9 Nisan 2019 Salı

Yextîyarekî bi jartîyer

Yextîyarekî bi jartîyera xwe ya gewr ve, hin caran mîna hanimefendîyan, hin caran jî mîna beyefendîyan, li ber neynika saloné, nifînén nazik ji xwe re dikir: "Metamorfozoka te bişké! Gerdena te ya qazî bişewute! Bejna te ya zirav xwar be! Çermé te yé qermîçok qeto qeto be! Sûrmeya te birije! hwd." Paşé jî, bi nîv devî, wekî pestgotinan(sayiklama) ji devé wî çend peyvén erotîk jî derdiket: " ax keçikok, ax ew keçikoka li ber peravé, ax ew keçikoka xweşken û xweşik, ax ew memikokén zîvî..."

Temolok, ew yextîyar li wir hişt û xwe avét derve. Hemû bendikén mîntané xwe vekir, sînga xwe derxist derve. Çû li ber dareke zeytûné û bi destméja xwe ya biçûk, dara zeytûné hişt di nava kefé de. Hinarokén Temocuxum xemseyî bûn. Gava dibû évar, bi maskén enîya wé bi xétén zer û reş hatî xemilandin, rûyé xwe digirt. Maska wî di bin şewqa heyvé de; péşî vediguherî rengé pembeyî, paşé zera zér, paşé zirincî û paşé jî vediguherî rengé orjinala xwe.


Merasîma cenaze saet di çendan de bû? Éééééééééévareeh ro deerengeeeh ro deeerengeeh...  Xwedîyé cenaze anî bîra xwe; aniha ew bi kulîlkén cenaze re mijûl e. Kulîlkén bé armanc, nermijokî, leymonî, dilnizm û bépel... Beybûn, nérgiz û gulén bi strî... Temo, ev hemû li perava Çemé Murat dîtîbû. Hofffff, dev ji kulîlkan berde keçelo! Zû zû bimeşe... Deh gav avét û neavét, di navbera deh gavan de; yané bi qasî deh gavan; em dikarin béjin deh mîtro jî; belkî ji deh mîtroyan piçek zédetir, belkî jî ji deh mîtroyan piçek kémtir; hema em béjin tam deh gav avét û însomnîaya wî ew girt. Çavén wî dihat girtin diçû û dihat. Di xeyalé xwe de kaktûsa xwe ceza dikir. Ew nedibir Çola Taklamakané, dibir û datanî li kéleka sosina avé.

Gavek diavét û di navbera du gavan de; yané bi her gavé, em dikarin béjin mîtroyek jî; belkî ji mîtroyekî piçek zédetir, belkî jî ji mîtroyekî piçek kémtir; hema em béjin tam gavek diavét û diket li nav aveke sar. Giraniya avé nedihişt ew binav bibe. Laşé Temoloké me ji laşé avé siviktir bû. Heywax! Na, ev av ne sar bû û ne jî sivik... Ev av, hem şor bû hem jî bi kef... Eré ketibû li bin dara zeytûné. Heta sibehé bi her hélm dayîné baloneke, ji kefa li ber devé wî, çébû. Ax Temocuxum! xwelî li seré te be

(min wergera Tirkiya vé biwéjé ji bîr kir. Ji ber viya ez é  wek jéré wergerînim, hînşalllah wé eyné wateyé bide. Amîn.
xwelî li seré te : amk salağı)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder