23 Nisan 2019 Salı

Entropîya min û kézika zibîdî

Entropîya min û kézika zibîdî

Entropîya min, pergala mala bavé min xéra dike. Bi dûrbînan, li zevîyén ewle û tenha yé hundiré xwe dinérim, vala ye. Enerjîya min bé wesf e. Ne yé şixûlé ye. Jixwe entropî jî ev e; enerjîya bé pergal û kérnehatî ye. Wextekî bextewar bûm. Bi pertalén armûşî(ipek kumaş) ve hatibû péçandin entropîya min. Ez heta çokan di nav heriyan da jî bûma, ji zinarén hişk jî ketibam, laşé min mişt bi peroksît û bikarbonatan jî hatiba dagirtin, dîsa jî mîna zarokén lîsé diçingirîm, dikirim hirehir û bextewar bûm.

Ahhhhahaha!
Şûjina jinan bîne, rojbûna kézikeké ye. Devé qavanoza xwehr veke, xwîna kéziké bila nepeke. Ey kézika pişt cutîcula (madeya hişk)! Mejîyé te sade goşt e ezbenî. Divé tu di rojbûna xwe de were kuştin. Şûjina jinan bîne, naxwazim bi kér û çetalén zîv, çeperén jeng girtî biqeléşim. Rojbûna kéziké roja kefareta min e. Tu serbestî kézika zibîdî, dikarî pişta guhé xwe bixwirînî...  Ez é şûjiné bi rûné malé tûj bikim. Ez goştperest im, zewqperest im, helawperest im; entropîya min é seré te bixwe kézikcixim. Jixwe malzaroka te kuf girtîye, zarokén te jî çénabe, nexemgirîne...

Méré birçî hérs e, divé tu hestî biavéjî li ber. Eré rast e kézika zibîdî, béhna insanan genî ye. Û vejeteryan jî be ne dilpak e. Beriya xwariné, piştî xwariné duayén şûkranî bike kézikcixim. Wext hatiye kézika zibîdî; devé xwe bixe guhé xwe yé bel û bistre, bi dua û îlahîyan kilamén erotîk béje. Eré meraq neke, xwé û îsoté zéde nareşînim li ser ziké te. La hewla wela quwwet e! Nebéje neme lazım, béje meme lazim, ehehehheehehhe... Entropîya min é seré te bixwe kézikcixim. Min ceyran vexwariye, temarén min bédeng in.

Ji ber çi!
Ji ber ku laşé wé jî, parfûma wé jî, birçîyé jihevşabûné bû. Dilé wé ji xwesteké, ji arûzé dîn dibû; yané entropîya wé jî seré min dixwar. Wé bi kepçeyan ramûsan dixwest:

-Memé min! min ramûse.
-Aşkîtom!
-Min ramûse Memé min.
-Bebekîm!
-Memé min!

Û béhna nané tenûré, afrodîz e.

Téhnşîrîya şerabé bedena wé sist kir. Lévén wé biçûk, şîrgerm, zelaq, ricif, benîştî û xwînî bû. Her yekî kulîlkek bû çavén wé. Stûyé wé çîk vekirî, temarén stûyé wé şîş li bendé bû. Sermemikén wé mîna tirîyén xezebé bû; ka ramûsan? Ka ramûsan? Bi zimanekî şérîn! Bi zimanekî nerm! Bi zimanekî germ! Na na ne bi zimanekî şérîn, ne bi zimanekî nerm û ne bi zimanekî germ; bi zimanekî zexm lé mijt û tifa xwe di devé wé de gevizand... Hey hey hey hey!

Entropîya min, pergala mala bavé min xéra dike. Bi dûrbînan, li zevîyén ewle û tenha yé hundiré xwe dinérim, vala ye. Enerjîya min bé wesf e. Ne yé şixûlé ye. Üzgünüm kézika zibîdî! Goşté te şîva dirané min, pişta te ya cutîcula dermané birîna min e...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder