9 Nisan 2019 Salı

Hespé bé serî

Béhna behré şor e, ya xwîné bazîk... Berévaré, li perava Gumûldûré, li ser qûma hûr û germ biné lingé min û tiliyén lingé min dişewitin. Bi her gavé tiliyén min piçek din jî dişewitin û dikin bihelin. Ji xeynî şorté min yé behré, ku bi rengé gewrahiya genim û xétén sorahiya tirîyan e, tiştek li min tune. Di desté min yé rasté de hevsaré hespekî reş û béserî, di bin çengé min yé çepé de jî seré wî hespé reş heye. Eré jékirî ye... Hevsar hercaré dike ji stûyé hésp derkeve. Ji ber ku tu girék tune ku hevsar xwe lé bigire. Giraniya seré hésp milé min yé çepé diwestîne. Carna, seré hésp bi bedena xwe ve dikim, derdixînim jor û desté xwe hinek din jî dikim di bin serî de. Carna jî lepé desté xwe datînim li ser devé wî û pé re digrim aliyé gerdené jî binçengé xwe ve dişidînim. Qûm hûr e germ... Tiliyén lingé min dikizirin, dipéjin, dihelin, direqisin, ditepin, ditewin, dimeşin...

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Roj dike ava be, av sar... Ewr tune, ba tune, insan tune, çivîk tune, dar tune deng tune... Herder ewle herder di nava ahenga bédengiyé de ye...

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Carna çavén hésp dibînim, çavén hésp jî çavén min... Ne tam girover hinkî elîps e, kutuplardan basık ekvatordan şîşîk e puahahhahahaha...

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Em dimeşin; ew bi çar gavan ez bi du gavén nermik. Ew bi coş, ez bi çîş, pardon bi tirs... Ew seré xwe naleqîne, ez dileqînim. Ziké wî werimî ye, yé min şîş... Ew tazî, ez tana şorté behré yé ku bi rengé gewrahiya genim û xétén sorahiya tirîyan e. Çavén wî çîk sayî, yé min geh vekirî geh girtî. Ew çar gavan diavéje ez du gavan. Ew bé serî, ez du serî...

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Ké ev hevsar xistiye di desté min de? Ev seré ké ye? Çima her der ewle her der bédeng e? Qene keçikek hebûya... Eré şizofren bûya jî dibû. Belkî dest biavéta hevsar, tû kira qûmé, qîjîneké jé biçûya, seré hésp bigirta erdé bixista, şorté min yé behré yé ku bi rengé gewrahiya genim û xétén sorahiya tirîyan e, ji min béxista, wheh!

Béhna behré şor e ya xwîné bazîk... Rabe kuxika xwe bide pişta xwe û here, serwîs li benda te ye..

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder