2 Mayıs 2019 Perşembe

Devoka te girover, zimané te diréj e


Devoka te girover, zimané te diréj e

Xwe navéje herîyé, ramûsanén dombîlîk bide. Devoka te girover, zimané te diréj e... Şeqşeqşeq bravo! Tu ji kîjan heremé yî? Teriya xwe nerecifîne û navéje li ser pişta xwe, kefa desté xwe bialése û biqîre. Bi dengé îhtîşamî; mîna tayé, mîna tâyé zirav... Kî, li ku ye? Li wir? Li ku? Ji bo çi? Bi izdirabé qirka xwe nerm bike. Û bi santûr û sîtar û setaré bistire...

Ay dil ay dil dilo lo
Te digot çi min digot wîlo lo
Wext derbas bû wekî do
Heya ez heliyam lo

Léxe û dest biavéje béhna wé. Lévén wé elastîk e, ne lastîk... Pelçim di guhén wé de dipeyîve. Hinarokén wé sor bûne, mîna naré, mîna aré. Éşén xwe li derdora xwe dihéle û diçe. Horatio(Horaşo)! bes bi guniké xwe bilîze. Heywax! Jinek ji herbé derket. Operasyona senfonîya diranan e, dijûn û girî li hev şa dibin. Bravo kefeno! şeqşeqşeq... Negirî! Negirî bajar qebrîstana saxan e. Bawer bike, neke, bike, neke, bike... Elvedadadadada!

Ay dil dilé xortan î
Gelek tiştén xweş dianî
Min digo qey tu bi zimanî
Lé Kurmancî nizanî

Horatio, her deh tilîyén xwe û zimané xwe yé kel dianî li ser herdu serpesîran, herdu peytextan. Heyhat! Dîsa bilind bû rihé wî, li ser parzemîna wî alûké sipîndar û çinar û bîyan zîl da. Ax Asûrîya beyhûde! Çi dixwazî? Li ku? Ji bo çi? Xwîn şîrgerm e, lé şer dixwazim; şer! şer! şer! Aşifte me; şer! şer! şer! Peyv, gotin û muzîk...

Ay dil ay dil dilé geş
Te dît gelek tiştén xweş
Te yek dikir sed û şeş
Xera kir kezeba reş

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder