19 Nisan 2019 Cuma

Nancy Kelleher

Hemû dostén beré; yan ji mîdeya xwe nexweş in yan jî tûberkûloz in. Û Gavîscon jî Îzonîyazîd jî feyde nakin. Hatta goşté rovî jî bidin wan feyde nake. Laîlaheaîlllallah ji wan re, laîlaheaîlllallaah... Mîna anglîkanan, mîna metodîstan cezbé kevin jî, kronometreya wan bé girtin û di deqeyeké de sih û du teqle biavéjin, dîsa jî dilé wan rehet nabe. Laîlaheaîlllallah ji wan re, laîlaheaîlllallaah...

"Ha îro ha sibe,
ha îro ha sibe,
Bi çi xwe dixapînim, nizanim"

Nancy Kelleher di şatoya xwe de, bi kîloté xwe yé dantélî û bi memikén xwe yén tombîk, ji xeweke eletewş û şevreşkî hişyar bû. Desté xwe danî li ser sînga xwe -ku sînga wé di nav sancîyan de bû- û bi xwe re, bi xwedayé xwe re kelîmî:

"Direve xewa min, direve û nayé
Guh nede dilé min, guh nede min, har e har e
Li derve bihar e, li bîra min tu yî
Tu çûyî, neçûyî
Diréj dibe, dawîya şevé nayé"

Ev hiş, ev serî, ev aqlé helbestî divé weha neçe...
Monologa xwe domand:" diya min neh caran za lé dozdeh zarok anî. Û her caré, ji mistdané dest û şeqén wé sor dibûn. Eré dîya min wekî mass productioné bû û halé wé yeman bû. Belkî aniha wé jî bi xwîna feqîran dişon, malzaroka wé bi goşt û şerabé dadigirin û dişînin li cem xweda. Peyvén vala... Ew jî li benda tava serxwebûné bû, lé çû. peyvén vala... Mijaré biguherîne! Ha eré... gora jinan li ser çokén wan fireh dibin... Roj diçe, şev diçe, xewna azadîyé diçe û tiştek naguhere... Doza ziman ji ya aboriyé girîngtir e... "

"Ha îro ha sibe,
ha îro ha sibe,
Bi çi xwe dixapînim, nizanim"

Bajarekî insan dimire, bajarekî insan dizé... Bi kîlometreyan xanî,  bi kîlometreyan kolan,  bi kîlometreyan çem hene. Hinek diçin, hinek tén. Laîlaheaîlllallah ji wan re, laîlaheaîlllallaah... Xwediyé mal naguhere, ew yek e. Ezraîl derîyé ké bide, ew derî kevin dibe. Hemû dostén beré; yan ji mîdeya xwe nexweş in yan jî tûberkûloz in. Û Gavîscon jî Îzonîyazîd jî feyde nakin. Hatta goşté rovî jî bidin wan feyde nake. Hékerûné ji Ezraîl re çébikin û deweke sar bidin, niha westîyaye...

Cîk cîk cîk... Bosvérke, avé berde ser heriyé... Cîk cîk cîk... Bajarekî insan dimire bajarekî insan dizé. Nancy Kelleher, jineke sosret û sosyete, ji xeweke eletewş û şevreşkî hişyar bû. Desté xwe danî li ser sînga xwe -ku sînga wé di nav sancîyan de bû- û beré xwe da tarîyé...

"Oysa ben görmemiştim bir kez dahi,
Güne böyle efkarla dalan birini...
Ben görmemiştim bir kez dahi,
Mahkumların gökyüzü dedikleri o küçük, mavi örtüleri
Ve gümüş yelkenlerini savurup giden bulut sürülerini..."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder