14 Nisan 2019 Pazar

Ew kî ye di tirba min de radizé?



Cané min diéşe, éşé bi dawî bike... Divé min hîç guh nedaya keçiké... Niha jî pantoloné min, ma di nava xwîné de. Mehf bû. Divé em paqij bikin. Gava bedena wé hédî hédî teslîmé miriné dibû, hesteke sar laşé wé digirt. Ramanén wé di tékileke(karışım) tirs û sistbûneke şérîn de bû. Mirî saet çendan radizin û çendan hişyar dibin? Divé hûn miriyén razayî hişyar nekin, hişşşşşşs! Şşsşşşsş...

Kuré te yé pîç çima kuré wé nerehet dike? Qaşo kuré wé bi pécemané xwe yé xétxétî, di orta saloné de pîknîk kiriye û nané hûr rijandiye li ser xalîyé. Û kuré te jî ji tramvayé, li ber derî, peya bûye û hatiye li kéleké rûnîştiye- jixwe we cihek vala dît, rûnin- û jé re gotiye:" ev der ne salon e, goristan e û di goristanan de jî cesedén térgoşt dibezin, gava tişté xwariné nebînin jî xwe dixwin" Mr Soran çima kuré te kuré wé nerehet dike? Qey şîrazeya kuré te derketiye?

Belé mr. Soran ez koçer im. Ji Darûlacezeyé jî, ji morgan jî dûr im. Metresa min jî nîne û ne dûşkûné memikan im jî. Ez koçer im; hoooooooo, heeeeeey... Bazara min hoooooooo ye, heeeeeeeeey e, goşté zindî ye, qiloç in, post in, bez in, hirî û liba ne. Torbeyek şekiré sipî téra zivistana min dike. Seré min naéşe, naxwim dermané seréşé û naxwînim prospectûsé jî. Rihé kesî îpotek nakim ji bo çend kadeyén sor, ziké miriyan werimî ne û bi miriyan re jî nalîzim. Jixwe bivé nevé yek ji yeke din zédetir dijî lé çima kuré te kuré wé nerehet dike?

Dev ji min berde! Kuré te çima kuré wé nerehet dike? Divé min hîç guh nedaya keçiké... Niha jî pantoloné min, ma di nava xwîné de. Mehf bû. Divé em paqij bikin. Gava bedena wé hédî hédî teslîmé miriné dibû, hesteke sar laşé wé digirt. Kuré min ma di ziké wé de... Kuré te çima kuré wé nerehet dike? Li vé deré stran nayé gotin, sîtemkar im heya roja mehşeré. Kulîlkén afyoné ancax xewa min bîne. Di ziké wé de kuré min hebû û çû.

Té bîra min, me dans kiribû, jineke xweşik bû. Carna mifta min bi qulpa şalé min ve dikir û bi min dikeniya. Ew kî ye di tirba min de radizé? Ku cih tunebe serserkî binax bikin. Ji ber ku bila cih vebe ji yén din re. Ku we valahiyek dît, rûnin. Lé ew kî ye di tirba min de radizé? Niha li wé meydané herkes hinavé xwe digere; yek cerga xwe, yek gurçika xwe, yek zengileka xwe û tişt miştén din... Rewşeke dandîk e, lé ew kî ye di tirba min de radizé?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder