9 Mayıs 2019 Perşembe

Bihéle devé xwe av bidim

Bihéle devé xwe av bidim

Baaa-bilîsok e. Robîn ji babilîsoka klîmayén Rubens û ji axaftinén tehlik, xemé dikeve. Dilerize ihihihihi, merasîm e, ihihihihi giyabinda.l, ihihihihi... Pirtika barané jehré dide hewayé. Boran û tofan û kaos e. Şartéra seré yazdanekî pozbilind avétîye. Qîyameteke nûjen û erotîk e. Klima can didin di nava desté avahîyan de. Can didî. Naxwazim can bidî di nava desté min de. Nede, bide, nede, bide, nede, bide-nede... Kiréç ji rûyé te diweşin, ji hinarokén te, ji te, ji xénî.

Baaa-bilîsok e. Ba hûûûû dike hûûûûû. Allahûûûû ekber! Temarén xanî diqetin. Xwîn jé diherikin xew jé diherikin. Robînsok! Temaré xwe, bi singén ji hestîyén lingan, di sînga min de neqûte. Keviré tirban ji awirén te tûjtir in. Di balafirgeha hundiré min de, ji dévla Boeingan, tîmsahén sorgevez réz bûne. Dev ji cirnîsan berde, ramûsanén min jî xweşik li gerdana te réz bûne ihihihihi. Gerdena te ye balafirgeha herî mezin, tu balafir wekî gerdena te, min nafirîne Robînsonok!

Çala çavé te kûr e, ba xwe lé nagire, baaa-bilîsok xwe lé nagire. Bes bikole çala çavé xwe, téra xwe kûr, téra xwe tije, qiréj û av e. Tîka dikim, bihéle ku kerîya xezalén xwe jî av bidim, genimén xwe jî, devé xwe jî, tilîyén xwe jî... Qehpikeke sewisî ye dilé te, divé di nava kirasén pembeyî de veşérim.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder