hatiye suaxkirin/molekirin. Axa reş jî di tirbén tarî de béhna xwe dide. Ev hûcra miriné ye, klostrofobî ye, wekî avisan sebra min jî nayé, dikim bifetisim. Sixpacké(şeş masulén zik) min tune ku xwe zexim li darbesté bigirim. Nehatime xesandin, nehatime qûsandin. Qetran e, zîft e werîsé gewriya min, dij-dîne!


Hefté hezar ker bi hev re dizûrin. Aiaiaiaiaiai... Orkestraya manevî... Béhna izdirabé té, nelerize! aiaiaiaiaiai, birînén vekirî, béçare... Bese lo! Ayînén di seré xwe de téxe q*na xwe û bela xwe ji me veke. Derî léxist, derîyé kaosé léxist; marén reş ji kaosé hez dikin. Ji bo xwedé, te kezeba min dax kir. Hundir razaye, hundiré min razaye. Bi dûrbînan lé dinérim, razaye. Çend kîlo ye? hundiré min tune! Di tomografiyan de jî derneket. Lé ev béhna darçiné ji ku té? Îpne-toze bûme, hîpne-toze...

Ax ew laternayén kevin, heyamén kevin... Rehîma xwe dida tavé û béhna xwe dida. Rûyé wé ji tuncé, dirané wé yé krokodilan/tîmsahan, çavén wé moxilî û bejna wé xewyeşîlî û mîna bilûré bû. Nefera ezbet û sûlala xwe ya dawî bû. Belé meftûn e. Şîşeyén dev vekirî, serî jé kirî; yén rîngoyî, yén valayî... Şerab mîna bayé, di valahîyé de diherike. Helbet valahî tune... Di valahîyé de çavén wé çavén min, çavén wé çavén min, çavén wé çavén min, çavén wé çavén min, çavén wé çavén min, çavén wé çavén min. Ax! Ew çav...
Muzîk!

Birgün şu dünyadan göçüp gidersem
Boşa gider de gozyaslarin aglama

Anora Deleuze

Anora Deleuze

Divé bi ontolojîya "bengîveger" ya Nietzscheyî û bi nirxén béhempa yén Gilles Deleuze, ez şoreşgeriya xwe biafirînim. Karkerî wé bibe şoreşgerîya jiyana min. Ew "bengîveger" dé van pirsgirékan dawî bike. Bi çek û topan jî bén li ser min dîsa jî yé biguhere. Qeder e.

Ax! Min çi bi kubarî gotiye:" karkerî". Bi mehan e gavek péş de naçim û her caré xwe diavéjim serî, û cardin serî dest pé dikim. Ev veger xelas nabe. Bengîveger... İnsan di vé mijaré de pir tûnd in qeba ne. Mineta min bi tu kesî tune. Anora/xurûr min heye. Mehé sed zilaman jî bişewutînim dîsa jî vé anoré bin pé nakim. Gurura fehîşeyan jî heye, ya min jî. Ontolojîya fehîşeyîyé jî divé cardin ji serî ve were şirove kirin.

Deleuze, ev hemû karén Deleuze in. Dijberé etîk û şoreşgerîyé ye jî ji hélekî ve. Mesela etîké ne bi axaftiné, bi seksé çareser dibe. Ev dinyaya kaotîk -ku di nav de me- ew jiyana karkerî, hemû fikr û ramanén min serûbin kir. Ev éşek nû ye. Lé jiyan carna éş e jî. Deriyé kaosé, tirsé jî, éşé jî nas nake. Baské kaosé germ e, nerm û fireh e. Anxiety/endîşe/kaygı/ şayîşé ez avétim nava égir. Bi salana perén min, bi feekansa agiré éşé dişewute. Lé baskén min ji nû ve derdikeve. Ev radîkalîzm e. Divé bifirim, divé bişewutim, divé bifirim, divé bişewutim... Ax ew éş!

3 Mayıs 2019 Cuma

Guhbizina peremmmperçe

Guhbizina peremmmperçe

Béje béje! Heqaret pir li devé te té. Béje béje! Nefret pir li devé te té. Béje béje! Peyv pir li devé te té. Pir li devé te té. Li devé te té, devé min. Béje béje! Devé min pir li devé te té. Bimeşe! Biceme! Ev hemû, hemû hemû jiyanek e. Ne man û neman e ne jî bûn nebûn e. Şeré du jinikan e. Ji bîr neke! Ku du jinik şer bikin, yé ku memikén wé mezin heqlî ye eheheehe. Efsûna devbiken, rebena xwedé! jiyan lehdek e. yeeek, duuuu, séééé, çar!

Bugün benim doğum günüm
Hem sarhoşum hem yastayim
Bir bar taburesi üstünde
Babamın öldüğü yaştayim
Bugün benim doğum günüm
Kelimeler büyüyor ağzımda
Bildiğim tüm hayatlar
Peremmmperçe eee peremmmperçe

Rapsodîyén melkemot/ezraîl jî nayé kişandin. Ûr dike biteqe, rûviya zirav biqete... Akûstîka gustîlka wî/wé xweşik e lé tilîyén wî/wé faraş e. Hey melkemot! Divé tu penîré bi sov û sîrîk nexwî û divé tu zoré bidî guhbiziné. Guhé xwe veke, guhbiziné bixwe. Guhbizin dibéjim, guhbizin baş e. Hişé xwe bi çavé min mijûl neke melkemotocuxum. Tu li bendé ew li bendé, tu li bendé ew li bendé; tîktaktîktaktîktak... Bronz li bendé, zirne li bendé, bronz li bendé zirne li bendé; tîktaktîktaktîktak...

Saatim yok tam olarak bilemem
Biraz bîra biraz şarap önceydi
Nasıl oluyor vakit bir türlü geçmezken
Yıllar hayatlar geçiyor
Peremmmperçe eee peremmmperçe

Bi rûné malé laşé xwe bronzî dike. Zérén westîyayî li bendé ew bronzî, zérén westîyayî li bendé ew bronzî...  Min gotibû! Ku du jinik şer bikin yé ku devamsizlixa wé hindik be, heqlî ye?  Di nav çarşafé de du çavén birq û reşik; du memikén gir(q) û sorik û şikeftén, wan newalén tarî jî cabasi... Pirzikeke derketiye li ber qeraxa devé wé lé xûya nake; wekî stérkén sermest... Deng heye dev tune, deng heye dev tune; valahî di devé wé de heye. Divé devé wé tije bikim bi devé xwe. Divé devé wé tije bikim bi devé xwe. Oksîjené ji devé xwe kém neke. Devé min ji devé xwe kém neke. Bi oksijené jengar im; bé devé te xemxwar û xwînxwar im, tam teşekküllü hastane me, di enflasyonla topyekûn mücadelé de me. Nexemgirîne, ji-xarekî bik-şîne; hemû hemû jiyanek e...

Peremmmperçe eee peremmmperçe

2 Mayıs 2019 Perşembe

Devoka te girover, zimané te diréj e


Devoka te girover, zimané te diréj e

Xwe navéje herîyé, ramûsanén dombîlîk bide. Devoka te girover, zimané te diréj e... Şeqşeqşeq bravo! Tu ji kîjan heremé yî? Teriya xwe nerecifîne û navéje li ser pişta xwe, kefa desté xwe bialése û biqîre. Bi dengé îhtîşamî; mîna tayé, mîna tâyé zirav... Kî, li ku ye? Li wir? Li ku? Ji bo çi? Bi izdirabé qirka xwe nerm bike. Û bi santûr û sîtar û setaré bistire...

Ay dil ay dil dilo lo
Te digot çi min digot wîlo lo
Wext derbas bû wekî do
Heya ez heliyam lo

Léxe û dest biavéje béhna wé. Lévén wé elastîk e, ne lastîk... Pelçim di guhén wé de dipeyîve. Hinarokén wé sor bûne, mîna naré, mîna aré. Éşén xwe li derdora xwe dihéle û diçe. Horatio(Horaşo)! bes bi guniké xwe bilîze. Heywax! Jinek ji herbé derket. Operasyona senfonîya diranan e, dijûn û girî li hev şa dibin. Bravo kefeno! şeqşeqşeq... Negirî! Negirî bajar qebrîstana saxan e. Bawer bike, neke, bike, neke, bike... Elvedadadadada!

Ay dil dilé xortan î
Gelek tiştén xweş dianî
Min digo qey tu bi zimanî
Lé Kurmancî nizanî

Horatio, her deh tilîyén xwe û zimané xwe yé kel dianî li ser herdu serpesîran, herdu peytextan. Heyhat! Dîsa bilind bû rihé wî, li ser parzemîna wî alûké sipîndar û çinar û bîyan zîl da. Ax Asûrîya beyhûde! Çi dixwazî? Li ku? Ji bo çi? Xwîn şîrgerm e, lé şer dixwazim; şer! şer! şer! Aşifte me; şer! şer! şer! Peyv, gotin û muzîk...

Ay dil ay dil dilé geş
Te dît gelek tiştén xweş
Te yek dikir sed û şeş
Xera kir kezeba reş

1 Mayıs 2019 Çarşamba

Memik ne gûzel ne gûzel

Memik ne gûzel ne gûzel!

Em jiyané hez nakin, divé em xwe bi tiştekî ve giré bidin. Û gewrîya min jî, bi wan keziyén xwe ve giré bide kûstah! Kûstahtahtah tahtahtahahahaha. Çiyayé şîné ye memikén te, lé dilé te bi pénc mandalan nake moruk! Qirçeqirça benîşté min e û béexlaq im hohohohoho, xem û xasvet dibéjim xem û xasvet aylako! Şeraba sévan dibéjim; bijî rojén beré!

Qelûné bînin xemé kin
Hiné bînin teşté kin
Sosé bînin meqerne kin
Jiyan ne gûzel ne gûzel!

Tenor, bi dengén xwe yén dramatîk, basso profondo, lîrîk û rezonansî mirovan aşiqé xwe dikin. Pişta wan diéşin, olsin. Bi ricifa diyapozonan, zengelok û gewrîya wan nerm dibin. Gava dil ne tije eşq be, dahola guhé te biteqe çi feyde! Ji kerema xwe akîdeşekerîyeke bidim te, destén xwe yén sar li ser desté min rake haydûté. Û dizanim q*na te tatlîş e lé tilîyén te ne yén xéré ne. Bo bo bo bo bo borî, bo bo bo bo bo bo biborî, konsera kosîyén bikeder heye îşev, ji niha ve demo distînin. Divé biçim xiyarén ji wan re amade bikim, kartolan biqelînim. Deng, awaz, melodî, aheng... Roj diçin, nota diherikin, bé nefes dibezim keviya lévén te yén şeytanî, bé nefes... Vertîgo!

Kalvînîsteke çavkesk û çermreş(reş reş heta tu béje reş), di hişé xwe de, eşyayén kasvetî bar dike. Eşyayén kontrast, yaldizî, hûnerî... Şîzoîdîya min pere nake, jixwe tené, di tiştén olî de pere heye. Wext diçe, qadeha xwe rake û béje noş! Kixkixkixkixkixkix. Dîsa Budayé zik mezin derbasî transé bû. Dirané xwe dizîqîne(gıcırdatmak), qoqé seré xwe dişîne li welaté mirîyan. Hey kalvanîsto! Ka per û baskén te? Peyvén şérîn û gunehkar di pesîra wé de man. Hey Buda! Porén te weşiyane, çavén te şaşî bûne, ka pehîna ku te li hewayé dixist? Peyvén şérîn û gunehkar di pesîra wé de man.

Min ne ji bo xerabîyé kir, tené min xwest jé hez bikim. Rihé min é di Çola Taklamakané de digere şahid e. London, Bexda, Parîs, Mexico City û Hawana şahid e. Peyvén şérîn û gunehkar di pesîra wé de man. Pişta tenoran diéşin, olsin. Dibezim lévan, olsin. Şîzoîdîya min pere nake, olsin. Dahola guh diteqe, olsin. Gewriya min bi keziyé xwe ve giré dide, olsin.

Qelûné bînin xemé kin
Hiné bînin teşté kin
Sosé bînin meqerne kin
Memik ne gûzel ne gûzel!

29 Nisan 2019 Pazartesi

Mîrkût û betona pişta min

Mîrkût û betona pişta min

Bé kul radizé betona pişta min, û-ûrûrûrûûûûûû rojbaş! Dîka pehnîya lingé min bang dide, diéşim. Éş ketiye peytaxta çokén min. Ax bûdelalalalala! Zengilé(zil) ji stûyé xwe derxe, bi zengileka(gırtlak) xwe ve bike. Lé bené qiriké sist neke û nek-şîne. Sirreke min heye lé kirtikeké (çentik) diavéjim zendé xwe, divé nebéjim. Teq teq teq dikşoo!


Mirkût bînin vî y-alîîhîî vî y-alî
Zend û bendan vem-alîîhîîî vemalî
Doxé bigirin û rakin
Bila dangoh û binalî

Dua bikin ey insanén baş, dua bikin. Bi dengé biçûk dua bikin. Dîkek sor spartin(defin) axa reş; wîçînî ji dilé wî yé ji bronzî çû; û-ûrûrûrûûûû bangeke zirav, diréj, saf û fîtikî(zonklayan)... Lé binére stérkén birq temirîn, berbang e. Ah! öyle yalnızım ki... Hemû çûn hemû çûn, hemû çûn hemû hilweşîyan; destén narîn, tilîyén pepûk, neynûkén sedefî, diranén jarî, memikén harî... Ax betona pişta min, wax betona pişta min. Kerr û keçelî, kér û réçalî, ker û zikçalî! Yekî léxist, bi kopalé ji qamîş li dîké ji égir...

Him dano, him xwarino, him jiyano
Kesî nekin bé îmano, kesî bikin jîn û jiyano

Ez te bernadim, şer! şer! şer! Pelén li ser pélan, şer! şer! şer! Ax bûdelalalalala! Netirse! Aqora sînga te teqîyaye, toza guhé te li ser sélé diqele lé boriya guhé xwe veke borazano! Yek ji bo yeke çi dike? Ba hişk e, bahor sor... Xûşxûşa avé ye, lé ava devé kulîlkan zûha bûye, teyemmûmé dikin. Beybûn û begonya bi avé paqij nabin. Insanén baş! kefa desté xwe vekin û dua bikin ji bo kulîlkan. Hûn li ku ne insanén baş?

Hey ne li mal e ne li mal e, lawik hate ber mal e
Berbira te béhal e, ji kerba keçiké dinale
Xweda ava bike vé malé, keçiké bike li bermale

-Ax bûdelalalalala! derîyekî digerî?
-Eré
-Zengilé ji stûyé xwe derxe, bi zengileka xwe ve bike, kirtikeké biavéje zendé xwe, hemû çûn hemû çûn, hemû çûn hemû hilweşîyan, deriyekî digerî?
-Eré
-Ba hişk e bahor sor...

27 Nisan 2019 Cumartesi

Jineke xweşik î, bella bella

Jineke xweşik î, bella bella...

Parsûya xwe ya xwehr neke di çala devé min de. Cezayé min çi be, çiqas be; bi du deng-sé dengan, tena tena, yavaş yavaş ji min re béje ezbenî. Û ji xeynî vé, béhna pîvazan jî ji devé te té. Dizanim tu çapkin î, wekî barût û qîyameté yî ezbenî. Bella bellla... Ha ji te re ev jî dildaré min yé nû ye, yé din jî yé kevin, û ew é din jî heye lé niha dev ji wî berde. Yek wî alî yek vî alî, amûrén muzîké gelek in, bella bella... Xwe bidin paş!

Lo lo pismamo çima deng nakî
Seré xwe carek bilind ranakî
Leşkeré dijmin li çiyayé jor in
Weke xweşméran j'hev bela nakî

Xwe bidin paş, xwe bidin paş Îlyas péxember té, xwe bidin paş. Di tirban de suretén antîqa derdikevin, xwe bidin paş. Kûçik di kolanan de, bi dengé kilaman, hestiyan dialésin. Rim bi ziké te re neçe pemboké! Vampîr devé te nexwe! Trajediya kûçikan ji ya Îlyas péxember mezintir e. Ew memik ne ji pola, ji bironzé bin jî û geş bin jî, avare yî, beyhûde yî, bé reng û vala yî pemboké. Jineke xweşik! Bella bella, muzîk...

Lo lo pismamo zanim xwesmér î
Pismamé Rustem yan Ézdînşér î
Roja halané, roja lédané
Mér û gernas î dotmam bi gorî

Ji xanedana Targaryen bi navé xwe yé yekemîn Daenerys Bahozboran, Khaleesîya behra çola mezin, dayîka ejderhayan, Keybanûya mirovén yekemîn û Andalan, şahé heft şahnişînan, parézvané welét.

Jineke xweşik î, bella bella...

26 Nisan 2019 Cuma

Figûran û soytarîyén harikî

Figûran û soytarîyén harikî

Figûran û soytarîyén hundiré min har bûne, harikî bûne. Lé bé dîn, bé îman û ziman in. Wénesazeke Spanishî bi terîya xwe, bi şûr û taca seré xwe, bi desmal û gora xwe; figûran û soytarîyén hundiré min sabote, manîpûle û Protesto dike. Travmaya wî/é grover e, domdar e. Dîyalog û monolog û prologén wî kérî tiştekî nayé. Ew santîmental (li gorî Joyce, santîmental; li hemberé qenciyé bé şûkran mayîn e) e. Figûran û soytarîyén hundiré min har bûne, harikî bûne. Zînekar in, fehş in, gunehé ewil in. Jixwe gunehé mezin yé ewil e; yextîyarî jî, azadî jî, xweşî jî gunehé ewil kevin nake. Gunehé ewil bi refakata muzîké li ser depé sîng disekine...

Wé fîstana sor dîsa li xwe ke
Xwe bixemlîne, poré xwe şeh ke
Li siya wé daré, ez benda te me
Sebra min tune, dereng namîne

Figûran û soytarîyén hundiré min har bûne, harikî bûne. Şîné giré bide, reş giré bide; matem e. Bu arada; komira Şirnexé, qîjik û şîn tené reş in. Ji sé xwîşkan ya biçûk bi mîrza/prens re dizewice, yén din bébext in. Ey xweda! Di réya ateîstîyé de alîyé wan bike. Ehehehhe... Piştî xweda, kî ye afirîneré herî mezin? Kund e yan pepûk? Belkî jî jinebîyek e yan jî kalekî pişt qiloz e...Errriiikkkk! Ez dizanim, teqez(kesinlikle) yan xala gerdené ye yan jî deqa enîyé ye. Ji ber ku ev in heqîqat û gava em ji mal jî derdikevin em dîsa bi xwe re û bi deq û xalén xwe re digerin. Ev meşa miriné ye. Meş bi refakata muzîké xweş e... Muzîk!

Kî çi dibéje ne xema min e
Dev jé bernadim, min dil daye te
Mizgîniya min bide, béje ya te me
Rûyé'm bikenîne, béje ya te me

Figûran û soytarîyén hundiré min har bûne, harikî bûne. Heqîqat di desté wan de pûç bûye. Tu, ken û metalan jî bihelîne, édî feyde nake. Wekî travmaya wénesazé Spanishî, travmaya wan jî grover e, domdar e. Semî-Alllahû-mel-hemîdeh... Ev gunehé ewil e. Fîq fîqa wan e. Fîqfîq  û muzîk!

Ji min re béje eré, jî kéfan bifrim
Sîng û beré te, bibe hélîna min
Ya jî béje na ez jî bizanim
Ya béje eré ya jî béje na
Ya béje eré ya jî béje na

25 Nisan 2019 Perşembe

Rengé xewnén min û qirka Wesé

Rengé xewnén min û qirka Wesé

Dîsa xewnén min vegerî rengé xwe yé kevin, bordo rengî, wheh! Texté îmané disincire, ditepe, dihelke. Gava texté îmané biéşe, lévén insén jî zeîf dibin û dibin mîna yén leglegan. Nikula leglegan sor e yan lévén min? Lé nikul ji lévan hişktir e, zeximtir e, diréjtir e, serserî û kasvettir e. Texté îmané ditepe, dihelke, dixure. Hasbînalllah wen'îmel wekîl...

Axlé Wesé lé lé lé Wesîlayé way way
Axlé Wesé lé lé lé delîl daye way way

Li fabrîkan, pertalan boyax dikim. Ev ezamat e; tilîyén xwe dimijim. Li fabrîkan, pertalan boyax dikim. Ev paradoks e; esmerî, pembokî, mişmişî... Ev erd, ev dinya cihé kedxwariné (sömürü) ye. Şîrret e, gîrdab e.

Axlé Wesé lé lé lé hine daye way way
Axlé Wesé lé lé lé çû seraye way way

Dîsa xewnén min vegerî rengé xwe yé kevin, bordo rengî, wheh! Gurpe gurpa naqosan(çan) e. Azîz Petrick mîna hergeleyekî, mîna haşhaşîyekî, mîna néçirvanekî ji papazén abaza û doxînsist re qala babikén ling bizin û dilkevir dike. Eré bav bela ne lé dîsa jî péwîst in. Her tişt li ser valahîyé, nexuyatiyé(belirsizlik), ihtimalan hatiye ava kirin. Serdem, serdema fuhuşturucuyé (fuhuş+uyuşturucu) ye ahahahaahahahahahaha. Hédî hédî maskén wan dikevin. Dîrhemek namûsa wan mabû ew jî diçe. Serdem, serdema kuré tefeciyan e ahahahaahahahahahaha. Fikrén Azîz Petrick tevlîhev û giran in, divé em dev ji wî berdin. Bila texté îmané bitepe, bihelke; xewnén min vegerî rengé xwe yé kevin, bordo rengî, wheh!

W'ez radmûsim lé lé lé j'mala bav da way way
W'ez radmûsim lé lé lé j'mala wé da way way

Qirka Wesé lé lé lé mercan û morî way way
Gewriya Wesé lé lé lé mercan û morî way way

23 Nisan 2019 Salı

Entropîya min û kézika zibîdî

Entropîya min û kézika zibîdî

Entropîya min, pergala mala bavé min xéra dike. Bi dûrbînan, li zevîyén ewle û tenha yé hundiré xwe dinérim, vala ye. Enerjîya min bé wesf e. Ne yé şixûlé ye. Jixwe entropî jî ev e; enerjîya bé pergal û kérnehatî ye. Wextekî bextewar bûm. Bi pertalén armûşî(ipek kumaş) ve hatibû péçandin entropîya min. Ez heta çokan di nav heriyan da jî bûma, ji zinarén hişk jî ketibam, laşé min mişt bi peroksît û bikarbonatan jî hatiba dagirtin, dîsa jî mîna zarokén lîsé diçingirîm, dikirim hirehir û bextewar bûm.

Ahhhhahaha!
Şûjina jinan bîne, rojbûna kézikeké ye. Devé qavanoza xwehr veke, xwîna kéziké bila nepeke. Ey kézika pişt cutîcula (madeya hişk)! Mejîyé te sade goşt e ezbenî. Divé tu di rojbûna xwe de were kuştin. Şûjina jinan bîne, naxwazim bi kér û çetalén zîv, çeperén jeng girtî biqeléşim. Rojbûna kéziké roja kefareta min e. Tu serbestî kézika zibîdî, dikarî pişta guhé xwe bixwirînî...  Ez é şûjiné bi rûné malé tûj bikim. Ez goştperest im, zewqperest im, helawperest im; entropîya min é seré te bixwe kézikcixim. Jixwe malzaroka te kuf girtîye, zarokén te jî çénabe, nexemgirîne...

Méré birçî hérs e, divé tu hestî biavéjî li ber. Eré rast e kézika zibîdî, béhna insanan genî ye. Û vejeteryan jî be ne dilpak e. Beriya xwariné, piştî xwariné duayén şûkranî bike kézikcixim. Wext hatiye kézika zibîdî; devé xwe bixe guhé xwe yé bel û bistre, bi dua û îlahîyan kilamén erotîk béje. Eré meraq neke, xwé û îsoté zéde nareşînim li ser ziké te. La hewla wela quwwet e! Nebéje neme lazım, béje meme lazim, ehehehheehehhe... Entropîya min é seré te bixwe kézikcixim. Min ceyran vexwariye, temarén min bédeng in.

Ji ber çi!
Ji ber ku laşé wé jî, parfûma wé jî, birçîyé jihevşabûné bû. Dilé wé ji xwesteké, ji arûzé dîn dibû; yané entropîya wé jî seré min dixwar. Wé bi kepçeyan ramûsan dixwest:

-Memé min! min ramûse.
-Aşkîtom!
-Min ramûse Memé min.
-Bebekîm!
-Memé min!

Û béhna nané tenûré, afrodîz e.

Téhnşîrîya şerabé bedena wé sist kir. Lévén wé biçûk, şîrgerm, zelaq, ricif, benîştî û xwînî bû. Her yekî kulîlkek bû çavén wé. Stûyé wé çîk vekirî, temarén stûyé wé şîş li bendé bû. Sermemikén wé mîna tirîyén xezebé bû; ka ramûsan? Ka ramûsan? Bi zimanekî şérîn! Bi zimanekî nerm! Bi zimanekî germ! Na na ne bi zimanekî şérîn, ne bi zimanekî nerm û ne bi zimanekî germ; bi zimanekî zexm lé mijt û tifa xwe di devé wé de gevizand... Hey hey hey hey!

Entropîya min, pergala mala bavé min xéra dike. Bi dûrbînan, li zevîyén ewle û tenha yé hundiré xwe dinérim, vala ye. Enerjîya min bé wesf e. Ne yé şixûlé ye. Üzgünüm kézika zibîdî! Goşté te şîva dirané min, pişta te ya cutîcula dermané birîna min e...

19 Nisan 2019 Cuma

Nancy Kelleher

Hemû dostén beré; yan ji mîdeya xwe nexweş in yan jî tûberkûloz in. Û Gavîscon jî Îzonîyazîd jî feyde nakin. Hatta goşté rovî jî bidin wan feyde nake. Laîlaheaîlllallah ji wan re, laîlaheaîlllallaah... Mîna anglîkanan, mîna metodîstan cezbé kevin jî, kronometreya wan bé girtin û di deqeyeké de sih û du teqle biavéjin, dîsa jî dilé wan rehet nabe. Laîlaheaîlllallah ji wan re, laîlaheaîlllallaah...

"Ha îro ha sibe,
ha îro ha sibe,
Bi çi xwe dixapînim, nizanim"

Nancy Kelleher di şatoya xwe de, bi kîloté xwe yé dantélî û bi memikén xwe yén tombîk, ji xeweke eletewş û şevreşkî hişyar bû. Desté xwe danî li ser sînga xwe -ku sînga wé di nav sancîyan de bû- û bi xwe re, bi xwedayé xwe re kelîmî:

"Direve xewa min, direve û nayé
Guh nede dilé min, guh nede min, har e har e
Li derve bihar e, li bîra min tu yî
Tu çûyî, neçûyî
Diréj dibe, dawîya şevé nayé"

Ev hiş, ev serî, ev aqlé helbestî divé weha neçe...
Monologa xwe domand:" diya min neh caran za lé dozdeh zarok anî. Û her caré, ji mistdané dest û şeqén wé sor dibûn. Eré dîya min wekî mass productioné bû û halé wé yeman bû. Belkî aniha wé jî bi xwîna feqîran dişon, malzaroka wé bi goşt û şerabé dadigirin û dişînin li cem xweda. Peyvén vala... Ew jî li benda tava serxwebûné bû, lé çû. peyvén vala... Mijaré biguherîne! Ha eré... gora jinan li ser çokén wan fireh dibin... Roj diçe, şev diçe, xewna azadîyé diçe û tiştek naguhere... Doza ziman ji ya aboriyé girîngtir e... "

"Ha îro ha sibe,
ha îro ha sibe,
Bi çi xwe dixapînim, nizanim"

Bajarekî insan dimire, bajarekî insan dizé... Bi kîlometreyan xanî,  bi kîlometreyan kolan,  bi kîlometreyan çem hene. Hinek diçin, hinek tén. Laîlaheaîlllallah ji wan re, laîlaheaîlllallaah... Xwediyé mal naguhere, ew yek e. Ezraîl derîyé ké bide, ew derî kevin dibe. Hemû dostén beré; yan ji mîdeya xwe nexweş in yan jî tûberkûloz in. Û Gavîscon jî Îzonîyazîd jî feyde nakin. Hatta goşté rovî jî bidin wan feyde nake. Hékerûné ji Ezraîl re çébikin û deweke sar bidin, niha westîyaye...

Cîk cîk cîk... Bosvérke, avé berde ser heriyé... Cîk cîk cîk... Bajarekî insan dimire bajarekî insan dizé. Nancy Kelleher, jineke sosret û sosyete, ji xeweke eletewş û şevreşkî hişyar bû. Desté xwe danî li ser sînga xwe -ku sînga wé di nav sancîyan de bû- û beré xwe da tarîyé...

"Oysa ben görmemiştim bir kez dahi,
Güne böyle efkarla dalan birini...
Ben görmemiştim bir kez dahi,
Mahkumların gökyüzü dedikleri o küçük, mavi örtüleri
Ve gümüş yelkenlerini savurup giden bulut sürülerini..."

18 Nisan 2019 Perşembe

Beré Gotin hebû

Beré 'gotin' hebû, û gotin Xweda bû.

Xweda erd û asîman afirand. Erd jî asîman jî di nav tarîyeke kûr de bûn. Valahahî hebû... Rihé Xweda li ser avan digeriya. Xweda got bila ronî hebe, ronî çébû. Xweda ronî ji tariyé veqetand; bû évar bû sibeh roja yekemîn afirî. Peh peh peh... Qubbeyek danî li ser avé, û erd û asîman jî hev veqetand; bû évar bû sibeh roja duyemîn afirî. Peh peh peh...  Çîya, deşt û behr û av afirand peh peh peh...

Çiya berf û baran e
Çiya berf û baran e
Her der mij û dûman e
Her der mij û dûman e

Xwedé hemû av li cihekî kom kir. Ax û xwelî derket orté. Toxmé nebatan reşand li ser axé; nebatén cûr be cûr zîl da. Bû évar bû sibeh roja séyemîn afirî. Pew pew pew... Xweda sal û demsal afirand. Yek ji bo şev yek ji bo roj; du stérk afirand. Bû évar bû sibeh roja çaremîn afirî. Pew pew pew... Xweda nava avé tije ajal kir, hewa tije çûk û çivîk kir. Di nava avé tije cenewarén girse bû, di hewayé de tije teyrikén şapşal, li her deré ajal û zîndeyén kömîk... Bû évar bû sibeh roja péncemîn afirî. Pew pew pew.

Peşmergé me di nav da ne
Peşmergé me di nav da ne
Hemû wekî şéran e
Hemû wekî şéran e

Ji bo serdestiyé jî insan afirand. Bew bew bew... İnsanén nér û mé; bew bew bew... Û Xweda got: "de haydé sevîşîn û zéde bibin." Bew bew bew

:))
Ha léxin léxin léxin
Ha léxin léxin léxin
Tozé ji erdé derxin
Dîlana me geş bikin
 :))
Û bû évar bû sibeh roja şeşemîn afirî. Erd û asîman ji zîndeyan dagirt û karé Xweda qediya; hew hew hew...béhna xwe da; tew tew tew. Û bû évar bû sibeh roja heftemîn afirî; hey hey hey hey...

In the beginning was the Word, and the Word was with God, and  the Word was God.

17 Nisan 2019 Çarşamba

Kîvroşké

"Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké, Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké..." Duh nebûya, sibe tunebûya... Bastîq hebûya, leymon hebûya, kaburga dolmasî hebûya... Xwîna berxikan nerija, xwîna cewrikan nerija, xwîna xizanan nerija, ya zarokan nerija; xwîn nerija, neherikiya, nepekiya... Li herkesî, misînek ava hestî, varîlek şîré bizinan bihata belav kirin... Lé mixabin; déyek dimire, hemû zarokén wé belav dibin. Zebeşén fosforî û mewîjén şokbûyî şîn digirin. Bédengî dikeve para orkestrayé, dengé béaheng, ancax herdu odaciké dil dagire: "Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké, Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké..."

Ew kî bû digot xwedé nézîk e? Eré, Xwedé nézîk e, lé dest giran e; mezin e lé hédî ye; sert e lé bé qidûm e; hûç e lé ne mîna gamasiyan e. Xwedé axir adam e, mijaré biguherîne; dev ji sév û maran berde..."Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké, "Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké..."

Qazaneke şorbenîsk çébikim dîsa jî dilé min rehet nabe. Xwe biavéjim nava qazané de dîsa jî dilé min rehet nabe. Bibim çemçik û şorbé hev bidim dîsa jî dilé min rehet nabe. Gupgupa dilé min e, dikele, bila bikele. Du sed û péncî gram dil, pénc şûşe av, kevçiyeke pul bîber, yeke pûng, yeke kekîk û bi seré kevçî xwé... Bîst pénc deqeyan li ser agiré gurî, geşî; pénc deqeyan jî li ser agiré kısık; bipéjîne, bikelîne, bihelîne... Ha ji te re şorba dil! fûûûfûûûfff fûûûûffûû pûffffff ûffff xwe neşewutîne.


15 Nisan 2019 Pazartesi

Kardûkî

Bigbang bigbang, bigbang bigbang ha ji te re Kenan, ji xwe rezîdansa çébikin. Bigbang bigbang, bigbang bigbang ha ji te re dozdeh kur, geniman biçinin. Bigbang bigbang, bigbang bigbang ha ji te re Kardûk, berxwe bide... Ammon û Osîros û Horus konén xwe ji çolan rakirin. Hirhira lingén bé serî ne. Yehova şahît e, zûrriyeta Yakup û dozdeh kuré wî qelîya. Hirhira lingén bé serî ne. Mûsa ji bo helawé di çolan de duayan dike. Îflas kirin. Dum taka dum tak, dum taka dum tak... Şer xweş e, fuck off! Kardûk xweş e, fuck off. Bigbang bigbang bigbang bigbang.

Xişxişa findan e, diricifin. Hiş, binhiş û derehişé Azîz Agustinus diricifin. Seré wî kevir, dilé wî kevir, desté wî kevir e. Birûské lé daye. Bigbang bigbang bigbang bigbang, iflas kiriye. Zagonén Romayé jî nikare xelas bike. Ev rezalet e, sosret e, şohret e, şîrret e... Riziyan û çûn.

Şer xweş e fuck off! Spiritûalîzma me teqiya ye? Kerek dizûre, hirhira lingén bé serî ne. Dum taka dum tak, dum taka dum tak; till the end of all dreams. Hélîna Kardûkiyan darbesta wan e. Kasvet e, çal e, reş e, mefta ye. Méş û kerméş dicivin li ser lévén diréj, yé birizin û biçin...

14 Nisan 2019 Pazar

Ew kî ye di tirba min de radizé?



Cané min diéşe, éşé bi dawî bike... Divé min hîç guh nedaya keçiké... Niha jî pantoloné min, ma di nava xwîné de. Mehf bû. Divé em paqij bikin. Gava bedena wé hédî hédî teslîmé miriné dibû, hesteke sar laşé wé digirt. Ramanén wé di tékileke(karışım) tirs û sistbûneke şérîn de bû. Mirî saet çendan radizin û çendan hişyar dibin? Divé hûn miriyén razayî hişyar nekin, hişşşşşşs! Şşsşşşsş...

Kuré te yé pîç çima kuré wé nerehet dike? Qaşo kuré wé bi pécemané xwe yé xétxétî, di orta saloné de pîknîk kiriye û nané hûr rijandiye li ser xalîyé. Û kuré te jî ji tramvayé, li ber derî, peya bûye û hatiye li kéleké rûnîştiye- jixwe we cihek vala dît, rûnin- û jé re gotiye:" ev der ne salon e, goristan e û di goristanan de jî cesedén térgoşt dibezin, gava tişté xwariné nebînin jî xwe dixwin" Mr Soran çima kuré te kuré wé nerehet dike? Qey şîrazeya kuré te derketiye?

Belé mr. Soran ez koçer im. Ji Darûlacezeyé jî, ji morgan jî dûr im. Metresa min jî nîne û ne dûşkûné memikan im jî. Ez koçer im; hoooooooo, heeeeeey... Bazara min hoooooooo ye, heeeeeeeeey e, goşté zindî ye, qiloç in, post in, bez in, hirî û liba ne. Torbeyek şekiré sipî téra zivistana min dike. Seré min naéşe, naxwim dermané seréşé û naxwînim prospectûsé jî. Rihé kesî îpotek nakim ji bo çend kadeyén sor, ziké miriyan werimî ne û bi miriyan re jî nalîzim. Jixwe bivé nevé yek ji yeke din zédetir dijî lé çima kuré te kuré wé nerehet dike?

Dev ji min berde! Kuré te çima kuré wé nerehet dike? Divé min hîç guh nedaya keçiké... Niha jî pantoloné min, ma di nava xwîné de. Mehf bû. Divé em paqij bikin. Gava bedena wé hédî hédî teslîmé miriné dibû, hesteke sar laşé wé digirt. Kuré min ma di ziké wé de... Kuré te çima kuré wé nerehet dike? Li vé deré stran nayé gotin, sîtemkar im heya roja mehşeré. Kulîlkén afyoné ancax xewa min bîne. Di ziké wé de kuré min hebû û çû.

Té bîra min, me dans kiribû, jineke xweşik bû. Carna mifta min bi qulpa şalé min ve dikir û bi min dikeniya. Ew kî ye di tirba min de radizé? Ku cih tunebe serserkî binax bikin. Ji ber ku bila cih vebe ji yén din re. Ku we valahiyek dît, rûnin. Lé ew kî ye di tirba min de radizé? Niha li wé meydané herkes hinavé xwe digere; yek cerga xwe, yek gurçika xwe, yek zengileka xwe û tişt miştén din... Rewşeke dandîk e, lé ew kî ye di tirba min de radizé?

12 Nisan 2019 Cuma

Ecîn hard party

Min herkesî vexwend(davet) ecîn hard partyé. Wé party li ber çemé kevseré, bi ayînén pîroz dest pé bike. Mévané me yé surprîz, Azraîlé sempatîk e. Azraîl Beg gava poré xwe şeh dike dikene, dirané wî yén durî(inci) û sedefî dibiriqe. Belkî tekera lingé tu kesî nezivire, neçe li ba wî lé ez é biçim û sîlekî li pişt stûyé wî bixim û merhabaké bidim. Bila seré xwe yé kûbîk bixwirîne û ji bo rûmeta partya me, desté miriyeke maç bike, mil bide darbesteke(tabut) giran, erebeya cenazeyeke séwî biajo û dewra yasîné jé re bixwîne... Yaaaaaaaasîîîînnnnnn! wel-Qur'anel hekîm, innneeeekeleminelmurselîînnnn alâ siratiiin mûsteqînnn...

Hey hey hey hey!  Cotkareke ji şûna toxmé nîskan kezzabé direşîne li zeviya xwe. Û li ser de jî barané dixwaze. Hey hey hey hey! Jina wî ducanî ye. Bi sabûna şîn, şeqé jina xwe difirkîne, dişo. Bé nezerî! Dinyayé ji zîndané derdixîne, belkî jî zîndané ji dinyayé...  Dengé zayîné li çol û çolistanan olan dide(yankilanmak). Deng ne deng e; sewt e, qérîn e, qarîn e, ewtîn e, melîn e, kayîn e, hirîn e û ji parsûyé dozdemîn té... Hestiyé geyşaya Kurdistanî dileqe. Çavén wé yé ga bel dibin. Hîpotenûsa şeqén wé ji éşén wé diréjtir dibe. Ha ji we re çala reş, ha ji we re feza...

 Elhamdûllîllah elhamdûllîllah elhamdûllîllah! dinyayek nû za; bi kefené xwe yé sor ve, bi kelekvané(kayıkçı) xwe yé yextîyar ve, bi sé kîlo û nîv goşté xwe ve. Kulhu-wellahû e'hed Alllahû samed... Bi gunehé xwe ve, bi girîyén xwe ve, bi kenînén xwe ve... Lem-yelûd we lem-yûled... bi rengé xwe ve, bi qedera xwe ve, bu kesera xwe ve... we lem-yekûn lehû-kufuwven e'hed... Bi hebûna xwe ve, bi tûnebûna xwe ve, bi xwe xwe ve, bi xwedayé xwe ve...


11 Nisan 2019 Perşembe

Bûdelayé Binax

Di hundiré min de perperokén belek û deqdeqî, gamasîyén pembeyok difirin. Eré masî jî di nava avé de difirin. Ma çi ye firîn? Ne lingén ji erdé ve hatî qut kirin/hatî birîn e? Xencera min zeîf e vé sibé. Di navbera tanjant û cotanjanta simbélé min de dîkek boz û dîkek sorgevez bang didin, lé kes hişyar nabe.

Dixwazim malzaroka/plasenta xwe bidim kiré lé nikarim ji diya xwe re béjim. Ev berbad e. Zimané min jî wekî yé kulîlkan hatiye jé kirin. Kulîlkek zerik ji hélîna xwe dûr ketiye û ketiye di desté narkotîké de. Kî û kî nakeve di desté qebraxan de? zimané kulîlkan jî yén jinan jî hatiye jé kirin. Lé boşvérke! Kî di hélîna xwe de bextewar e? Daxwazén kevin û dîwarén kevin sor in. Du malgerokan/sürtük ji qehran, ji jehran, ji kederan, duh li ber deriyé mizgefta sor, her yeké du zarokén xwe firotin.

Me duh jî yek sparte(toprağa vermek) axé. Û li bendé me ku şîn bibe, aj bibe. Galonek şîr û galonek av jî bidim, dîsa jî ranabe. Mesîh Îsa li ku ye? Ma ne ew bû ku rih dabû Lady Lazarus? Lé bénamûsan ew jî éşandibû... Çima nayé hawara vî bûdelayé?  Dizanim Bûdelayé me niha ava sûsé vedixwe -avé nacû(çiğnemek), diqulîne(yutmak)- li ser réya erşé ezîm, ji çalén reş(kara delik) derbas dibe û diçe.

Belkî jî laşé Bûdelayé me héj sar nebûye. Eré, esseh dizanim ku niha laşé wî mîna rehîmeke germ e. Û dengé nalén hespan jî nabîhîze. Belkî jî ji xwe re tutina Tetwané dipéçe û PUBG dilîze.  Û belkî jî losyoné bedena xwe dide û bi gihayé gezik(ısırgan otu) û şeqek ji dara zeytûné, ber bi keşîşén belengaz ve dimeşe. Şşşşşşşş! Bédeng bin! Şşşşşsşş! Dilopén  biné ceriké(testi) dirijin, çar sé du yek!  Û muzîk...


Oi Va Voi - Hora

🎶🎶

It's all about identity
Construction of a family
Of difference and simile
What I give you and you give me

It's all about identity
This tribal sense of dignity
Of tolerance and unity
Of prejudice and bigotry

It's all about identity
A web of who we'd like to be
Let's cut and paste our memory
A dark and timeless industry

It's all about identity
A strength and solidarity
A dazed, confused desire to find
A place and time in history

It's all about identity
Or how the sheer majority
Impose a predetermined badge
And wait to judge you silently

It's all about identity
A retrospective odyssey
But where I live and who I meet
Are stronger in defining me




9 Nisan 2019 Salı

Star-studded night e

Rojbaş gurçikno!
Yiaa ev çi ewr in😵😡? Ev dengé ké ye🧐? Çi îşé stérkan li ber deriyé me hene😱? Ehehehehehe ez yekî pîroz im eheheheh🤠... Dengé Giorgis  Manolakîs e. Yekşem duşem séşem çarşem péncşem... Îro kîjan roj e? Té jbîra min ku ez di sûké de bûm û saet berévar çar bû roj séşem. Ez di orta ré de sekinîbûm, erebe dihat û diçû... Dihat û diçû... Ez di orté ré de bûm... Ré li ser pişta min re derbas dibû ez li ser pişta ré re... Ev sûka Wané bû ne ya Şewitî bû. Newalek jî hebû û ne ya qesaban bû...  Ew kengî bû? Ev kengî... Ev çi stérkén ehehehehehe... Yek henekan bi min dike ehehehehehe... Star-studded night e... Îro yekşem e! Ez é razém heya saet yazdehan, û bila yek van stérkén li ber deriyé me berhev bike, naxwazim... Deng bila bimîne ehehe "taravyanaravyaooopooeeskooopya" çi dengek xweş yaa!
Li jor qala min kirine... Qala xaltika min kirine... Xaltika min Virgina, xwarziya min Rûkené ehehe... Xaltika min di ciheke de digot" Di temarén min de xwîna xwedé diherike, divé biherike, divé biherikînim, divé biherikim, herikim, herikim, heheheerikim, hehehrikim, kim, im, m..." dengé xaltika min hîn jî di guhé min de ye... Ev dengé Manolakîs e ne yé xaltiké ihihi... ev bîst saete radizém eré dizém divé vî dengî bizém... Pache Laili heye xem nake. Cihé tu tiştî vala namîne... Giorgis diçe Mînoo té... Mînoo diçe Lynch té. Ohohoho kî naçin û kî nayén! Şûşeyek bes e, eré... Seré sibehé binî péncşemé... Îro çi roj e? Ev seré kîjan sibehé ye? Seré ké ye? Stérk diyarî min kirine ihihihihi... Şad û bextewar bûm ez é ji stérkén xwe re odeyeke tarî eyar bikim. Gelo yé biçirûsin? Yé şemitin? Ez é ji xwe re dilekan bigirim ahahahaa. Ez é péncî lira bixwazim kihkihkihkih... Ey roja şemiyé tu li ku yî ey roja şemiyé! Duh yeké IQya min dizî. Dîsa seré sibé bû û disa stérk diçirûsîn. Herkes raza be ev deng ji ku té? Dengé Davîd Lynch e... Nein nein mixfredom mixfredom mixfredom nein nein mixfredom mixfredom mixfredom ...

Yek du sé çar

Sivehul xeyr...  Ya ev çi ewr in ev çi tarî ye! Ké ev ewr daniye li vé deré, tav dizîne... Em karker dîsa tariya şevé radibin diçin kar. Heyla qeda diné ketî! Çîko jî niha di ré de ye, diçe simîtan distîne... Çîko ji min re jî boyozek û gevrekek bi yağa zeyt... Xwedî kirî dendikén Ferman xelas bûn. Kûmé Mîran li ser seré kezeba me ye héj... Sultané! "deh lira" hediya te maye li ser masé, Aryen bi wé lingé diéşe ve diçe bîne... Sozdar héj dilîze héj... Denîz li Kuzey Dakotayé bihûriye... Murat nizanim çi dike... Dolme xelas bû sibehé... Herkes çûye mala xwe... Dîsa ez é biçim kar lé çima tarî ye? Ev çi ewr e? Ké van ewran daniye li vir? Barış di ré de ye té malé lé saet çend e? Ferman salavata djkişine û halûsinasyonén absurd dibîne...  Çîko pé guhé xwe dilîze... Serwet diaxive... Serwet diaxive... Serwet diaxive û Serwet diaxive... Serwet ... Diaxive ... Ser ... Wet... D... I... A ... X... I... V... E... Saet çend e? Ké ev ewr daniye li vir? Çima tarî ye? Ji Çiko re simîtek û boyozek;(;=nuqtebéhnok)  ji min re bozyozek û gevrekek bi yağa zeyt... Ferman Selavata dikisîne... Çiko guhé xwe jé dike... Sultan deh lira diyarî yekî dike... Aryen tîk tak tîk tak.. Kûmé Mîran li ser pişta Murat e... Murat diçe Kuzey DAKOTAYÉ... SERWET diaxive... Diaxive... Dia xive... Xi ve... Ser we t o... Dendik dirijin ... Dendik dirijin... Alkol dirijin... İhihihihi... İhihihihi... Şşşşş... Neaxive... Neçe... Nexwe... Nelîze... Nemeşe... Nevexwe... Muzîk! Dujminduriejteduriiimmm... Yek du sé çar yek du sé çar... Negirî negirî wé éşa te hindik be... Yek du sé çar yek du sé çar... Rojbaş!

Mektup var

Sevgili, pek sevgili, büyük olağanüstü, apasiri, çok muazzam, epey fena sevgili ... ,

Gediz denen ormanlık alandan geciyiruz şu an. Bu ormandan geçerken her gün aynı korku ile bakıyorum servisin camından. Dün yine biri, ayı saldırısına uğramış, olay tüm gün konuşulmuştu. Resmi gazeteler iihmalin olduğunu  ve Gediz elektrik komün başkanının cezalandırılması gerektiğini yazıyordu. Ariları soğuk havalarda dogalgaz faturası ile tehdit ettiği için daha önce suikaste kurban giden önceki baskanin, yarattığı kaos henüz bitmemisken bu iddalarin ortalıkta dolaşması kalenin ardındaki burjuva sinifini epey rahatsız edecege benziyor. Bugün de semtin girişinden geçerken üç geyiğin yedi aslan tarafından cevrelendiginj gördüm. Geyiklerden biri alacaydi, gözlerinde işçi sınıfının direnişi vardı. Ayaklarindaı pembe bir cizme, üstünde ise onu hafif tombul gösteren hardal rengi çizgili kahverengi bir mintan vardi. Gözlerine çektiği rimel onun işçi sınıfına ait olduğunu gösteriyordu. Koyu ve derindi bakışları.  Aslanlar ara ara üç geyigi dağıtmaya çalışıyordu. Üçünü birbirinden ayırıp her birini ayrı ayri yemek ister gibi bir halleri vardı. Aslanlardan biri grubun lideri olduğu taktiği püsküllü şaldan belli olacak ki her bir aslana ayrı ayrı direktif verir gibi yüzlerine kukruyordu. Olayın üstünden yedi dakika geçmesine  rağmen konu ile ilgili henüz 'ceylan gozlu alli pullu büyük boynuz federasyonu'ndan herhangi bir açıklama yapılmadı. Neyse neyse neyse...

Yollar dağınık ve tenha ve sivri ve keskin ve çürük ve kısa ve yeşil ve eski ve dar ve sert ve acımasız ve olabildiğince düşman buralarda. Karıncalar kiraladıkları iş makinlariyla hergun yeni tüneller yaparken, koyunlar dağın yamacında n yolun kenarına inen lavlardan içirek işin hızlı yurumesine katkıda bulunuyor... Dediğim gibi neyse... Burada rutin şeyler dışında bir şey yok.

Gökyüzünün timsahın karnını oksadigi günleri özlüyorum. Atların balla beslendiği, tilkilerin mezuniyet keplerini takip halaya durduğu günleri ... Tüm bunlar iç ses! Kapa bu bahsi...

Şimdi bir yakıt istasyonunun önünden geciyiruZ. Birazdan herkes servisten inecek her gün yaptığımız gibi kalın bagirsagimiza şırınga ile gözyaşı basacagiz. Kahretsindi onları Allah!

Kelimenin köprülerden atladığı, fiillerin eylemsiz kaldığı zamanlardayiz. Yüzümüze bir cümle çarpar her sabah: "kalkın mahvolduk!" diye. Aşırı etli zamanlardan geciyiruZ. Tenimjzde eritiruyrz gezegenleri, kuyruklu yıldız yağında kuzartiyiruz galaksileri. Her şey asri... Boşver kapa bu bahsi... İş var iş...

Ben simidimi burada kemirirken sana guzel gupgüzel bir gün diliyorum.

Saygılarımla,
Seni severek, çok az acı cekerek takip eden ben ...

Xew

Hem peyam şandiye WhatsApp é hem şandiye telefoné û li ser de jî min digere...))) Ev Murat Egitilmez e...))) Yaa Ka deqqeki bisekine belkî ez ne musaîd im, belkî min û jjna xwe şer kirine û her çar zarokén min li mjn dixe, xesiya min ava kel li ser min de dike, bûrayé min boksé li ser ruyé min diceribîne, û ez ne li ser hemdé xwe me... Belkî jî ez di eshoté de me û pir qelebalix e û li ser de jî qeza kiriye û kaptan arka kapî venake û nikarim jé peya bim... Belkî jî heyat çûn hatineke marketé ye û ré de silav té dayîn.... Belkî jî heyat kişandina axînek e û  her caré nîvé kezebé bi xwe re dibe ye... Belkî jî heyat melodiyek e û di vé melodiyé de jî tené notaya "mi" heye... Belé delalîkno rojbaş!

Çenté min

Çenté min jî mirov e. Çima qoltuxa wî tune be! Ew hevalé ber pişta min e. Ew hilgiré şarja min, lénûsk, pénûs, qelemtiraş, jébir, baxlanti kabolusu, du heb moriyé bîlekliké, kartén bankamatîké û éş û wehşeta min e. Divé qoltuxé çenté min jî hebe. Ez é bi serwîs şoforî re şer bikim. Ez aniden xwe biavéjim gewriya sofér yé çi bike kî? Ama berî her tiştî Kurd im. Divé bi slogan û molotofan erîşé sofér bikim. Ahahahaahahahahahaha. Ez é réz bi réz hél bi hél gav bi gav pél bi pél erîşé mérik bikim, nihahahahaha. Çenté min dest biavéje min û min bigire ez é jé re béjim one munite xwe bide paş, xwe bide paş .... Texté reş xwe bide paş! Serbernewqo xwe bide paş... Herhasil heta cihekî nedin çenté min ez wan bernadim. Şer berdewam e. Keser giran, mejî xurt e... İhihihihi... Keser giran mejî xurt, awir tûj e ihihihi...

Werin bibînin!

Ama kar dest pé dike. Yaaaaaaaa ev çi kar e! Ké ev kar aniye li vir! Ev çi karker in? Mala wan tune? Yiaahahahaha... Wek moriyan réz bûna ev karkerne... Ahahha hahaha ahahah hahaaha. Wek qarinca réz bûne ev karkerne...

Seré min giran ziké min mezin e... Ahahahaahahahahahaha ... Heyfa dayikan e. Heyf heyfa dayikan e... Heyf heyfa jin û mérxasan e... Heyfa ciyayén zikçiriyayan e. Heyfa deşta silémanî Konya ovası ye

Ecel di ré de ye...

Baran bibare jî xwe jéhatî bike,
Taca seré te yé kevin şil bike jî...
Tu bi bakîr û bakîreyén xweşik re bû...
Divé herkes rojekî bimire
Divé herkes rojekî bimire

Werin bibinîn!
Werin bibinîn!
Ji bo peravek ceset!
Mirina însanetîyé bibinîn.
Seriyén şikestî, hestiyén belavbûyî, goştén heliyayî...
Werin bibinîn!
Werin bibinîn!
Ciwan hevdu ser jé dikin...
Jehr dé bi behran biherike.
Jehr dé bi behran di nava temaran de biherike.
Yén soza xwe xera kirî, yén zempera, yén kujer dé di nava wé behra ji jehré derbas bin.
Werin bibinîn!
Werin bibinîn!

Tu xem nekşîneeee...

Bonjour karkerno!
Ez tiştek hîn bûm. Em xulamé efendiyén xwe ne ev ji bo me derdeke léééééé ew jîîîî, efendî jî xulamén xulamén xwe ne eheheheheheehe 😎. Édî em jî nîv efendî ne eh eh eh😋.  Hatta ew ji me zédetir xulam in ji ber ku ew ditirsin jî.... Seré vé sibé bi teoriyan min çawa ew fehş kir.🤠🤠😸😸👩🏽‍🏫👩🏽‍🏫 Ez é niha biçim fabrîqé ji efendiyé xwe re béjim. Bila zédetir xemé wî çébe. Îro ez xwe nîv efendî hîs dikim. Ez dikarim xwarziyé patron jî ji kar biavéjim. Valahî di navbera me de heye ew ayri mesele... Min héviyé xwe bi bayé girédaye, ba hemû valahiyan dadigire. Tu hebuya wé bayé cergé te jî dagirta keçka bîpolar. Hehehe. Lé mjn got ev meseleyekî din e. "Tu xem nekşîne ez namrim dayé, tu xem nekşîneee ez namrim dayé... Di tozana berfé de di Gola Wané de me... " Digot Siyaşevé ev jî ayrı mesele.  Hemû mesele cûda ne. Wek supply chain bifikirin. Her yek ji deverek lé xwedî qederek... Tu xem nekşîneee ez jet hızıyla namrim dayé... Şeş sal beré tefeciyan devé min xwaribû, héj jî diéşe héj... Îskeleta çena min derketibû ber devé min. Axîn û nifîna ké bû nizanim. Diya me hemûyan jî dibéje "kezeba te ji devé te re derkeve" lo. Hewqas divé mirov mezin neke van tiştan. Ma çi bûye! Hem ez é çi ji skeleté çena xwe bikim? Tu xem nekşîneee ez namrim dayé... Axîn jî nifîn jî girîng in... Fena ne, berbad in... Axîn heta axé dibe. Bila bibe. Ez jî dixwazim bibim Axe. Eré efendî. Heywax! Lé wisa nefikire... Qeder e ev. Axîné ez nekirim ax kirim Axe. Qeder jî berbad e. Ji qederé re jî heywaxek... De rabin yaa! Rabe rabe rabe! Tu xem nekşîneeeee ez namrim dayé...  Kes ranabe. Skeleta çena min derketiye, çermé wé heliyaye. Dengé min dernayé. Min nabihîzin. Dizanim hûn li wir in. İhihihihi li wir, nav nivînan de. Dengé min ket guhé we. Xew heram bû. Dengé min heram e, xewé jî diherimîne ehehehhe. Tu xem nekşîneeee ez namrim dayé...

Şevreşk e Wheh!

Rojbonjour wheh!

Şevreşk bû. Yekî pélava min dizîbû. Avétibû baxçé berber. Ez çûbûm bînim, berber ez dîtibûm. Wî min şaş féhm kiribû; zanîbû qey ez çûme diziya meqesén wî. Ez neçûbûm diziya meqesén wî, tené li ser şopa pélava xwe bûm. Wî ez girtim. Bi mûçingé guhé min re girt. Heya ku min jé re mesele got, pélava min xist lingé xwe û pehînekî binziké min da û min firandibû ser dîwaré baxçe. Paşé jî pélava min ji lingé xwe derxist ku biavéje seré min, xwedé mezin bû ku jé negirt, çu seré dara axîné, bi şaxekî ve asé ma. Vé piçekî dilé min hénik kiribû. Desté min yek li ser ziké min bû. Bi yé din jî, min hewl dida xwe, ku rabim û xwe biavéjim şaxé dara axîné û pélava xwe li wir bînim xwaré. Bi zoré be jî min pélava xwe anî xist lingé xwe yé xwas. Ez di bin dara axîné de bûm û pélava min di lingé min de bû. Min dijûnén aşîfte jj berber re got û reviyam. Ketibûm erdekî beyar, eré erdalokekî beyar, seré singa min girtîbû, ji gewriya min dengé zengarî derdiket. Wek ewtîna segan, mehîna berxan, hirrîna hespan bû. Qarînek bû. Ez di wé erda beyar de, pélava min di lingé min de, rût repitî ji wé dara axîné dûr diketim. Yek pirs hebû di seré min de: " ey çolo tu çima min himbéz nakî?" Bersiv diyar bû lé boşvérke... Şevreşk bû, wheh! Di Desté berber de mûçing, di lingé wî de pélava min... Di bin ziké min de pehîna berber, di guhé dara axîné de qarîna min... Li ser erda çolistané ez yé tazî, li ser seré dara axîné pélava min... Di guhé berber de péjna lingé min yé tazî, di guhé çolé de ewtîna min a trajîk... Li ser şaxé dara axîné erdalok, li ser rûyé diné dara axîné... Şevreşk bû wheh! Tu çima min himbéz nakî çolo? Bersiv diyar bû... Ji te re çi xolo... Ahahahaahahahahahaha  şevreşk bû wheh! Ewtîna segan, hirrîna hespan wheh! Mehîna berxan bû wheh! Dara axîné, çola beyar, gewriya zengarî, laşé rût repitî, desté bi mûçing, xewna meqesan, heza meqesan, ewtîn, mehîn, kalîn, qarîn, hirrîn, çolo, xolo, wheh! Şevreşk e, girîzan e... Wheh!

Gud monin şaşayz!

Gud monin şaşayz...
Yek diçe, yek té. Yek diçe yek té. Ev çemek çawa ye? Léhîyé reş kiriye, léhiyé reş kiriye, léhiyééé lé lé lé lé léééé hî yéééé hahîîîîîî îîîî... Pira li ser; şil û hilo, Zil zirav, pût û kevnar e... yek diçe yek té yek diçe yek té. Ey xweda çiqas zehf in ev rihén bi keder, haaaaahîîîîîîî... Yek maye heriyé de. Dike nake nikare hilgere berekaş. Serwîsa rihén pepûk di duraqa tirsé de asé maye. De lé lé lé lé lé lé de lo lo lo lo lo lo lo hayî hayî haaaaaayîîîîîî. Ez é xwe biavé ser gerdena rihéka dest bi hine, çav bi kilé, enî bi kespé hahayîîî îîîî da kesera xwe xeftan ke, devé xwe boyax ke bejna xwe xemla ke hahîîîî îîî... yek diçe û yek té... Hezar mîtro pertalén qaçax li bejné nayé.  Li ber çem xwe diréj kiriye û herdu şeqa xwe vekiriye, kul û xeman berdiavéje. Hezar mîtro pertalén qaçax li bejné nayé... Çi ber diavéje? Ji Beravétiné bizineke hoç derdikeve û direqise. Ji beravétiné şengek û pengek derdikeve. Şengo distre Pengo tavéje ber, Şengo distre Pengo tavéje ber... Yek diçe yek té yek diçe yek té... Heta yedinci gunun safaginda, yek beré xwe dide rojhelat û tav derdikeve... Ahahahaahahahahahaha. Ev ez çi saçmalamîş dibim yaa... Neyse yek diçe yek té yek diçe yek té puahahaaha. Yek pélava xwe digere, yek meqesé xwe, yek skelela çena xwe, yek xulamé xwe, yek valahiya xwe, yek guhé xwe, yek zarokén xwe, yek tiliya xwe, yek dendiké xwe, yek cixara xwe, yek fistané xwe, yek sparteka xwe, yek bela xwe, yek kumé xwe, yek otobûza xwe, yek heqé xwe... Yek diçe yek té yek diçe yek té. Xwe bidin alî deşta kezebé vedibe, xwe bidjn alî... Geniman serî hildane dij beybûnén şoreşger... Her yekî çek, pusat, zirx û mertal li xwe şidandine. Agir dibare ji çavén wan, çavén wan sor dibin, çavsor dibin... Yek diçe yek té yek diçe yek té xwe bidin alî, newala hestiyan vedibe... Parsûya dozdemîn xwe dialiqîne, çoka rasté xwe dişkîne. Heheeheyyyylooooooo lo.

Heyheyheyhey!

Heyheyheyheybaş!
Ew kî ye bi kéré, na na na ne bi kéré;  bi xenceré, bi dasé, bi biraké, bi şîş û çengélan, termé mîré min diqelişîne? Na na tené naqelişîne; digurîne, diçirîne, dizolîne, diperitîne. Şeqekî bi çengél ve kiriye û di guhé wî de pif dide. Diwerime çermé laşé mîré min. Heyheyheyheyyyîîîîî "Lo lo Ezdîşér Beg, Hekîmo té ji Télané. Termé Mîré Botan maye ber barané" Ew kî ye li ber deriyé koné mala bavé mîré min dihawarîne? Na na ne tené dihawarîne "but also" disincirîne, digazîne, diqérîne, dibangîne, diteqîne, digihîne û distirîne. Eré beré wî li girava Girîté ye, biqehr e. Kolanén Girava Girîté bi xem e, bi kerb e, bi kul e, bi jan e û tije éş e, serî li dernayé. Heyheyheyhey ez ji bo ku karibim barîna meteoran temaşe bikim hatibûm li vé giravé. Lé ew xwesteke jî qûnde bû, kixjixkixjjxjkixkix...  heyheyheyheyyyîîîîî "Lo lo Ezdîşér Beg Hekîmo té ji Dihoké, Termé Mîré Xerza maye ber barané..." ké dest avét qûna min! Puhahahahaha... Sankî yekî dest da haşmet yaa... Çermé wé jî, ewil hişk bû paşé sist û oaşé jî nerm bû, lé min nedît ew kî bû, eheheheheheehe divé xwedî lé derkevim, ehehehhe. Termé Mîré min ji şeqekî bi çengél ve kirine û li ser distirînin, li ser dixwînin, li ser dikawînin: "Qevda şûr giréda, torîno ser newqéyo..." Heyheyheyheyyyîîîîî

Serwetocixim

Hûn qîmeté nadin firîkan biréz Serwetcixim Serserîyan. Qîmeté bidin firîkan. Laşé wan şev sar e, évaran şewat. Xwé didin û kef li ser devé wan dikeve di berbangén sibehan de. Qîmeté bidin genimé biréz Serserîyan, heba dexlé giran e. Nejber ziké xwe ûré wan sist û fireh in. Mişt bi şekiré masmasok dagirtî ne, di temaré feqîran de digerin û dikin biherikin, dikin sor bin, dikin sor bikin, es bikin esmer bikin. Axxxxx béhna wan firîkan!

Û xér hatî birémin é heftemîn û cardin neçe...

Wekî asetîk asîté me

Şevbaş delalîkno!

Wekî asetîk asîté li xwe û derdora xwe digerim. Çembera min teng bûye. Pur-te-qal-an dixwim; dirané min zer dibin, zér dibin, zîv dibin, halkalî dibin yiuahahahaahaaa.

Ew Petriceya Dadaş û cehş jî nehat... Beré destekî zirav û zeîf, bi qaçaxî, bi postqaçaxî, desté min girtibû. Û dizanim ev qaçaxtî jî wekî postramûsan e û jeogenetîk e hehehehe.

Ji efsûnan bawer nakim, cixarén ji barûtan jî bawer nakim, barûtan jî bawer nakim, bawer nakim... Dûxané dikişînî berdidî, dikişînî berdidî, dikişînî berdidî... Werhasil leşé kûçikekî di çola qewmé Sir Lût de diwerime, diwerime, diwerime. Qewma Sir Lût mabû di bin erdé-erdaloké- de, dé leşé kûçiké feqîrok jî biwerime û bimîne di bin erdé de. Heywax! Ev berbad e...

Yiuahahahaahaaa béhna xwîné hat pozé min. Rengé min zer bû, zér bû, zîv bû, helqalî bû. Yé Petriceyé jî zer bibû. Ew jî natûral bû, wekî ava sar, wekî axa sar, wekî dara sar, wekî bayé sar, wekî erdaloké sar. Hinara sor, tiriyén xezebé, firîkén şewutî...

Zewqa feqîran mîzkirin e biréz Serwetocixim. Ka bise ez jî biçim bimîzim. Ax ev mîzkirin! Ev dengé kûçikan ji ku hat? Ne yé kûçiké mirarî ye, ji ber ku ev deng miriyan hişyar dike... Tu lé nenére! mîza min zer e, zér e, zîv e, helqalî ye. Û eré, dest û tilîyén min jî sipî ne, lévén min turuncu... Tu çima bi min re nayé kappe! Were em bi hev re kilaman guhdarî bikin. Kilamén Baqî Xido... Eré, berî ku Adem jî ji bihûşté were avétin kilamén Baqî Xido guhdar dikir. Heyla qeda maré kor keve! Eré Adem jî Koçer bû puhahahahaha...

Tabutta Rovasata

-Sen artık temelli burda mısın?
+Burdayjm

+Ben aslında sizden,
-Nee?
+Ben aslında sizden,
-Nee?
+Ben aslında sizden,
-Nee?
+Ben aslında sizden,
-Nee?
+ Bir şey istesem
-Çay ocağına da bakıyor musun?
+Burasiyla ilgileniyorum. Ama arkadaşlar iyidir...
- yatacak yer verdiler mi sana?
+Evet
-Verdilerse iyi...
+Eh işte...
- bazen gıpta ediyorum, benim halim senden kötü...
+Nasıl yani?
-bu adam var ya!
+Senin yatacak yerin yok mu?
-hem var hem yok...
+Benim de... Ama arkadaşlar iyidir.
- bazen diyorum benim de böyle bir yerim olsa arada şey etsem.

...

-olur mu öyle şey?
+Niye olmasın
- imkansız
+ Çekinme, yağmur olur kar olur...

...

+oda bu,
-himm
+bu da Anahtari, istediğin zaman gelebilirsin. arkadaşlarını da getirebilirsin. Ama getirmezsen iyi olur. Getirirsen Zeki görmesin.
-hihi
...
+Ben aslında sizden
-Ney
+Ben aslında sizden
-Ney
+Ben aslında sizden
-Ney
-Bir sey istesem...

...
Tabutta Rovasata

Cot cot pélav

Eyşokşan jî çû édî bi tena seré xwe dikevim civîné, ev berbad e. Belkî jî ez é édî bibim neopaganîst û di civîné de pazarlamacîyekî qurbané ekonomîyé bikim. Dolar xwîn dixwaze, Euro cotek memik, puhahahahaha...
Ji Nefertîtîya borderline re béjin bila taca zérîn biavéje nav rûyé Tutankamun û were bibe öroyîn tuccarî. Projeyeke min heye û ancax ew dikare alîkariya min bike. Ez é Nefertîtîyé bikim tefecî û qaçaxçîyeke on numara. Carna jin jî hez dikin, dé ew jî ji min hez bike, jixwe min dev ji wé cehş û kappeya Petriceyé berdaye. Petriceyé heta évaré ji xeynî nan pijaandiné tu tişt  nedikir. Sanmıyorum ama xwedé min efû bike! Min ji bo wé, ji yén dij şeytén re şer dikir. Heta duh lévén min turuncu bûn, tiliyén min sipî lé çi feyde... Ez bawer dikim ku wé keça xelké, jina fîravûnan, bi te çétir be Petriceya poz bilindok. Jixwe kengî ji Îtalyanîyan jiné çé derketîye, hewqas jî nijadperest im. Min digot leşé kûçikekî werîmîye wé digot Siyaşevé navekî xweş e, min digot léé-hîîî-yéé paréza me ya bacana xera bike digot lé lé şev dereng e...

Li xwe péçandiye ala kesk û sor û zer, bé bé bé bé bé... zéde navéje biné te erd e, bé bé bé bé bé...

Min di xeyalé xwe de xewneke dît. Ez di wé xewné de bedbext bûm. Çil pélav li ber deriyé me bû û goreva min kitén pélavan anîna li ber hev bû, min cot cot ew réz dikir. Di nava cotekî pélav de goreyekî qiréj derdiket û ez li ser xwe ve diçûm. Ez ji xewné hişyar dibûm lé xeyala min berdewam dikir. Ez di xeyala xwe de jî bedbext bûm. Çil pélav li ber deriyé me bû û goreva min kitén pélavan anîna li ber hev bû, min cot cot ew réz dikir. Di nava cotekî pélav de goreyekî qiréj derdiket û ez li ser xwe ve diçûm. Ez ji xeyalé hişyar dibûm. Ez li ser xwe ve hatim û min dît ku héj bedbext im. Eré Çil pélav li ber deriyé me ye û goreva min kitén pélavan anîna li ber hev in, ez cot cot wan réz dikim. Di nava cotekî pélav de goreyekî qiréj derket û ez li ser xwe ve diçim. Hadî bye...

Hespé bé serî

Béhna behré şor e, ya xwîné bazîk... Berévaré, li perava Gumûldûré, li ser qûma hûr û germ biné lingé min û tiliyén lingé min dişewitin. Bi her gavé tiliyén min piçek din jî dişewitin û dikin bihelin. Ji xeynî şorté min yé behré, ku bi rengé gewrahiya genim û xétén sorahiya tirîyan e, tiştek li min tune. Di desté min yé rasté de hevsaré hespekî reş û béserî, di bin çengé min yé çepé de jî seré wî hespé reş heye. Eré jékirî ye... Hevsar hercaré dike ji stûyé hésp derkeve. Ji ber ku tu girék tune ku hevsar xwe lé bigire. Giraniya seré hésp milé min yé çepé diwestîne. Carna, seré hésp bi bedena xwe ve dikim, derdixînim jor û desté xwe hinek din jî dikim di bin serî de. Carna jî lepé desté xwe datînim li ser devé wî û pé re digrim aliyé gerdené jî binçengé xwe ve dişidînim. Qûm hûr e germ... Tiliyén lingé min dikizirin, dipéjin, dihelin, direqisin, ditepin, ditewin, dimeşin...

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Roj dike ava be, av sar... Ewr tune, ba tune, insan tune, çivîk tune, dar tune deng tune... Herder ewle herder di nava ahenga bédengiyé de ye...

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Carna çavén hésp dibînim, çavén hésp jî çavén min... Ne tam girover hinkî elîps e, kutuplardan basık ekvatordan şîşîk e puahahhahahaha...

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Em dimeşin; ew bi çar gavan ez bi du gavén nermik. Ew bi coş, ez bi çîş, pardon bi tirs... Ew seré xwe naleqîne, ez dileqînim. Ziké wî werimî ye, yé min şîş... Ew tazî, ez tana şorté behré yé ku bi rengé gewrahiya genim û xétén sorahiya tirîyan e. Çavén wî çîk sayî, yé min geh vekirî geh girtî. Ew çar gavan diavéje ez du gavan. Ew bé serî, ez du serî...

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Ké ev hevsar xistiye di desté min de? Ev seré ké ye? Çima her der ewle her der bédeng e? Qene keçikek hebûya... Eré şizofren bûya jî dibû. Belkî dest biavéta hevsar, tû kira qûmé, qîjîneké jé biçûya, seré hésp bigirta erdé bixista, şorté min yé behré yé ku bi rengé gewrahiya genim û xétén sorahiya tirîyan e, ji min béxista, wheh!

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Rabe kuxika xwe bide pişta xwe û here, serwîs li benda te ye..

Çîkogiyan

Rijbiş Çikî ihihihihi!

Hey you! Yes you!
Would you help me to carry the stone?
Hey you! Yes you! 
Open your heart İ'm coming home.

Heyheyheyhey!
Eré Çîkogiyan ji te re jî qewet be. Eré loo eynî kes in, eynî der, eynî dem, eynî muhabbet, eynî nexweşî... Her roj eynî ye. Ji dévla çar salan, em du hefte tené bixebitiyan dîsa jî em ji tiştan kém nediman. Her rojén me eynî ne yaa. Ev mijarakî pir ciddî ye. Divé tu dev ji şehkirina porén xwe berde...

Puahahaaha jî ji dil nayé îro, vésbé... Naxwazim ihihiyan jî. Jixwe yé sebra dilé xwe winda dike, nikare réya mala bibîne...

Îro şûna te Lady Meral nivîsand... Şimdi mutlu musun? Ühühühühühü... Ahahahaahahahahahaha
Min xewn jî nedît û pélavén li ber derî jî li cihé xwe ne... Xwezî ez bûma eshot şoforî lé min ev roje nedîta... Hey you! Yes you! Çima çû?

Gerestérk diteqin boom!

Îna te bixér "keviré reşé Çiyayé Qerejdaxé!"

Gerestérk diteqin boom! Ya heyvé kişandî, tu stérkan nekişandiye, lé dîsa jî pişta xwe dide tavé û siya wî dikeve li ser kevirekî li Çiyayé Qerejdaxé. Piştî tariyé ronahî té, piştî ronahîyé tarî, piştî tariyé ronahî, piştî ronahîyé tarî, piştî tariyé ronahî...

Wekî kulîlka biharé tu bi xér hatî keçikok (li vir nav bi tîpén biçûk, biçûcûk in) eheheheheheehe. Hînşşallaaa mijangén te yé li vir diréj bibin... Ka ew keçika te li parîsé naskirî?

De haydé rabe tî bûme. Asîman ewr girtiye. Lé ewr ne tarî ne, tarî ne, ne tarî ne, tarî ne... de haydé rabe Lûsîferok! Em biçin tariya ewran, tariya şevan, em biçin li xwe bibînin. Bu arada diranén te berbad in Lûsîferok ihihihihihi... Dev jé berde! Xweda diguhere; dibe insan, dibe masî, dibe pur-te-qal, dibe xezalek çavhingivîn, dibe cesedek li Deşta Herrané... Lûsîferok rabe, em biçin; béhna miriyan dicûm, béhna axa miriyan dicûm, diziqumim. Rabe xwedé nehiştiyo!

Şîşgobekek silava keşîşan bide we, qîmeté bidin wî efendîno. Eré loo, Hamlet jî ehmeqiyek wisa kiribû û pişta xwe dabû tavé. Eré lo siya wî jî ketibû li ser kevirekî li Çiyayé Qerejdaxé. Bohohohohoho dev ji wî ehmeqî jî berde lo.

Aslinda şeva din, di nav behrekî ji şeraba sor de bûm, xulamé meyxané bûm û tabîkî şil û şepel bûm. Jinek bi baré xwe ve dimeşiya, û ji hemû çolén dinyayé derbas kiribû û hatibû li ba min. Eré yaaa li ba min! Gava li hemberé min rûdinişt şilfîttazî dibû ihihihihi lé aslinda ne tazî bû jsjsjjsjs. Li min dinéhérî wekî ku li Hamlet (eré Hamlet) binére, li min dinérî. Tabîkî ez jî di nav behrekî ji şerabé de bûm, xûlamé meyxané bûm û şil û şepel bûm...

Min lévén wé dimijîya. Di nava bahoz û bahor û kırbaç firtinasî de. Çavén wé, destén wé û lévén wé diçû û dihat, diçû û dihat, diçû û dihat, diçû û dihat... Tam ölüm döşeği bû...

Xwedé qehra xwe li wan bankonotan bibarîne! Amîn. Kî min dibîne li vir? Ez di nava çemberé de me, ne tîkîtené me. Bi sévan şorbé çédikim, bi mewîjan birincé, bi zirincé goşt... Dixwim ha dixwim... Gazî dikim bi dengé xwe yé herî şérîn dîsa jî min nabihîsî, ev berbad e...

Ew peyva herkesî dizanî çi bû?  Dûr, nézîk, dûr, nézîk, dûr nézîk... Aniha bi dengé xwe yé herî şerîn diqîrim lé dîsa jî rasté Petriceya Îtalyan nayém. Ha li wir, li dûr, li wé deşta kezebé, li wé kezeba rast, cesedek li erdé-erdaloké- diréjkirî heye.
Rihé me ji gunehan fedîyok e, heywax!

Bila nebe derd. Évaran şewat diherike, şerab diherike... Xwe li tehtan digire, li newalan... Newal jî, av jî, jin jî axînan dikişînin. Şirrrrrrrr, şirrrrrrrr şşsşiiu, rşşiuu şerab diherike û xwe li tehtan digire... Şir şira şerabé ye, puahahaaha... Cesedekî sipî rast kiriné li wé newalé... Şirrrrrrr şirrrrrrrr şşişssuii, şşiu,rşsss


Çetelé xwe bobreka min re dike, Wheh!

Merhab! S. Aleyk! Bonjou! Rojba!

Rabe rabe rabe rabe qidqida mirîşkan e. Pîna mirişkan hilweşiyaye, béhna nané şewutî, kûté nan té. Taştéya me goşté elokan e gulugulugulugulugulu... Sibehek şérînok e, baran e. Devé min zûha bûye, divé yek devé min bigûre, biqeléşe. Sé çar loqme goşté eloké danin di devé min de paşé bigûrin. Qidqidqidak qidqidqidak gulugulugulugulugulu. Sé hékén mînnoş û tabilek goşt...

Ji Cebelîtarixé derbas bûm lé li te derbas nebûm heywan kızı heywan ahahahaahahahahahaha. Lé divé wé jiné nerehet nekim. Kartolan jé re biqelînim, nané kevin sor bikim. Eré kamyonek nané kevin e rizqé min.  Seré vé sibehé şerbeté vedixwim û dirané xwe tûj dikim ji bo goşté eloké. Asîmanek zér, derîyek tenha, dayîkek li ber derî... Qidqidqidak qidqidqidak gulugulugulugulugulu. Sé hékén mînnoş û tabilek goşt...

Çatalé xwe bobreka min re dike wheh! Li ser de jî dizivirîne û dixwaze aliyé din jî biqelîne. Ecéba xwedé! Keçé te rûné temaré min qerisand.

De haydé Shahramé dilé min, tékeve muzîké. Santûra te daré zeytûnan dihejîne, pur-te-qalan dadiwerîne. Kî ye pur-te-qalén zérîn bi pelén zirav dipéçin û ji jinén sosyetîk û asosyal re dişîne? Dirané xwe dişîdînim, guhé xwe vedikim, dest û péyén xwe ditarigînim. Ev deng ev Shahram... heywax! Berbad e. Çend donim e rihé te Shahramok?

Insanén herî kevin belavé her çar goşé dinyayé bûne. Loma bajar kevnar in, qedîm in, deriyé bajaran tenha ne. Mînak Sodom, mînak Gomore; hemû navén mirî ne. Oldarek li ser parşomeneké çoké xwe şikandiye, ayetén qedîm dixwîne. Ayet qedîm e yan dengé wî? Eşqa xwedé! Ev pisîk çi digere li ber piyé oldér? Di navbera zilamé oldar û parşomen de pisîkek bi terî xwe ve derbas dibe. Miyaaaaavvv mkynouuaaavvv dimirmirîne, çavé xwe sor e, simbélé pisîké birq e. Béhna mîz jé té heyla qeda çavén te yé xûmrî ketî pisîkok! Miyaaaaavvv mkynouuaaavvv...

 Guhé xwe bi çermixé ve mix dikim, bizmaran di lingé xwe de diqutim. Desté û lingé min bi bizmar in. Ev kafirbava pişta min dixure, heywax! Kes tune pişta min bixurîne, posté min fireh e, pişta min xur... Cané bizmar jî diéşe, bizmaré béhestî jî diéşe. Hesin e, sar e, hişk e, reş e ev bizmar. Berî her tiştî zirav e. Bi kakûçan rast dikim tiliyén xwe eheheheheheehe eré manyax im ehehehe... Dikarim xwe bi vé bizmaré bikujim, miyaaaaavvv mkynouuaaavvv dimirmirînim...

Di merasîma Marvélé Arjantînî de me. Marvel sersor û sermest û serserî bû. Ji tîbûné devé xwe dixwar, tîbûneke bédawî... Wekî çîyayé Zagrosé bû bedena wî, çiqasî jî av vexwara dîsa jî şil nedibû laşé wî. Her daîm cermé wî zûha, destén wî şeq, lévén wî zîval zîvalî bû. Axx ew dest! Gava ji bo azadiyé radikir, li jor stérk dadiwerî, diçirûsî, dipekî û diteqîya. Asîman, hîv û rengé derpîyé Petriceyé ji hişé min dernakeve. Ev Marvel li ku derket? Ecéba xwedé! Çay hazir e, kecikeke nazik û nazenîn bobreka min diqelîne. Memiké wé memiké biziné ye ehehhehehe...



Yextîyarekî bi jartîyer

Yextîyarekî bi jartîyera xwe ya gewr ve, hin caran mîna hanimefendîyan, hin caran jî mîna beyefendîyan, li ber neynika saloné, nifînén nazik ji xwe re dikir: "Metamorfozoka te bişké! Gerdena te ya qazî bişewute! Bejna te ya zirav xwar be! Çermé te yé qermîçok qeto qeto be! Sûrmeya te birije! hwd." Paşé jî, bi nîv devî, wekî pestgotinan(sayiklama) ji devé wî çend peyvén erotîk jî derdiket: " ax keçikok, ax ew keçikoka li ber peravé, ax ew keçikoka xweşken û xweşik, ax ew memikokén zîvî..."

Temolok, ew yextîyar li wir hişt û xwe avét derve. Hemû bendikén mîntané xwe vekir, sînga xwe derxist derve. Çû li ber dareke zeytûné û bi destméja xwe ya biçûk, dara zeytûné hişt di nava kefé de. Hinarokén Temocuxum xemseyî bûn. Gava dibû évar, bi maskén enîya wé bi xétén zer û reş hatî xemilandin, rûyé xwe digirt. Maska wî di bin şewqa heyvé de; péşî vediguherî rengé pembeyî, paşé zera zér, paşé zirincî û paşé jî vediguherî rengé orjinala xwe.


Merasîma cenaze saet di çendan de bû? Éééééééééévareeh ro deerengeeeh ro deeerengeeh...  Xwedîyé cenaze anî bîra xwe; aniha ew bi kulîlkén cenaze re mijûl e. Kulîlkén bé armanc, nermijokî, leymonî, dilnizm û bépel... Beybûn, nérgiz û gulén bi strî... Temo, ev hemû li perava Çemé Murat dîtîbû. Hofffff, dev ji kulîlkan berde keçelo! Zû zû bimeşe... Deh gav avét û neavét, di navbera deh gavan de; yané bi qasî deh gavan; em dikarin béjin deh mîtro jî; belkî ji deh mîtroyan piçek zédetir, belkî jî ji deh mîtroyan piçek kémtir; hema em béjin tam deh gav avét û însomnîaya wî ew girt. Çavén wî dihat girtin diçû û dihat. Di xeyalé xwe de kaktûsa xwe ceza dikir. Ew nedibir Çola Taklamakané, dibir û datanî li kéleka sosina avé.

Gavek diavét û di navbera du gavan de; yané bi her gavé, em dikarin béjin mîtroyek jî; belkî ji mîtroyekî piçek zédetir, belkî jî ji mîtroyekî piçek kémtir; hema em béjin tam gavek diavét û diket li nav aveke sar. Giraniya avé nedihişt ew binav bibe. Laşé Temoloké me ji laşé avé siviktir bû. Heywax! Na, ev av ne sar bû û ne jî sivik... Ev av, hem şor bû hem jî bi kef... Eré ketibû li bin dara zeytûné. Heta sibehé bi her hélm dayîné baloneke, ji kefa li ber devé wî, çébû. Ax Temocuxum! xwelî li seré te be

(min wergera Tirkiya vé biwéjé ji bîr kir. Ji ber viya ez é  wek jéré wergerînim, hînşalllah wé eyné wateyé bide. Amîn.
xwelî li seré te : amk salağı)

Xwîna Tirîyan

Kî ne yé ku weha axîné li me dibarînin? Seré vé sibehé, seré tiriyan jé dikim û xwîné jé diherikînim. Ji devé kappeyeké qedehek xwîna tiriyan vedixiwim. Xwîn im, xwîné dirijînim, xwîné dikelînim, xwîné difiroşim, xwînvexwar û xwînxwar im.

Qefesa sînga ké ye weha diricife? Parsûya dozdemîn ji qafesé derketiye û wekî teleskopé beré wé li seré memiké ye. Memik dûr in yan gerestérk? Seré memikan birq in yan stérk? Diranén zér hildiweşin li gerdené; zér zer in yan gerden?

Kuxiké dîsa li min şidandiyé vé sibé, lé zirhé min zexm e. İhhhiiiia uhhhuaaahahahhaa. Dengé kûçikan té li bin çermé min, dike bifetise, dike bitemire haâaaawwvvwvwuuu haaaaavvvvwwuu hahahahahaaaaaaawvwvwvw dengé kûçikeke sorgevez té ji keseba min puhahahahaaaaavvvwvv. Dengé havhaveke té uhhuuhu...

Béhna min bîle îro, min teng dike. Béhn çawa dikare teng bike yaa? Kî ne yé ku weha axîné li me dibarîne? Kî ne ew keftar û wawik û şûmén weha karbondîoksîté li me dibarîne, béhna me diçikîne? En son rûbaba Rahîm Khûshnawaz weha li min kiribû. Ji ku derket ev béhntengî? Neyse... Dev jé berde yaa... Hefteya bé em é biçin seyrnané, em é goşt bixwin? Zarok jî, heta ku xwarin amade bibe, yé li derdoré bilîzin. Apé Dîlané yé masiyan bigire, bavé Dîlané jî yé menqelé çébike... Hofffffff çi rojeke erjeng û berbad! Menqel bîle Kurdekî bextewar neke bizanibin ku ew ne baş e, eheheheheheehe