5 Kasım 2019 Salı

Kevir - Birhan Keskin

Kevir - Birhan Keskin

Hûn ewil rastê rûyê min hatin. Ya herî kevin a li vir im ez. Zikê dinê me. Êşa rûyê erdê li ba min e. Qûm û teht, ez im.

Zanista tenhayî me ez, zanista bêdengîyê...
Plana mezin a sekinîn û mayînê me ez.

Min hemû tişt dît, hemû tişt. Çûyîna avê, kulîlkvedana daran... Min bi caran dît, hê jî ez ê bibînim. Zemanê mezin, ez im.

Behr û pelan li min xist, bayên hişk sertarên min ji xwe re kirin wargeh.
Şikestim, hatim verisandin, hûrhûrî bûm;
Zivirîm, kelijîm cardin bi xwe ve.
Vebikî, bişkînî, lê binêrî; hemû rûyê erdê di her misqala min de ye.

Min kevir kişand, hundirê min ji ber min betilî ye, zimanê min dengvedaneke pir dirêj e.
Ya herî kevin a li vir ez im.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder