23 Ekim 2016 Pazar

Çend Gotin Li Ser Pirtûka S. Kierkegaard:“Hewcedîtina Xweda”

     Erdnîgariya Skandînavyayê pir cûda ye. Şev û rojên wê derê pir dirêj in. Gelek cihên ji Skandînavyayê, şeş mehan şev û şeş mehan jî roj in. Gelek herem jî her tim berf û baran e. Ji ber vê yekê jî peyvên “cemser, berf, baran, şev, ewr, mirin, reş, ol, tirs, qels, sar, tarî, hwd” di Skandînavyayê de pir tên bikar anîn. Hewaya bi mij û dûman, tarî an jî sar a li ser bajaran, herdem jiyanê zeft dike. Li gorî îstatîstîkan, xwekujeriya herî zêde jî li dewletên Skandînavyayê xûya dike. Ji xwe mirov çawa dikarin li wê derê bêçalak û bedbîn nejîn? Belkî jî ji bo vê yekê, gelê wê erdnîgariyê jî, nikarin jiyaneke normal (li gorî me) bijîn.
     Di welatên ku jiyana wê dijwar de “aqil û hîs” derdikevin pêş. Mîrov her hîsî zindî dijî, her tiştî, her ramanî bi balkişandineke,bi eleqeyeke mezin difikire. Bavê hebûnîzmê, (egzîstansiyalîzm) feylesofê Danîmarkî, Soren Aabye Kierkegaard (1813-1855) jî di wê erdnîgariyê de jiyaye. Helbet tesîra rêbaya (îklîm) erdnigariyê  jî li ser fikrên wî heye. Jixwe rêbaya erdnîgariyê nebûya wê ewqas xemsarî, bedbînî, tengaviya wî, dê ji ku ve bihatiya?
     Kierkegaard li gorî feylosofan, afirîner û bavê hebûnîzmê (egzîstansiyalîzm) ye. Di felsefeya hebûnîzmê de, di navenda jiyanê de, mirov bi xwe, cih digire. Felsefeyeke rasyonalîst û sîstematîk nayê qebûl kirin. Mirov nikarin bê “tirs, absûrd, xem û fikar, tiştên tewş û fetisok, poşman” bijîn. Divê felsefe berbiçav be û dest biavêje jiyana mirov bi xwe. Di vê pirtûka Kierkegaard a bi navê “Hewcedîtina Xweda” de jî ev mijar tên şirovekirin. Rastiya mirovan datîne li ber çavan û li gorî xwe analîza jiyanê dike. Pirtûk beşên ku mijarên wan bi hev cûda ve pêk tê.  Her beş qala mijarekî dike. Temaya van mijaran jî bi gelemperî; tirs, xem û fikarên mirovan, tiştên tewş, fetisoka rihan, jiyan û absûrdî ye.
     Çi ye hebûnîzm? Li gorî Kierkegaard hebûn jiyana mirov a subjektîf, girgîn –konkret (somut) û hişyar e. Dibêje mirov bi aqlê safî tênagihîje hebûnê. Hemû têgîn, tesnîf û pênas hebûnê ji holê radike, navreroka hebûnê pûç dike. Hebûn ne tiştekî objektîf e, jixwe zanyariya objektîf, nirov ji hebûna xwe ya subjektîf hîsnegir û bêçalak dike. Mirov nikarin hebûnê bixin di nava pergal û sîstemekî de. Dîsa li gorî Kierkegaard sê merhaleyên hebûnê hene; estetîk, etîk û olî (dînî). Û dibêje Lê dîsa jî ev her sê war jî, her yekî bi tena serê xwe, têra tesnîfa hebûnê-hebûnîzmê nake û pêşniyara çareseriyê “hez” e. Di vê pirtûkê de ev beşên- merhaleyên hebûnê bi pexşên bi navê; tirs, lerizok, êş, poşmanî, îman hwd. berfireh hatiye şirovekirin. Bi kurtasî wateyên van beşan û van merhaleyan wek jêrê ne:
1.       Merhaleya Hebûnê 1:  Estetîk
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî jêrê dinirxîne:
a)      Di vî merhalê de, neferên (birey) ku ji êş û ezabê direvin, ji bo ku poşman nebin, bêbiryar û bêhilbijêr dimînin.
b)      Bingeha neferên vê kategoriyê; bext-şans, başî-nebaşî û qeder in.
c)       Neferên estetîk ên ku jixwe, ji rastiya xwe anjî ji ariya xwe bêhay, êşê dikişîne û neşad dibin, hewcebûna lêpirsîna rewşa ku tê de ne, nakin.
d)      Di vî merhalêde neferên estetîk, ji hêla hay ji  rastiya xwe (ariya xwe)hebûn de, asta herî nizm de ne, Ji ber vê yekê jî ji hêla durketina jixwe-ariya xwe û xwedayê xwe de, asta herî bilind de ne.
e)      Neferên estetîk, hêsîrê hez û xwestekên xwe ne.
f)       Li gorî neferên estetîk her tişt  rûbarî (yuzeysel) ye.
g)      Neferên estetîk, estetîkê derdixînin pêş û bi kêlî kêlî, bisebir, heza her demên vê merhalê dijîn.
h)      Neferên estetîk ne li pey aşiqbûnê, li pey cilwe û erotîzmê ne.
i)        Ev neferên ku nikarin biryaran, bi tena serê xwe, bi azad bigrin-bistînin, hêsîrên azwerî û ajoyê ye, hîsên wan ê berpirsyariyê jî tune ye.
j)        Neferên estetîk eger ku bi rewşeke dijwar re, rû bir û bimînin, dikarin derbasî merhaleya  exlaqê anjî oliyê bibin. Ev jî bi biryardayînê pêk tê.

2.       Merhaleya Hebûnê 2: Exlaq
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî jêrê dinirxîne:
a)      Di vê merhalê de qala mijarên wekî; civak, nefer, zewac, dewlet, azadî, gerdûnî  tên kirin.
b)      Nefer li ser hişê xwe ye û haya wî/ê her tiştî heye. Di nefer de hestên berpirsiyariyê heye. Ev hestên berpirsiyariyê jî bi du şikla derdikeve holê;
1)      Mirov dikare sînorê “merhaleya olî” derbas neke û di “merhaleya Exlaqê” de bijî.
2)      Mirov dikare wekî di “merhaleya olî” de be, bifikire û wekî di “merhaleya exlaqî” de be jî, bijî.
c)       Di vê merhalê de berpirsiyarî û peywir girtin derdikeve pêş û armanca yekemîn jî bicihbûna wan e.
d)      Divê di vê merhalê de nefer xwe nas bike, armanc ev e.
e)      Bingeha neferên vê kategoriyê; baş, nebaş û peywir in.
f)       Xwezanîn esasê vê merhalê ye.
g)      Berpirsiyarî ne ji xweda re, ji civak û dewletê re ye.
h)      Şûna erotîzmê zewac heye. Nefer li gorî pergal û exlaqa civakê dijî.
i)        Exlaq, yê kesên ku dikarin “azadî û hilbijartinê” derxîne holêyê ye.

3.       Merhaleya Hebûnê 3: Olî (Dînî)
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî jêrê dinirxîne:
a)      Ev merhale, dij aqil e.
b)      Mirov vê merhalê, tenê pêy îmanê dikare şirove bike.
c)       Di vê merhalê de nefer, tenê ji xweda re berpirsiyar e.
d)      Îman; wateya wê nekeve serê neferan jî, jiyana neferan şirove û zelal neke jî, dij pergala exlaqa wan be jî, divê nefer îmanê qebûl bike.
e)      Ti pê danekirina (yaptırım) civakê ya li ser neferan tune ye.
f)       Nefer bi xweda re, têkiliyan ne pêy aqil, pêy îmanê datîne. Têkiliyên mirov bi xweda re qut nabe, her didome.
g)      Mirov ji ber fitrata xwe, neçar maye ku ji xweda dûr bikeve. Ji ber vê yekê jî bi hilbijartinên xwe dîsa neçar e ku bizivire û bigihîje xweda. Tenê ev rê dikare mirov ji êş û elemê, ji neşadiyê derxîne.
h)      Hilbijartina neferan: “îman anjî guneh” e.
i)        Tenê ew neferên ku xwedabawer û xwedî îman dikare ariya xwe-hebûna xwe ji neşadiyê derxîne.
j)        Mirov senteza dawî-bêdawî, mayîn-nemayîn,azadî-mecbûriyê ye.
k)      Absûrdî ji têgînên dûr-nêzîk ên di navbera xweda û neferan de derdikeve.
l)        Îman û absûrdî bi hev re ne.
m)    Nefer her dem li cem xweda ye. Bi vî hawî nefer ariya xwe temam dike. Nefer xwe “kêm” û “gunehkar” dibîne û ev rewş di nefer de hestên teslîmiyeta ebedî derdixîne holê.
n)      Îman vecinîqeke paradoksî ye. Nefer baweriya xwe, tiştên ku dikeve serê wî/ê nayîne, yên nakeve serê wî/ê tîne. Ji ber vê yekê jî; ji bo ku nefer bigihîje rastiya xwe, ariya xwe, xwedayê xwe, divê nefer aqlê xwe winda bike.
o)      Îman, di cihê ku mirov aqlê xwe winda dike de, dest pê dike.
p)      Di vê merhaleyê de êş di asta herî bilind de ye. Bi dawîbûna êşê re, merhaleya olî jî diqede.
q)      Êş di vê merhalê de ji bo neferan temînat e.
r)       Neferên tena serê xwe, ji ber ku nikare xwe îfade bikin, dimînin di nav êşekî bêdawî de. Ji bo ku aqlê wan bi tiştên giran ve mijûl e, nikarin her tiştî bifikirin.
s)       Neferên êşkêş, rih û giyanên wan bi êşê, hem paqij dibin hem jî digihîje asteke bilind û arî dibin. Ev jî dibe sedema biryardayînên-biryarstandinên qatî.
t)       Ji bo gihiştîna îman, divê nefer; êşê, elemê, e’zayê, bikişîne.
u)      Sedemên êşkişandinê jî, di hemberê xweda de, xwe gunehkar hîskirin e. Sedemên êşên Hz. Îsa jî, xwe û civakê gunehkar dîtin e.
v)      Pirsîna rihî- xwepirsîn di vê merhaleyê de dest pê dike.
Li gorî Kierkegaard mijarên îmanê absûrd û paradoks in. Erka mirovan; ne zanîna absûrd û paradoksê ye, zanîna, nezanîna absûrd û paradoksê ye.

4.       Senteza Merhaleyên Hebûnê: Hez
Di vê sentezê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî jêrê dinirxîne:
a)      Qada hezê nebe senteza her sê merhaleyan pêk nayê û bê sentez mirov nikare hebûnîzmê şirove bike.
b)      Nefer ancax bi senteza her sê merhaleyan dikare “safiya xwe-rastiya xwe-xwe” pêk bîne.
c)       Di merhaleya estetîkê de hez wekî erotîzmê, wekî heza fizîkî-gewdeyiyê, wekî egoyê-xwepesendiyê; di merhaleya exlaqê de hez wekî dilsozîyê, wekî erkeke mecbûriyê; di merhaleya olî de jî hez, wekî heza xweda, wekî fedekariyê tê binavkirin û derdikeve pêş.
d)      Heza erotîk hezeke egoîstî- xweperestî ye, rastiya kesên li hemberê xwe nas nake.
e)       Heza rastî ya ku kierkegaard behsê dike heza “hezkirina cîranan” e û ev jî wekî heza “hezkirina xweda” ye.
f)       Çavkaniya hezê ne li vê dinê de ye, çavkaniya hezê xweda ye.
g)      Heza herî bilind, herî biqîmet heza “hezkirina xweda” ye û ev jî ji xweda tê. Çare jî ji xweda hezkirin e.
h)      Ji ber ku xweda ji mirovan hez kiriye ew afirandiye.
i)        Nefer, encax pêşî dikare ji mirovan hez bike, paşê dikare ji xweda hez bike. Heya ku nefer, ji mirovan hez neke nikare ji xweda hez bike.
Pirtûk bi pexşên ku mijarên wan ji hev cûda pêk tê, lê belê bi gelemperî qala van her çar merhaleyan dike. Hûn jî dikarin, van mijaran, bi berfirehî di vê pirtûkê de bixwînin û bibînin. Ez dikarim bi dilrehetî vê pirtûkê pêşniyarê we bikim.

Erdal GEZİCİ 
Berfa Sor

Gava êş diket li nav canê wê, bi êşê re dikelijiya, kirasê xemên wê zîval zîvalî dibû. Destên wê yên nermik sist dibûn, qirka wê diricifiya û sewteke kelogirî jê derdiket. Di çavên wê yên belek de bahozên hov û şîzofrenî dibariya. Agir bi hestên wê diket û berfa sor diheland. Ew ji kela êgir bû, babîlîsoka kolanên bajarên biyanî, gewhera li ser gerdena asîmanan bû. Dualîzma Nietzsche, helbesta Cizîrî bû. Ew ji rengê hunerê bû, dengê setara Shahram, xemsariya Ciwan, melankoliya Bjôrk bû. Stranên “ Hey yar hey yarî” li ser lêvên wê kêm nedibû. Ew êş bû, di heman demê de hêstrê dilşahiyê… Yara şevên reş, rêhevalê bihuştê bû. Rûyê wê gundekî xerabe, çavên wê bihuşta E’den, lêvên wê rêya kadizê bû. Bi eslê xwe hinareke sor bû.

Şev, di nîvê şevên havînan de, bi yezdanên xwe re dikelimiya û ji wan; bi diayên pîroz, bi ken, bi girî, bi çoş, bi zanebûn, bi xeyalî, xofî, neçarî, tenê misqalek aram parsek dikir. Sewt di qirikê de asê dima, biîskeîsk ji xew ve diçû û dîsa divecinîqî… Hemû ciwantiya wê di van şevan de asê dima û di wan şevan de bereketa  umrê xwe yê nazik û nazenîn nedidît, sûd jê wernedigirt. Roj, di tava havînê de, ji çavên wê, kuliyên berfê dibariya; hênik, spî û tenik…  Di van rojan de, keskesor dibû xemla wê, taviya baranê dibû peyvên wê; şirîn, zelal û efsûnî… Hemû ta’ma jiyanê di bin çermê wê de kom dibû. Dibû diya av û axê, keça dar û beran.

Eger ku kebokek li ser banê wê daniya, an wê bi tesîra janên wê fira xwe ji bîr û winda bikira, an wê per û baskên xwe biweşanda û bi sal û demsalan di cihê xwe de biqariya, an jî wê dîn û har bibûya û di dawiyê, ji êş û elemê, ji xem û kederê bimira. Hechecik, reşîlek û hemû balindeyên din; li ser darên spîndaran, li kenarê çeman, di bin ewran de, hertim gazinde û lome, qarîn û şorindeyên wê dibihîstin.

 Li gorî wê,dinya; xewneke eletewş, dem; berêvar, Jiyan; cendekeke li nav berf î sor, mirov; dîwareke reş bû. Jiyana wê bi salan, bi van hîsan, dewam kir. Her dem li ser xaka man û nemanê bû. Dawiyê bi tavê re kelijî û bifûrî çû…

Erdal GEZÎCÎ

5 Nisan 2016 Salı


ji bo Brahîm Golestan

Ji Nu Ve Vejîn

Ayeteke tarî ye hemû hebûna min
ku te di xwe de dûbare dike
Wê bibe sehera ebedî ya ajdan û gulvebûnê.
min di vê ayetê de ji te re, ax kişand, ax
min di vê ayetê de tu
Deq da dar û av û agir
Ger ku jiyan
kolanek dirêj be ya ku her roj jinek bi zembîla xwe derbas dibe,
Ger ku jiyan
werîsek be yê ku zilamek xwe ji şaxekî dar de kiribe
Ger ku jiyan zarokek be yê ku ji dibistanê vedigere,
Ger ku jiyan cixareyek be yê ku di nav rehaveta du şadbûnê de hatibe vêxistin
An jî kesekî behitî be ku bi rakirina şewqa xwe, di rê de derbas dîbe û bi kenekî bêwate ji Kesekî din rê dibêje “beyanîbaş”.
Ger ku jiyan ew keliya xitimî ya ku awirên min di çavên te yên gemarî de xwe bi perçe perçe xira dike be,
derxistineke heye di vê de,
ez ê van bi heyva xwe û têgihiştina tariya xwe ve gire bidim.
di odeyekî qasî tenêtiyê de,
dilê min î qasî eşqê, 
bi nemana gulên xweşikên di guldankan de,
bi wê  şitla çinîna te ya bexçe de û
bi hûtûna qasî paceyekî ya qenaryakî/ê, temaşeyê hêcetên hêsan ên bextewariya xwe dike,
ax…
Ev e ya dikeve para min.
Ev e ya dikeve para min.
Ya dikeve para min, bi daliqandina perdeyê, asîman ji min standin e
Ya dikeve para min, daketina ji pelpelokekên hatî terikandin e û
di xeribî û rîzînî de gihiştina tiştinan e.
ya dikeve para min, di bexçê bîranînê de gerîneke xemgîn e
û mirinek e, li ber ew dengê xemgîn ên desten te yên dibêje “ji te hez dikim”.
ez destên xwe di bexçe de diçînim
ez ê şîn bibim, dizanim, dizanim, dizanim
û wê hechecîk di kortika tiliyên min ên bi hibir de hêk bike.
ez ê guharan têxim guhên xwe
ji du gilyazên sorên cêwî
û ez ê neynûkên xwe bi pelên beybûnan bixemilînim.
kuçeyek heye li wir;
şeveke bi efereya bayê ketî de
Hêj, lawikên ku ji mi hez dikirin
bi heman porên tevlî hev, stûyên zirav û lingên sist re
kenên bêguneh ên keçikek biçûk difikirin.
kuçeyek dilê min heye
ji taxa zaroktiyê diziye
û wisa ye,
Yek dimire û yek dijî
Tu neçîrvan bîreke jehr û cehimî de nêçira almastan nake.
Ez periyek biçûkî xemgîn dizanim
Di behrê de dijî
Û dilê xwe di bilûrek textik de
Periyek biçûkî xemgîn
Bişev bi ramûsanekê dimire
Û sibehan bi ramûsanekê  ji nû ve jîn dibe
Furuğ Ferruhzad (1935 – 1968) 


wergêr: Erdal Gezici




Sarban-Meşa Mirinê
Artemiyevê ku wê oda tarî û cehimî de rûniştî digot:
-          Celebên jiyînê gelek in; Dînitî, ehmeqtî, humanîstî û hîçtî yek ji wan e.
Ûstad Sarban li ser kopîtka erefata Nevaî de bi dengekî jixwe çûyî:
-          Xwelî li serê wî emrê ku tu carî dest neavitî mirinê, sed hezar carî xwelî li serê wî emrê ku tu carî negotî: “ heywax! heywax bi wê stêrk û xencerê, bi wê şûr û demançeyê re, heywax bi wê Çarmixê û bi Aylanî re…”
Artemiyev bi tesîra vê gotinê nefilîtî û dîsa rabû, ket li ser rêya sorhesinî, rêya zemên û got:
-          Kûçikekî/ê bi bayê bezê ji meha Nîsanê tê, bi renge xwe ne reş e, ne zer, ne spî û ne qemer e jî, Gewr e. Di çavên wî/ê de gemara mirinê, di devê wî /ê de bêhna xwînê… Dişibe min û dişibe te.
Ûstad Sarban:
-          Kûçikekî/ê ji dahûtiyê tê, dişibe min û dişibe te.
Artemiyev piştî çend gavên derizî gihîşt serê Adarê. Li wê rêya sorhesinî de ket di çalekê kûr,  teng û herî de û bi sewtekî orînî bi meha Adarê re got:
-          Mirin tune ye, ên ku dimirin ne ji vê dinê ne; ên ji vê dinê Tişt in an jî kûçik in û renge wan jî ne reş e, ne zer, ne spî û ne qemer e jî, Gewr in. Tenê gemara mirinê di çavên wan de, bêhna xwînê di devên wan de heye. Ew hew dimirin, mirin ji wan re felat e.
Ûstad Sarban bi dengekî zengarî bi xwe re:
-          Ji çavên min gû dibarin, ez hetta hettayê niştecihê gû me. Di vê dinê de tene gû heye, ji bîr neke rêdarê xezebê: “jiyan bermayî ya mirinê ye, ên ku nikarin bimirin di vê dinê de dijin û hew dikarin bimirin”.

Sarban rêdarê zeman e, ew dixwaze biçe û bigihîje meha îlonê. Ji ber vê yeke jî, bi Artemiyev -Artemiyev karakterê di sere wî de ye- re ketiye li ser vê rêyê, li ser xêza zemên. Meşa wî meşa zemên e. Li ser vê xêzê her der tarî û her tişt rizî ye. Sarban hêj biryara vê meşe nedayî hertim di tayê de bû lê niha bi vê meşê xwe baştirîn hîs dike. Dengeke asîmanî jê re heye. Gava diricife ji nişkave dest diavêje stranekî û heta ku rih ji bedenê bimîne distire. Sibeh û êvar û rengê dine pê re tune, ew korê her du dinyayan e. Reşahiyê bi laşe wî, çavên wî, dile wî, rihê wî, fikr û ramanên wî girtiye, ji her derê wî de reşahî zîl dide.

Artemiyev karakterê wî yê li ser rûyê erdê, hevalê wî yê; tirbê, çalê, heriyê, tirsê û tenêtiyê ye. Artemiyev di dengê serê wî de ye. Artemiyev hin caran dibe dengê santûr û setarê, hin caran dibe dengê def û zirnê, hin caran jî dibe denge çengê û kezeba Sarban ji devê Sarban re derdixîne.
Axaftina bi fehş û bedbînî hêzê dide Sarban. Piştî vê axaftinê, Sarban di vê meşa mirinê de gaveke bi qasî sê rojên Tebaxê avêt û ber bi Nîsanê ve çû… (wê bidome, li bende bin…)

Erdal Gezîcî

2 Mart 2016 Çarşamba

Qêrîna Dînekî

Qêrîna Dînekî

“Di hundirê min kîjan zilam dipeyîve?
Nikarim di heman wextî de hem ji hişê xwe û hem jî ji bedena xwe derkevim. Ji ber vê yekê nikarim tenê bibim kesek.
Dikarim di heman demî de xwe wekî hezaran tiştan hîs bikim.
Hostayê mezin zêde nemane. Nebaşiya vî heyamî a rast ev e.
Rêyên dil, mijan girtine.

Divê em guh bidin dengên bêfeyde.
Divê vizîna kêzikan têkeve ew mejiyên ku bi diwarên dibistanan, asfaltên fireh û kanalîzasyonên dirêj ên reklaman tijî.
Divê em her yek çav û guhên xwe, bi wan xewnên ku destpêka tiştên  mezin dikin re dagirin.
Divê kesek karîna me ya çêkirina Pramîdan biqîre. Tu giringiya nekarîna çêkirinê tune, divê em wê xwestekê  zêde û bilind bikin.
Û divê em koşeyên rih
nerm bikin, wekî çarşefekî bêsinor.

Ger hûn bixwazin dinya pêş bikeve, divê em desten xwe bidin hev. Divê em yên “sax” û yên “nexweş” bikevin nava hev.
Hûn ên sax! wateya saxbûna we çi ye? Hemû çavên ademîzad li wê çala ku em tê de dihênijin, dinêre.
Azadî bêfeyde ye, eger hûn nekarin di nava çavên me binerin, bi me re bixwin, vexwin û newêrin bi hev re razên…
Ew kesên dinya anî ber deriye xerabûnê, Ên “sax” in.

Guhdarbin Ademîzad!

Di nava te de av û agir û paşê xwelî… Û hestiyên di nav xweliyan…
Hestî û xwelî…
Di nava rastîbûnê de anjî gava ne di xeyalan de bim, ez li ku me?
Wa ye Peymana min a nû:

Divê şev bi tav be û tebax jî bi berf…
Tiştên mezin dawî dibin, ên biçûk ebedî…
Divê civak heya ku perçe perçe dibin, bila ji nû ve bên cem hev.
Tenê li xwezayê binere, Tu yê bibînî ku çiqas hêsan e jiyan.
Divê em vegerin ew heyamê ku wextekî em tê de.
Divê em vegerin wê noqteya ku em şaş lê çûyin.
Divê em vegerin makebingeha jiyanê, Hêj me av şêlî nekirin.

Zilamekî dîn Ji we re bibêje: “ji xwe fedî bikin” ev der dinyayekî çawa ye?

Yadê, Ew tişta sivik a ku li ser serê te diziviriya û hingî tu dikeniya ew jî zelal dibû, hewa bûye…”

Andreî Tarkovsky

Wergêr: Erdal Gezîcî