Rojbonjour wheh!
Şevreşk bû. Yekî pélava min dizîbû. Avétibû baxçé berber. Ez çûbûm bînim, berber ez dîtibûm. Wî min şaş féhm kiribû; zanîbû qey ez çûme diziya meqesén wî. Ez neçûbûm diziya meqesén wî, tené li ser şopa pélava xwe bûm. Wî ez girtim. Bi mûçingé guhé min re girt. Heya ku min jé re mesele got, pélava min xist lingé xwe û pehînekî binziké min da û min firandibû ser dîwaré baxçe. Paşé jî pélava min ji lingé xwe derxist ku biavéje seré min, xwedé mezin bû ku jé negirt, çu seré dara axîné, bi şaxekî ve asé ma. Vé piçekî dilé min hénik kiribû. Desté min yek li ser ziké min bû. Bi yé din jî, min hewl dida xwe, ku rabim û xwe biavéjim şaxé dara axîné û pélava xwe li wir bînim xwaré. Bi zoré be jî min pélava xwe anî xist lingé xwe yé xwas. Ez di bin dara axîné de bûm û pélava min di lingé min de bû. Min dijûnén aşîfte jj berber re got û reviyam. Ketibûm erdekî beyar, eré erdalokekî beyar, seré singa min girtîbû, ji gewriya min dengé zengarî derdiket. Wek ewtîna segan, mehîna berxan, hirrîna hespan bû. Qarînek bû. Ez di wé erda beyar de, pélava min di lingé min de, rût repitî ji wé dara axîné dûr diketim. Yek pirs hebû di seré min de: " ey çolo tu çima min himbéz nakî?" Bersiv diyar bû lé boşvérke... Şevreşk bû, wheh! Di Desté berber de mûçing, di lingé wî de pélava min... Di bin ziké min de pehîna berber, di guhé dara axîné de qarîna min... Li ser erda çolistané ez yé tazî, li ser seré dara axîné pélava min... Di guhé berber de péjna lingé min yé tazî, di guhé çolé de ewtîna min a trajîk... Li ser şaxé dara axîné erdalok, li ser rûyé diné dara axîné... Şevreşk bû wheh! Tu çima min himbéz nakî çolo? Bersiv diyar bû... Ji te re çi xolo... Ahahahaahahahahahaha şevreşk bû wheh! Ewtîna segan, hirrîna hespan wheh! Mehîna berxan bû wheh! Dara axîné, çola beyar, gewriya zengarî, laşé rût repitî, desté bi mûçing, xewna meqesan, heza meqesan, ewtîn, mehîn, kalîn, qarîn, hirrîn, çolo, xolo, wheh! Şevreşk e, girîzan e... Wheh!
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder