18 Haziran 2019 Salı

Qapaxén çavén min û mîza bédeng

Qapaxén çavén min û mîza bédeng

Ev du meh e yekem car şeva din, ji xewé hişyar bûm. Rabûm, saet çar bû. Ji bo ku xewa min neherime, min qapaxé çavén xwe venekir. Di nav cihan de rûniştibûm, nişkave gunehé min bi min hat. Ji bo ku zédetir xwe aciz nekim, rabûm çûm wcyé. Min di wcyé de diréj diréj, téra dilé xwe, bi çavén girtî, ber bi dengé avé, bi avé re, bi kela xeyalén xwe re, bi zagona xwezayé re, di bin şewqa lembeya 100 wattî de, bi domdarî, li gorî teorama lîmît û permûtasyoné bi aheng û şéweyek harmonî mîst. Şirşira avé û ya mîz, li gorî bîyolojik saeta min, 23 sanîya devam kir. Di nava van 23 sanîyan de 23 caran emré min li ber çavén min re derbas bû. Rojén biçûktayé, yén lîsé, û yén di  zanîngeh û yén di nava xebaté de derbas bûyî, hemû wek makaleyeke bi rékûpék, riste riste, gav bi gav, zipzindî, mîna ku  gurme gurma şerekî şeva tarî ya gerîlayén fîşekan bi baldarî dibarîne, direşîne, dipekîne, dihewîne, diperpitîne, dizolîne, dizingirîne, diçirîne, diteqîne, dixîne, dikuje, disojîne, dikulîne, direvîne, zora dijmin dibirîne, qedera welét diguherîne, heyfa şehîdan hildikîne, şeva tarî diçirîne, dengé bayé û zûrîna guran ditemisîne, şewqa stérk û hîvé dişemirîne, bédengiya tehtekî dixemlîne, li ser min de barîya. Vegeriyam li dû xwe, li nav nivînén xwe.

Destén min békontrol, di bin kontrola sînîrén mejî yén parasempatîk de, diréjî telefoné bû. Du caran di nav lepé xwe de zivirand û tilîya xwe avét li ser kezeba tûşa vekiriné. Gava telefon ji bo emilandiné amade bû, min qapaxé çavé xwe yé çepé, mîna ku deriyé felaté vebe, mîna ku zarokeke ji rehîma diya xwe bikeve, mîna ku satileke nav rûyé avake sar bikeve, vekir. Saet 04:01 bû. Çend heb peyamén rojane, çend agihandiné înstagram û twitteré hebû. Ji xeynî van, di ekrana telefona min de tiştek tunebû. Seba ku çavén min ji xewé tehl nebe, min bi giranî cardin qapaxé çavé xwe yé çepé nişîv kir(aşağı indirmek).

Saet di navbera çar û şeşan de, şexsiyetén min yén eroûtîk,  karker, dîn, zarok, nermik, feodal, xizan, beyefendî, zîrek, zalim, hérs, kenok, tirsok, giran hwd. tevlîhev bûn. Bi ahenga dîn û har û kenan ve hişyar bûm (17 deqqelik serboriya min a di serşoké de jî heye lé xwe re nabînim behsé bikim).