17 Nisan 2019 Çarşamba

Kîvroşké

"Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké, Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké..." Duh nebûya, sibe tunebûya... Bastîq hebûya, leymon hebûya, kaburga dolmasî hebûya... Xwîna berxikan nerija, xwîna cewrikan nerija, xwîna xizanan nerija, ya zarokan nerija; xwîn nerija, neherikiya, nepekiya... Li herkesî, misînek ava hestî, varîlek şîré bizinan bihata belav kirin... Lé mixabin; déyek dimire, hemû zarokén wé belav dibin. Zebeşén fosforî û mewîjén şokbûyî şîn digirin. Bédengî dikeve para orkestrayé, dengé béaheng, ancax herdu odaciké dil dagire: "Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké, Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké..."

Ew kî bû digot xwedé nézîk e? Eré, Xwedé nézîk e, lé dest giran e; mezin e lé hédî ye; sert e lé bé qidûm e; hûç e lé ne mîna gamasiyan e. Xwedé axir adam e, mijaré biguherîne; dev ji sév û maran berde..."Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké, "Kîîîîîîvroşké kîîîîîîîvroşké çindé çindé çinnndiké..."

Qazaneke şorbenîsk çébikim dîsa jî dilé min rehet nabe. Xwe biavéjim nava qazané de dîsa jî dilé min rehet nabe. Bibim çemçik û şorbé hev bidim dîsa jî dilé min rehet nabe. Gupgupa dilé min e, dikele, bila bikele. Du sed û péncî gram dil, pénc şûşe av, kevçiyeke pul bîber, yeke pûng, yeke kekîk û bi seré kevçî xwé... Bîst pénc deqeyan li ser agiré gurî, geşî; pénc deqeyan jî li ser agiré kısık; bipéjîne, bikelîne, bihelîne... Ha ji te re şorba dil! fûûûfûûûfff fûûûûffûû pûffffff ûffff xwe neşewutîne.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder