12 Nisan 2019 Cuma

Ecîn hard party

Min herkesî vexwend(davet) ecîn hard partyé. Wé party li ber çemé kevseré, bi ayînén pîroz dest pé bike. Mévané me yé surprîz, Azraîlé sempatîk e. Azraîl Beg gava poré xwe şeh dike dikene, dirané wî yén durî(inci) û sedefî dibiriqe. Belkî tekera lingé tu kesî nezivire, neçe li ba wî lé ez é biçim û sîlekî li pişt stûyé wî bixim û merhabaké bidim. Bila seré xwe yé kûbîk bixwirîne û ji bo rûmeta partya me, desté miriyeke maç bike, mil bide darbesteke(tabut) giran, erebeya cenazeyeke séwî biajo û dewra yasîné jé re bixwîne... Yaaaaaaaasîîîînnnnnn! wel-Qur'anel hekîm, innneeeekeleminelmurselîînnnn alâ siratiiin mûsteqînnn...

Hey hey hey hey!  Cotkareke ji şûna toxmé nîskan kezzabé direşîne li zeviya xwe. Û li ser de jî barané dixwaze. Hey hey hey hey! Jina wî ducanî ye. Bi sabûna şîn, şeqé jina xwe difirkîne, dişo. Bé nezerî! Dinyayé ji zîndané derdixîne, belkî jî zîndané ji dinyayé...  Dengé zayîné li çol û çolistanan olan dide(yankilanmak). Deng ne deng e; sewt e, qérîn e, qarîn e, ewtîn e, melîn e, kayîn e, hirîn e û ji parsûyé dozdemîn té... Hestiyé geyşaya Kurdistanî dileqe. Çavén wé yé ga bel dibin. Hîpotenûsa şeqén wé ji éşén wé diréjtir dibe. Ha ji we re çala reş, ha ji we re feza...

 Elhamdûllîllah elhamdûllîllah elhamdûllîllah! dinyayek nû za; bi kefené xwe yé sor ve, bi kelekvané(kayıkçı) xwe yé yextîyar ve, bi sé kîlo û nîv goşté xwe ve. Kulhu-wellahû e'hed Alllahû samed... Bi gunehé xwe ve, bi girîyén xwe ve, bi kenînén xwe ve... Lem-yelûd we lem-yûled... bi rengé xwe ve, bi qedera xwe ve, bu kesera xwe ve... we lem-yekûn lehû-kufuwven e'hed... Bi hebûna xwe ve, bi tûnebûna xwe ve, bi xwe xwe ve, bi xwedayé xwe ve...


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder