4 Şubat 2014 Salı


KÎBELA

 

Heftêyeke, hêj li ser tenişta xwe ranebûme. Pişta min dike biderize û çavên min dikin biteqin. Nizanim ev çi hal e. Min terka dinê nekiriye, terka dinê nakim jî. Lê belê wê terka vê dinê kir û lê da çû xerîbiyê.

 

Sibeh û e’sr, êvar û e’şa dor min re dizivirin. Roj diqulipe ser şevê, şev li ser sibehê… Xewneke bê azadî de, bê rehm û e’letewş de tim asê dimînim. Dîmenên ku dibînim wekî tomografiyên piska reş in. Li arafa Dante de bê hiş û bê sirud im. Kavlê laşê min di destê xwezaperestan de dahol, hestiyên çîplên min di devê mevlewiyan de ney in. Di serê min de ayînên şamanan, rojên xwe yên heftan de ne. Giran e, têra xwe, têra Danteyê derewker, têra xwezaperestekî/ê bê mal, têra mevlewiyekî/ê bê xeftan û têra şamanekî/ê bê şekal giran e serê min.

 

Lê çima? Ew zewqa li ser kopika dilê min çima xilmişî? Heviyên min ên di dilopên baranan de digeriyan çima dawerivî? Ez dihatim sicûdê gava min di awêneyan de wechê Kîbelayê didît. Xezalên çavên wê, bi hatina şêrên awirên min de şermok dima. Ew bereketa ji peravên lêvên wê diherikî besî hemû zarokên E’frîqî bû. Ew bêhna bedenê difûrî besî bêhîkariya hezar bombeyên atomîk ên Hîroşîmayê bû. Lê çima ez erzan firotim li qessasên rihan? Çima wê ez terikandim?

 

Hefteyeke, çavên min bar nabin ku derkevim,bê wê rojê bibînim. Dilê min naxwaze ji bilî heza wê hez bike ji hezê. Mam di nav çar dîwaran û çil mehên çileyan de. Mam li vî bajarî, li vê kolanê, li rex vê êşê. Dîka dilê min di stranên xezebê re firmiskan pars dike. Serê sibehên min di stêrkên xeman re çavên gemar berhev dikin. Li vê tarîstanê de her der û her tişt navê te diqîre Kîbela.

 

Ax Kîbela! sewta sotî ji cerga sotî derdikeve. Heta pilingên jakaw seyda(nêçîr) xwe perçe perçe neke bernade. Heta goştê xav li ser kakûtê bedenê hebe hez jê dernakeve. Ax Kîbela rengê keskesorê û dengê dengbêjên welatê çiyê, ” kujerê rûyê te ez im” kujerê xewnên te ez im lê jixwe tu jî dizanî ku kujer kuştiyê xwe re her û her digirî. Ez jî dê ji te re her û her bigirîm.

 

Erdal GEZÎCÎ