21 Ekim 2013 Pazartesi



 GIRÎZAN[i]

 

Dengek tê…

Xwirînek li ewran dikeve.

Bagerên bajêr, bi qarîna peyvan, kerr dibin.

Newayek, li newalek…

Di navbera du meytan;

Yek kelogirî yek girî,

Yek distre yek vedgere.

(mirin her du çavan kor)

Lêvên qermîçok, stranên xeman dihone û

 Hevî bi ken û girî stranan dikeve.

Efsûnên cadûyan, her ku diçe, hefikan çêdike ji axînên muzîkjenan re.

Çiyayên serî gog, meyan -bi çeman- sermest,

Şevên agir pê ketî fehş dibin.

Fîxanek, ji qirikê…

Orînek li guhê gunehan dikeve.

Hinarkên  ayetên mirinê  dialêsin, bi ahêna ah û waxan, berbad dibin

Sofiyên laş bi kakût, ayetên pîroz diqîre.

Zulfên li ser eniyê helaq,

Bijangên cizbe ketî hejar dibin.

Azan didin stêrkên sibehê.

Diranên bi navê evînê direqisin, ji êşan re tîj dibin.

Qijikên reş, li ser darên sipîndaran, findan bi kerban vêdixin.

Ew lêvên şerbet, ew şerbetên xweşken tî dibin.

Qernefîlên pûş, li ser serê tilîlîyan, qidûman dikeve.

Keşîşên li ser textên zêrin, bi aramiyê re, gunokî dibin.

Malgerokên şehwetê ketî, ji êşên xwe re, şevan direvîne.

Moriyên ber bi Dîwarên Giriyê[ii], bi îske îska Cihûyan, kerr dibin.

Û hêsrên şeytên, ji çavan heta çeman tije xwîn dibin.

Dengek tê…

Agir bi min dikeve.

Dengê Dêra dilê min dişewite.

Û ji min re dibêje:

Bimire!

Li wan kolanên te jê hezdikir de, bêşekal bimire.

Li bajarê şêxan de, bêdue bimire.

Bi xezebên li min hatî barandin ve bimire.

Li ber çavan, bi dengê kuçikan bimire.

Bimire eşqa min bimire.

 




[i]  Girizînok. Xof ketin dilê yekî.Bi tirkî ürperti.
[ii] Dîwarê ku ji cihûyan re pîroz û diçin li ber diayan dikin.bi tirkî ağlama duvarı