29 Kasım 2019 Cuma

Mayakovskî- Ji bo herkes û her tiştî

Ji bo herkes û her tiştî

naxêr.
Nabe.
Dildaram, tu jî ji min xeyîdî?
Bo çi?
Binêr,
Hatim.
Min kulîlk jî h-anî,
Lê, lê... min qet xerabîyek li te nekir!

Bi rûyek çilmisî
Ketim û mam bi şewişî
Kolan li derdora min zivirî hey zivirî
Min bihîst dengê frênan yên biteql
Ba digobilî
Hinarokên min diêşand.
Gelemşeyek weha hîç nebibû.

Di peytaxta alozîyê de
Min li derdora xwe nêrî
Bi rûyek hişk,
Kewgirî,
Qey dibêjî l'ber sikratê bûm.
Di vê navberê de, dilê min jî zîyan e.

Xerabîyekê li min nakî
Lê bi min re eleqedar jî nabî,
Êdî
Hîç ne xema te me.

Eşq!
Tu hebû hertim di hişê min de
Bes e!
Dawî bikin vê lîstoka bûdelayî
Hûn bixwazin min binirxînin
Ez serserîyê herî biîhtîşam im.

Tê j'bîra te?
Gava pişta Îsa di bin xaçê de qulûzî bû,
Ji bo bêhnekê sekinî.
Qelebalixa ku wî temaşe dikir,
di wê demê de kirin qêrîn û bi ken gotin:
"bimeşe, bûdelayooo!"

Rast e!
Heyfa te li min nayê.
Di roja wî ya herî dijwar de
Diqêrî li rûyê hêjarekî,
Rehetîyê nadî wî, lenetê lê dibarînî
Lê jixwe em amade ne ji bo vê

Rewş va wisa ye!

Bi sond ez ê bibim yekî durist,
Keçekê bidin min.
Bila yeke ciwan
û tiştek xweşik be.
Ti xerabîyê lê nakim
Bi tenê ez ê safitîya wê xera bikim,
Bi peyvên xwe yên tûj û qeşmerî

çav be çav! diran be diran!

Bênavber bi hezaran caran ez tolhildanê fikirîm.
Hûn bixwazin min bitirsînin.
Sûcdar di ortê de ye,
Ne wusa?

Çav be çav! diran be diran!

Bikujin
Min çal bikin.
Ez ê xwe ji wir xelas bikim.
Çi ji destê min bê ez ê bikim.
Lê mîna kûçikekî
Ez ê bidim pey we
Û bênavber ez ê êrîşî we kim.

Bi şev tu yê ji nişkave hişyar bibî
Çimkî ez ê bi dengê xwe yê zûrik gurmînî li şeva te bînim.
Tu hîç dilekî rehet nadî min,
Nema ti ferqa min ji girtîyekî
Lê dîsa jî bihêz im ez!

Mîna xezaleke ku stûrhê wî maye bi têlê ve me.
Çavên min sor bûne.
Hêjarekî jî bim
Ez ê derkevim li hemberê herkesî
Û rûyê xwe nîşanî herkesî bikim.

Însan nikare bireve!
Bi haleke
Pîs û poşman.
Ku hewce bike diraze li ser kevirên sar.
Ez ê jî xêz bikim wêneyê bêdînekî
Li ser derîyê Çar


Zûha bibin çemno! Bila têhna Çar neşike.
Nifîran lê bikin.
Rojo! tava xwe ji bo wî beyhûde xerç neke.
Bi hezaran hevalên min ji qadan bên avêtin!
Lê gava ew wext, ji heyamê dûr ve û ji qerisînan rabû û hat,
Wê bizanibe ku rojên xwe yên dawî diqesifîne/dikuje.
Dê heydût û celadên wî nikare ewî xelas bikin.

Roj hiltê.
Hingî diçe ezman vedibe,
Û hêdî hêdî şevê dadiqurtîne.
Pace birqonek in,
Miqilk germikî...
Tava azadîyê dibare li ser bajêr.

Ey tola pîroz!
Rêberîyê ji min re bike
Pir bi hêz î
Dijî di risteyên min de.
Ev dilê min
Yê ji te re bêje her tiştî
Mişt tije ye ew.

Ey insanên pêşende!
Çawa nin?
Divê ez we nas kim.
Li vir im,
Bi hemû êşên xwe ve.
Birînên min dinalin...
Ez ê ji we re bihêlim her tiştê xwe;
Wê mebesta xwe ya bextewar.

Vladimir Vladimiroviç Mayakavski
wergêr: erdalok

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder