10 Mayıs 2019 Cuma

Sîne-goga seré keré dileqe

Sîne-goga seré keré dileqe

Ne ew rûnişt ne tu rûnişt, yek hat û yek çû. Ne ew rûnişt ne tu rûnişt, yek hat û yek çû.
"Ha Siléman, ho Silémano
Çû Siléman, lawé dayé
Şûr keşa, çû Bexdayé."

Fenomen dimire, ji nefsa xwe xelas nabe. Fenomen, hergeleyeke erekte ye. Mehîra xwe, li ber dîwaré kolanan dikelîne, béhna tirşé, tirsé difûrîne li ser bajér. Tu bi ké dikenî? Fenomen zîl e, zeleh e, wehş e û mîna celladeke nan hişk e. Heqé xwe helal bike, ev qedeha krîstalî ji bo te, Noş! Şeq şeqa kadehén dew in. Bi ziké kelemî, çermé keran diqelişîne, diguvéşîne. Çincîra(beşik) xwe bi sîne-goga seré keré ve giré dide û dileqîne. Dileqîne ha dileqîne, dileqîne ho dileqîne; ha Siléman, ho Silémano. Ha Siléman, ho Silémano...

Ciwanek mir, divé xayînek ser jé bikim. Ji bo hemû miriyan, divé kézikeke cicilî bicilî ser jé bikim; kase kase bîra, cewal cewal nîsk, bar bar xîyar, sandoq sandoq gélas û sév belav bikim. Divé zikra Beyrûdiyan di nava qoqé seré xwe de bik-şînim. Ruhsata dengé telllalan tune ku mirîyan hişyar bike. Îsrafîl razaye, bila yek zengilé li ber guhé Îsra-fîlo bixe. Xwé didim ku zikré dik-şînim. Zikré dik-şînim ji bo hemû miriyan. Desté xwe yé deqî ji gewrîya yeké sist dikim. Duayek dixwînim û rondikek diréjînim; mehdé min yé sa/seyan/segan/kûçikan ye. Rûyé xwe danim di nava şoravé de jî nerm nabe. Wehş e rûyé min, gundekî xerabe, Marsa şewutî, Jûpîtera qerisî ye. Ne ew rûdine ne tu rudinî, yek té û yek diçe. Ne ew rûdine ne tu rûdine, yek té û yek diçe.
"Ha Siléman, ho Silémano
Çû Siléman, lawé dayé
Şûr keşa, çû Bexdayé."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder