27 Ağustos 2019 Salı

Ji filîma Tarantino - Pulp Fiction

Ehehehe rojbaş ehehehe

Rêya zilamê dilpak, bi zilma bêînsafîya xweperestan/egoîstan û mirovên xerab ve hatîye pêçandin/dorpêç kirin. Bi tenê kesê ku bi navê merhamet/dilnermî û nîyeta baş, di newala tarî de, ji yên zeîf re rêbertîyê dike hatine homandin/evrandin. Ji ber ku ew pişetavanê rastîn yé birayên xwe û rizgarkerê zarokên wenda ye. Ez ê teqez heyfa xwe ji yên ku dikin birayên min jehr bikin, bistînim û bi hêrs û hêzeke mezin li wan bixim. Û gava ku bêm tola hildim tu yê fêhm bikî ku navê min Xweda ye.

Ji filîma Tarantino Pulp F.

The Ballad of Reading Goal - Oscar Wilde

Rojbahahahahahaş!


 Balada Zîndana Readingê
The Ballad of Reading Goal - Oscar Wilde

Çakêtê xwe yê sor li xwe nekiribû
Ji ber ku xwîn jî şerab jî sor bû.
Û xwîn jî, şerab jî bi destê wî ve latimîbû
Dema ku ew bi termê wê re dîtin
Li rex termê wê rebenê
Ku hezker û qetilkerê wê yê li nav nivînan.
Meşîya bi sucdarên din re
Li nav kincên gewr û xirpanî;
Di serê wî de kasket
Û bi gavên aram û şadîman;
Lê min qet nedîtibû yekî ku
Weha kewgirî noqî rojê dibe.

Min qet nedîtibû yekî ku weha
Li konên çîksayî, şîn û biçûk
Ku mehkûman digotin asîman;
Û ewrên ku her carê bi bawenên zîv
Li bayê diket û diçû
Bi çavê kewgirî temaşe dike.
Û meşiyam di nava çemberekê de
Bi wan rihên nava ezabê re
Û fikirîm dibe ku çi kiribe vî zilamî
Dibe ku mezin an biçûk bû sincê wî
Di wê heynê de yekî ji paş min ve
Bi dengekî nizm kir pistepist
"Yê wî zilamî di demeke nêz de darve kin."

Ey Xweda! Dîwarên zîndanê
Ji nişkave hejîyan,
Asîmana li ser serê min
Bû mîxferek pola ya ji agir;
Û dema ku ez jî rihek bi ezab bûm,
Min jî ezabê xwe hîs nedikir.
Min fehm kir ku bi kîjan fikrên lehnetî
Dimeşe di vê rêyê de,
Min fehm kir ku çima bi çavên kewgirî
Li rojên ronî temaşe dike;
Hezkera xwe kuştibû vî zilamî
Û ji ber vê jî wê bihata kuştin.


Axirê herkes dikuje hezkera/ê xwe,
Vîya wusa bizanin.
Hinek bi awireke tûj dikujin,
Hinek bi pesneke xweş...
Yên bêzirav bi ramûsanê dikujin,
Yên wêrek bi derba şûrê!
Hinek bi ciwanî dikujin hezkerên xwe,
Hinek bi extîyarî;
Hinek bi destên şehwetî dixeniqînin,
Hinek jî bi zêr û zîvan dixeniqînin hezkerên xwe,
Yên dilovan xencerên xwe dik-şînin;
Ji ber ku yên weha dimirin zû sar dibin.
Hinek hindik hez dikin, hinek pir
Hinek distînin, hinek difiroşin
Hinek bi çavên girî dikujin
Hinek jî bi çavên beloq...
Ji ber ku herkes dikuje hezkerên xwe
Lê belê herkes bo vê kuştinê namire.


balad: cûreyeke vegotina çîrok an jî bûyerekê ye.
Bi xemgînî, giran û carna jî bi melodîyan qalkirina bûyerên ji rêzê ye.


Kaktus And Teksas - Birhan Keskin

Kaktus And Teksas

Min ji we re,
qet behsa
Tarîgewrika vê odeyê,
Okyanûs û pelên wê yên ku min dixeniqînin,
Xwêya mayî li ser laşê min û
Hêsrên li ser balîfan zûha bûyî
Nekir.

Ez,
Bi tabieta xwe ya spî, sipspî
Ji telefonên we yên ku
Bi "çawa yî" re dest pê dike re
(A rastî balkêş, ecêb)
dibêjim "baş im."
Yanê ya rastî ditirsim ku bêjim,
Ev hemû qîyamet,
Ev hemû cînnet,
Ev hemû cînayet e.
Ditirsim ku peyvên êdî
Qet neyê sererastkirin bêjim.

Gava bi telefonê re
Ronî jî dihat girtin
Gotina we ya;
Bextê te xweş! bextxweş! xweş!
Diçingînî di hundirê min de,
Min qet behsê nekir ku
Bê çiqasî ev min dişikîne.

Tiştên ku hêj min behsê nekirî pir in
Kulîlkên havînê, kulîlkên cam dimirin
Sorahîya êvarê vediguhere zîvî
Ev jî girîng in helbet
Herî kêm
Bi qasî
Hînkirina we ya îxanetê
Şikestina we ya baskên min...

Bîrhan Keskîn
wergêr erdalok

Zilamên Qeware (The Hollow men)

Zilamên Qeware (The Hollow men- Oyuk Adamlar)

Qurîşek ji bo Old Guy ( A penny for the Old Guy)

i
Em zilamên ku hundirê wan qeware ne
Em zilamên ku hundirê wan kelogirî ne
Yên bi hev re qor dibin,
Serê wan ka dagirtî. Heyf!
Gava ku dengên me yên hatî zuha kirin
Bi hev re dike pistepist
Bêdeng in, bêwate ne;
Wekî ba çawa be di pûşan de,
An jî lingên koremişkan di hûrbûna caman de li kulînê.

Dîmen bêteşe, sî bêreng,
şelûşeht dijwar, jest bêleq;

Wan konê xwe bar kirin û çûn
Çav neniqandin û çûn welatê din yê mirinê.
Me bi bîr tînin, ku bi bîr bînin,
Wê bêjin rihê wan yê har berze nebû lê,
zilamên hundirê wan qeware bûn
zilamên hundirê wan kelogirî bûn.

ii
Ew çavên ku nikarî di xewnan de bibîne
Di welatê xeyalan yê mirinê de ye.
Ev xûya nakin;
Li wir, ev çav tîrêjên rojê ne
Li ser stûneke şikestî,
Li wir, ev darek diheje ye
Û Deng
di strana bayê de
Ji stêrkeke ditewife dûrtir û jê ezîmtir e.

Ku nêziktir nebim
Di welatê xeyalan yê mirinê de
Ez ê jî kincên xwe biguherînim
Bi kincên bikare;
Kurkê koremişkan, mûyê qijikan, darikên çeperast
Di zevîyeke de
Bi kîjan alî ve bigobile ba, li wî alî ve
-Ne jê nêziktir-

Ew hevdîtina dawî nabe
Di welatê tarîgewrik de



iii
Ev axa mirîyan e
Ev axa kaktusan e
Li vir pûtên ji keviran bilind dibin
Li vir tê standin
Duayên ji destê zilamê mirî,
Di bin birqîna stêrkeke tewifî de

Ev hercar wusa ye?
Di welatê din yê mirinê de
Hişyarbûneke bi tenê,
Di wê saetê de,
Di wê gava ku em bi hestyarî dilerizî de
Dua dinexşandin ji kevirên şikestî re.

iv
Li vir nîn in ew çav
Li vir çi degerin ew çav
Di vê deşta stêrkên dimire de
Di vê deşta qeware de
Di welatên wenda yên çena wan şikestî de.

Di vî cihê hevdîtina dawî de
Em li hev digerin
Û ji axaftinê direvin
Li perava vî çemê hilpişîn bêhal ketine.

Em ê nebînin, heta ku
çavên me cardin bel nebe
mîna stêrkên bêdawî
Gulên qatqatî
Di welatê tarîgewrik ya mirinê de
Ev e hêvîya dawî
Ya zilamên vala.

v
Em li vir li derdora hêjîrên frenkî digerin
Hêjîrên frenkî hêjîrên frenkî
Em li vir li derdora hêjîrên frenkî digerin
Saet di pêncan de li serê sibehê

Li navbera raman û rastîyê
Li navbera tevger û çalakîyê
Dikeve ew sî
   Ji ber ku yê te ye welat

Li navbera têgihîn û afirandinê
Li navbera coş û bertekê
Dikeve ew sî
   Jiyan têra xwe dirêj e

Li navbera arûze û tevzê
Li navbera hêzdarî û hebûnê
Li navbera gewher û nijadê
Dikeve ew sî
   Ji ber ku yê te ye welat

Ji ber ku yê te ye
Jiyan e
Ji ber ku yê te ye ew

Ha wusa diqete qiyamet
Ha wusa diqete qiyamet
Ha wusa diqete qiyamet
Ne bi gurmînî bi nalînî.

jî Îngilîzî erdalok