Rijbiş Çikî ihihihihi!
Hey you! Yes you!
Would you help me to carry the stone?
Hey you! Yes you!
Open your heart İ'm coming home.
Heyheyheyhey!
Eré Çîkogiyan ji te re jî qewet be. Eré loo eynî kes in, eynî der, eynî dem, eynî muhabbet, eynî nexweşî... Her roj eynî ye. Ji dévla çar salan, em du hefte tené bixebitiyan dîsa jî em ji tiştan kém nediman. Her rojén me eynî ne yaa. Ev mijarakî pir ciddî ye. Divé tu dev ji şehkirina porén xwe berde...
Puahahaaha jî ji dil nayé îro, vésbé... Naxwazim ihihiyan jî. Jixwe yé sebra dilé xwe winda dike, nikare réya mala bibîne...
Îro şûna te Lady Meral nivîsand... Şimdi mutlu musun? Ühühühühühü... Ahahahaahahahahahaha
Min xewn jî nedît û pélavén li ber derî jî li cihé xwe ne... Xwezî ez bûma eshot şoforî lé min ev roje nedîta... Hey you! Yes you! Çima çû?
9 Nisan 2019 Salı
Gerestérk diteqin boom!
Îna te bixér "keviré reşé Çiyayé Qerejdaxé!"
Gerestérk diteqin boom! Ya heyvé kişandî, tu stérkan nekişandiye, lé dîsa jî pişta xwe dide tavé û siya wî dikeve li ser kevirekî li Çiyayé Qerejdaxé. Piştî tariyé ronahî té, piştî ronahîyé tarî, piştî tariyé ronahî, piştî ronahîyé tarî, piştî tariyé ronahî...
Wekî kulîlka biharé tu bi xér hatî keçikok (li vir nav bi tîpén biçûk, biçûcûk in) eheheheheheehe. Hînşşallaaa mijangén te yé li vir diréj bibin... Ka ew keçika te li parîsé naskirî?
De haydé rabe tî bûme. Asîman ewr girtiye. Lé ewr ne tarî ne, tarî ne, ne tarî ne, tarî ne... de haydé rabe Lûsîferok! Em biçin tariya ewran, tariya şevan, em biçin li xwe bibînin. Bu arada diranén te berbad in Lûsîferok ihihihihihi... Dev jé berde! Xweda diguhere; dibe insan, dibe masî, dibe pur-te-qal, dibe xezalek çavhingivîn, dibe cesedek li Deşta Herrané... Lûsîferok rabe, em biçin; béhna miriyan dicûm, béhna axa miriyan dicûm, diziqumim. Rabe xwedé nehiştiyo!
Şîşgobekek silava keşîşan bide we, qîmeté bidin wî efendîno. Eré loo, Hamlet jî ehmeqiyek wisa kiribû û pişta xwe dabû tavé. Eré lo siya wî jî ketibû li ser kevirekî li Çiyayé Qerejdaxé. Bohohohohoho dev ji wî ehmeqî jî berde lo.
Aslinda şeva din, di nav behrekî ji şeraba sor de bûm, xulamé meyxané bûm û tabîkî şil û şepel bûm. Jinek bi baré xwe ve dimeşiya, û ji hemû çolén dinyayé derbas kiribû û hatibû li ba min. Eré yaaa li ba min! Gava li hemberé min rûdinişt şilfîttazî dibû ihihihihi lé aslinda ne tazî bû jsjsjjsjs. Li min dinéhérî wekî ku li Hamlet (eré Hamlet) binére, li min dinérî. Tabîkî ez jî di nav behrekî ji şerabé de bûm, xûlamé meyxané bûm û şil û şepel bûm...
Min lévén wé dimijîya. Di nava bahoz û bahor û kırbaç firtinasî de. Çavén wé, destén wé û lévén wé diçû û dihat, diçû û dihat, diçû û dihat, diçû û dihat... Tam ölüm döşeği bû...
Xwedé qehra xwe li wan bankonotan bibarîne! Amîn. Kî min dibîne li vir? Ez di nava çemberé de me, ne tîkîtené me. Bi sévan şorbé çédikim, bi mewîjan birincé, bi zirincé goşt... Dixwim ha dixwim... Gazî dikim bi dengé xwe yé herî şérîn dîsa jî min nabihîsî, ev berbad e...
Ew peyva herkesî dizanî çi bû? Dûr, nézîk, dûr, nézîk, dûr nézîk... Aniha bi dengé xwe yé herî şerîn diqîrim lé dîsa jî rasté Petriceya Îtalyan nayém. Ha li wir, li dûr, li wé deşta kezebé, li wé kezeba rast, cesedek li erdé-erdaloké- diréjkirî heye.
Rihé me ji gunehan fedîyok e, heywax!
Bila nebe derd. Évaran şewat diherike, şerab diherike... Xwe li tehtan digire, li newalan... Newal jî, av jî, jin jî axînan dikişînin. Şirrrrrrrr, şirrrrrrrr şşsşiiu, rşşiuu şerab diherike û xwe li tehtan digire... Şir şira şerabé ye, puahahaaha... Cesedekî sipî rast kiriné li wé newalé... Şirrrrrrr şirrrrrrrr şşişssuii, şşiu,rşsss

Çetelé xwe bobreka min re dike, Wheh!
Merhab! S. Aleyk! Bonjou! Rojba!
Rabe rabe rabe rabe qidqida mirîşkan e. Pîna mirişkan hilweşiyaye, béhna nané şewutî, kûté nan té. Taştéya me goşté elokan e gulugulugulugulugulu... Sibehek şérînok e, baran e. Devé min zûha bûye, divé yek devé min bigûre, biqeléşe. Sé çar loqme goşté eloké danin di devé min de paşé bigûrin. Qidqidqidak qidqidqidak gulugulugulugulugulu. Sé hékén mînnoş û tabilek goşt...
Ji Cebelîtarixé derbas bûm lé li te derbas nebûm heywan kızı heywan ahahahaahahahahahaha. Lé divé wé jiné nerehet nekim. Kartolan jé re biqelînim, nané kevin sor bikim. Eré kamyonek nané kevin e rizqé min. Seré vé sibehé şerbeté vedixwim û dirané xwe tûj dikim ji bo goşté eloké. Asîmanek zér, derîyek tenha, dayîkek li ber derî... Qidqidqidak qidqidqidak gulugulugulugulugulu. Sé hékén mînnoş û tabilek goşt...
Çatalé xwe bobreka min re dike wheh! Li ser de jî dizivirîne û dixwaze aliyé din jî biqelîne. Ecéba xwedé! Keçé te rûné temaré min qerisand.
De haydé Shahramé dilé min, tékeve muzîké. Santûra te daré zeytûnan dihejîne, pur-te-qalan dadiwerîne. Kî ye pur-te-qalén zérîn bi pelén zirav dipéçin û ji jinén sosyetîk û asosyal re dişîne? Dirané xwe dişîdînim, guhé xwe vedikim, dest û péyén xwe ditarigînim. Ev deng ev Shahram... heywax! Berbad e. Çend donim e rihé te Shahramok?
Insanén herî kevin belavé her çar goşé dinyayé bûne. Loma bajar kevnar in, qedîm in, deriyé bajaran tenha ne. Mînak Sodom, mînak Gomore; hemû navén mirî ne. Oldarek li ser parşomeneké çoké xwe şikandiye, ayetén qedîm dixwîne. Ayet qedîm e yan dengé wî? Eşqa xwedé! Ev pisîk çi digere li ber piyé oldér? Di navbera zilamé oldar û parşomen de pisîkek bi terî xwe ve derbas dibe. Miyaaaaavvv mkynouuaaavvv dimirmirîne, çavé xwe sor e, simbélé pisîké birq e. Béhna mîz jé té heyla qeda çavén te yé xûmrî ketî pisîkok! Miyaaaaavvv mkynouuaaavvv...
Guhé xwe bi çermixé ve mix dikim, bizmaran di lingé xwe de diqutim. Desté û lingé min bi bizmar in. Ev kafirbava pişta min dixure, heywax! Kes tune pişta min bixurîne, posté min fireh e, pişta min xur... Cané bizmar jî diéşe, bizmaré béhestî jî diéşe. Hesin e, sar e, hişk e, reş e ev bizmar. Berî her tiştî zirav e. Bi kakûçan rast dikim tiliyén xwe eheheheheheehe eré manyax im ehehehe... Dikarim xwe bi vé bizmaré bikujim, miyaaaaavvv mkynouuaaavvv dimirmirînim...
Di merasîma Marvélé Arjantînî de me. Marvel sersor û sermest û serserî bû. Ji tîbûné devé xwe dixwar, tîbûneke bédawî... Wekî çîyayé Zagrosé bû bedena wî, çiqasî jî av vexwara dîsa jî şil nedibû laşé wî. Her daîm cermé wî zûha, destén wî şeq, lévén wî zîval zîvalî bû. Axx ew dest! Gava ji bo azadiyé radikir, li jor stérk dadiwerî, diçirûsî, dipekî û diteqîya. Asîman, hîv û rengé derpîyé Petriceyé ji hişé min dernakeve. Ev Marvel li ku derket? Ecéba xwedé! Çay hazir e, kecikeke nazik û nazenîn bobreka min diqelîne. Memiké wé memiké biziné ye ehehhehehe...

Yextîyarekî bi jartîyer
Yextîyarekî bi jartîyera xwe ya gewr ve, hin caran mîna hanimefendîyan, hin caran jî mîna beyefendîyan, li ber neynika saloné, nifînén nazik ji xwe re dikir: "Metamorfozoka te bişké! Gerdena te ya qazî bişewute! Bejna te ya zirav xwar be! Çermé te yé qermîçok qeto qeto be! Sûrmeya te birije! hwd." Paşé jî, bi nîv devî, wekî pestgotinan(sayiklama) ji devé wî çend peyvén erotîk jî derdiket: " ax keçikok, ax ew keçikoka li ber peravé, ax ew keçikoka xweşken û xweşik, ax ew memikokén zîvî..."
Temolok, ew yextîyar li wir hişt û xwe avét derve. Hemû bendikén mîntané xwe vekir, sînga xwe derxist derve. Çû li ber dareke zeytûné û bi destméja xwe ya biçûk, dara zeytûné hişt di nava kefé de. Hinarokén Temocuxum xemseyî bûn. Gava dibû évar, bi maskén enîya wé bi xétén zer û reş hatî xemilandin, rûyé xwe digirt. Maska wî di bin şewqa heyvé de; péşî vediguherî rengé pembeyî, paşé zera zér, paşé zirincî û paşé jî vediguherî rengé orjinala xwe.
Merasîma cenaze saet di çendan de bû? Éééééééééévareeh ro deerengeeeh ro deeerengeeh... Xwedîyé cenaze anî bîra xwe; aniha ew bi kulîlkén cenaze re mijûl e. Kulîlkén bé armanc, nermijokî, leymonî, dilnizm û bépel... Beybûn, nérgiz û gulén bi strî... Temo, ev hemû li perava Çemé Murat dîtîbû. Hofffff, dev ji kulîlkan berde keçelo! Zû zû bimeşe... Deh gav avét û neavét, di navbera deh gavan de; yané bi qasî deh gavan; em dikarin béjin deh mîtro jî; belkî ji deh mîtroyan piçek zédetir, belkî jî ji deh mîtroyan piçek kémtir; hema em béjin tam deh gav avét û însomnîaya wî ew girt. Çavén wî dihat girtin diçû û dihat. Di xeyalé xwe de kaktûsa xwe ceza dikir. Ew nedibir Çola Taklamakané, dibir û datanî li kéleka sosina avé.
Gavek diavét û di navbera du gavan de; yané bi her gavé, em dikarin béjin mîtroyek jî; belkî ji mîtroyekî piçek zédetir, belkî jî ji mîtroyekî piçek kémtir; hema em béjin tam gavek diavét û diket li nav aveke sar. Giraniya avé nedihişt ew binav bibe. Laşé Temoloké me ji laşé avé siviktir bû. Heywax! Na, ev av ne sar bû û ne jî sivik... Ev av, hem şor bû hem jî bi kef... Eré ketibû li bin dara zeytûné. Heta sibehé bi her hélm dayîné baloneke, ji kefa li ber devé wî, çébû. Ax Temocuxum! xwelî li seré te be
(min wergera Tirkiya vé biwéjé ji bîr kir. Ji ber viya ez é wek jéré wergerînim, hînşalllah wé eyné wateyé bide. Amîn.
xwelî li seré te : amk salağı)

Xwîna Tirîyan
Kî ne yé ku weha axîné li me dibarînin? Seré vé sibehé, seré tiriyan jé dikim û xwîné jé diherikînim. Ji devé kappeyeké qedehek xwîna tiriyan vedixiwim. Xwîn im, xwîné dirijînim, xwîné dikelînim, xwîné difiroşim, xwînvexwar û xwînxwar im.
Qefesa sînga ké ye weha diricife? Parsûya dozdemîn ji qafesé derketiye û wekî teleskopé beré wé li seré memiké ye. Memik dûr in yan gerestérk? Seré memikan birq in yan stérk? Diranén zér hildiweşin li gerdené; zér zer in yan gerden?
Kuxiké dîsa li min şidandiyé vé sibé, lé zirhé min zexm e. İhhhiiiia uhhhuaaahahahhaa. Dengé kûçikan té li bin çermé min, dike bifetise, dike bitemire haâaaawwvvwvwuuu haaaaavvvvwwuu hahahahahaaaaaaawvwvwvw dengé kûçikeke sorgevez té ji keseba min puhahahahaaaaavvvwvv. Dengé havhaveke té uhhuuhu...
Béhna min bîle îro, min teng dike. Béhn çawa dikare teng bike yaa? Kî ne yé ku weha axîné li me dibarîne? Kî ne ew keftar û wawik û şûmén weha karbondîoksîté li me dibarîne, béhna me diçikîne? En son rûbaba Rahîm Khûshnawaz weha li min kiribû. Ji ku derket ev béhntengî? Neyse... Dev jé berde yaa... Hefteya bé em é biçin seyrnané, em é goşt bixwin? Zarok jî, heta ku xwarin amade bibe, yé li derdoré bilîzin. Apé Dîlané yé masiyan bigire, bavé Dîlané jî yé menqelé çébike... Hofffffff çi rojeke erjeng û berbad! Menqel bîle Kurdekî bextewar neke bizanibin ku ew ne baş e, eheheheheheehe

23 Ekim 2016 Pazar
Çend Gotin Li Ser Pirtûka S. Kierkegaard:“Hewcedîtina Xweda”
Erdnîgariya
Skandînavyayê pir cûda ye. Şev û rojên wê derê pir dirêj in. Gelek cihên ji
Skandînavyayê, şeş mehan şev û şeş mehan jî roj in. Gelek herem jî her tim berf
û baran e. Ji ber vê yekê jî peyvên “cemser, berf, baran, şev, ewr, mirin, reş,
ol, tirs, qels, sar, tarî, hwd” di Skandînavyayê de pir tên bikar anîn. Hewaya
bi mij û dûman, tarî an jî sar a li ser bajaran, herdem jiyanê zeft dike. Li
gorî îstatîstîkan, xwekujeriya herî zêde jî li dewletên Skandînavyayê xûya
dike. Ji xwe mirov çawa dikarin li wê derê bêçalak û bedbîn nejîn? Belkî jî ji
bo vê yekê, gelê wê erdnîgariyê jî, nikarin jiyaneke normal (li gorî me) bijîn.
Di welatên ku
jiyana wê dijwar de “aqil û hîs” derdikevin pêş. Mîrov her hîsî zindî dijî, her
tiştî, her ramanî bi balkişandineke,bi eleqeyeke mezin difikire. Bavê hebûnîzmê,
(egzîstansiyalîzm) feylesofê Danîmarkî, Soren Aabye Kierkegaard (1813-1855) jî
di wê erdnîgariyê de jiyaye. Helbet tesîra rêbaya (îklîm) erdnigariyê jî li ser fikrên wî heye. Jixwe rêbaya
erdnîgariyê nebûya wê ewqas xemsarî, bedbînî, tengaviya wî, dê ji ku ve bihatiya?
Kierkegaard li
gorî feylosofan, afirîner û bavê hebûnîzmê (egzîstansiyalîzm) ye. Di felsefeya
hebûnîzmê de, di navenda jiyanê de, mirov bi xwe, cih digire. Felsefeyeke
rasyonalîst û sîstematîk nayê qebûl kirin. Mirov nikarin bê “tirs, absûrd, xem
û fikar, tiştên tewş û fetisok, poşman” bijîn. Divê felsefe berbiçav be û dest
biavêje jiyana mirov bi xwe. Di vê pirtûka Kierkegaard a bi navê “Hewcedîtina
Xweda” de jî ev mijar tên şirovekirin. Rastiya mirovan datîne li ber çavan û li
gorî xwe analîza jiyanê dike. Pirtûk beşên ku mijarên wan bi hev cûda ve pêk
tê. Her beş qala mijarekî dike. Temaya
van mijaran jî bi gelemperî; tirs, xem û fikarên mirovan, tiştên tewş, fetisoka
rihan, jiyan û absûrdî ye.
Çi ye hebûnîzm?
Li gorî Kierkegaard hebûn jiyana mirov a subjektîf, girgîn –konkret (somut) û
hişyar e. Dibêje mirov bi aqlê safî tênagihîje hebûnê. Hemû têgîn, tesnîf û
pênas hebûnê ji holê radike, navreroka hebûnê pûç dike. Hebûn ne tiştekî
objektîf e, jixwe zanyariya objektîf, nirov ji hebûna xwe ya subjektîf hîsnegir
û bêçalak dike. Mirov nikarin hebûnê bixin di nava pergal û sîstemekî de. Dîsa
li gorî Kierkegaard sê merhaleyên hebûnê hene; estetîk, etîk û olî (dînî). Û
dibêje Lê dîsa jî ev her sê war jî, her yekî bi tena serê xwe, têra tesnîfa
hebûnê-hebûnîzmê nake û pêşniyara çareseriyê “hez” e. Di vê pirtûkê de ev beşên-
merhaleyên hebûnê bi pexşên bi navê; tirs, lerizok, êş, poşmanî, îman hwd.
berfireh hatiye şirovekirin. Bi kurtasî wateyên van beşan û van merhaleyan wek
jêrê ne:
1.
Merhaleya Hebûnê 1: Estetîk
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê
wekî jêrê dinirxîne:
a)
Di vî merhalê de, neferên (birey) ku ji
êş û ezabê direvin, ji bo ku poşman nebin, bêbiryar û bêhilbijêr dimînin.
b)
Bingeha neferên vê kategoriyê;
bext-şans, başî-nebaşî û qeder in.
c)
Neferên estetîk ên ku jixwe, ji rastiya
xwe anjî ji ariya xwe bêhay, êşê dikişîne û neşad dibin, hewcebûna lêpirsîna
rewşa ku tê de ne, nakin.
d)
Di vî merhalêde neferên estetîk, ji hêla
hay ji rastiya xwe (ariya xwe)hebûn de,
asta herî nizm de ne, Ji ber vê yekê jî ji hêla durketina jixwe-ariya xwe û
xwedayê xwe de, asta herî bilind de ne.
e)
Neferên estetîk, hêsîrê hez û xwestekên
xwe ne.
f)
Li gorî neferên estetîk her tişt rûbarî (yuzeysel) ye.
g)
Neferên estetîk, estetîkê derdixînin pêş
û bi kêlî kêlî, bisebir, heza her demên vê merhalê dijîn.
h)
Neferên estetîk ne li pey aşiqbûnê, li
pey cilwe û erotîzmê ne.
i)
Ev neferên ku nikarin biryaran, bi tena
serê xwe, bi azad bigrin-bistînin, hêsîrên azwerî û ajoyê ye, hîsên wan ê
berpirsyariyê jî tune ye.
j)
Neferên estetîk eger ku bi rewşeke
dijwar re, rû bir û bimînin, dikarin derbasî merhaleya exlaqê anjî oliyê bibin. Ev jî bi biryardayînê
pêk tê.
2.
Merhaleya Hebûnê 2: Exlaq
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê
wekî jêrê dinirxîne:
a)
Di vê merhalê de qala mijarên wekî;
civak, nefer, zewac, dewlet, azadî, gerdûnî
tên kirin.
b)
Nefer li ser hişê xwe ye û haya wî/ê her
tiştî heye. Di nefer de hestên berpirsiyariyê heye. Ev hestên berpirsiyariyê jî
bi du şikla derdikeve holê;
1)
Mirov dikare sînorê “merhaleya olî” derbas neke
û di “merhaleya Exlaqê” de bijî.
2)
Mirov dikare wekî di “merhaleya olî” de be,
bifikire û wekî di “merhaleya exlaqî” de be jî, bijî.
c)
Di vê merhalê de berpirsiyarî û peywir
girtin derdikeve pêş û armanca yekemîn jî bicihbûna wan e.
d)
Divê di vê merhalê de nefer xwe nas
bike, armanc ev e.
e)
Bingeha neferên vê kategoriyê; baş,
nebaş û peywir in.
f)
Xwezanîn esasê vê merhalê ye.
g)
Berpirsiyarî ne ji xweda re, ji civak û
dewletê re ye.
h)
Şûna erotîzmê zewac heye. Nefer li gorî
pergal û exlaqa civakê dijî.
i)
Exlaq, yê kesên ku dikarin “azadî û
hilbijartinê” derxîne holêyê ye.
3.
Merhaleya Hebûnê 3: Olî (Dînî)
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê
wekî jêrê dinirxîne:
a)
Ev merhale, dij aqil e.
b)
Mirov vê merhalê, tenê pêy îmanê dikare
şirove bike.
c)
Di vê merhalê de nefer, tenê ji xweda re
berpirsiyar e.
d)
Îman; wateya wê nekeve serê neferan jî,
jiyana neferan şirove û zelal neke jî, dij pergala exlaqa wan be jî, divê nefer
îmanê qebûl bike.
e)
Ti pê danekirina (yaptırım) civakê ya li
ser neferan tune ye.
f)
Nefer bi xweda re, têkiliyan ne pêy
aqil, pêy îmanê datîne. Têkiliyên mirov bi xweda re qut nabe, her didome.
g)
Mirov ji ber fitrata xwe, neçar maye ku
ji xweda dûr bikeve. Ji ber vê yekê jî bi hilbijartinên xwe dîsa neçar e ku
bizivire û bigihîje xweda. Tenê ev rê dikare mirov ji êş û elemê, ji neşadiyê
derxîne.
h)
Hilbijartina neferan: “îman anjî guneh”
e.
i)
Tenê ew neferên ku xwedabawer û xwedî
îman dikare ariya xwe-hebûna xwe ji neşadiyê derxîne.
j)
Mirov senteza dawî-bêdawî,
mayîn-nemayîn,azadî-mecbûriyê ye.
k)
Absûrdî ji têgînên dûr-nêzîk ên di
navbera xweda û neferan de derdikeve.
l)
Îman û absûrdî bi hev re ne.
m)
Nefer her dem li cem xweda ye. Bi vî
hawî nefer ariya xwe temam dike. Nefer xwe “kêm” û “gunehkar” dibîne û ev rewş
di nefer de hestên teslîmiyeta ebedî derdixîne holê.
n)
Îman vecinîqeke paradoksî ye. Nefer
baweriya xwe, tiştên ku dikeve serê wî/ê nayîne, yên nakeve serê wî/ê tîne. Ji
ber vê yekê jî; ji bo ku nefer bigihîje rastiya xwe, ariya xwe, xwedayê xwe,
divê nefer aqlê xwe winda bike.
o)
Îman, di cihê ku mirov aqlê xwe winda
dike de, dest pê dike.
p)
Di vê merhaleyê de êş di asta herî
bilind de ye. Bi dawîbûna êşê re, merhaleya olî jî diqede.
q)
Êş di vê merhalê de ji bo neferan
temînat e.
r)
Neferên tena serê xwe, ji ber ku nikare
xwe îfade bikin, dimînin di nav êşekî bêdawî de. Ji bo ku aqlê wan bi tiştên
giran ve mijûl e, nikarin her tiştî bifikirin.
s)
Neferên êşkêş, rih û giyanên wan bi êşê,
hem paqij dibin hem jî digihîje asteke bilind û arî dibin. Ev jî dibe sedema
biryardayînên-biryarstandinên qatî.
t)
Ji bo gihiştîna îman, divê nefer; êşê,
elemê, e’zayê, bikişîne.
u)
Sedemên êşkişandinê jî, di hemberê xweda
de, xwe gunehkar hîskirin e. Sedemên êşên Hz. Îsa jî, xwe û civakê gunehkar
dîtin e.
v)
Pirsîna rihî- xwepirsîn di vê merhaleyê
de dest pê dike.
Li gorî Kierkegaard mijarên îmanê absûrd û paradoks in. Erka
mirovan; ne zanîna absûrd û paradoksê ye, zanîna, nezanîna absûrd û paradoksê
ye.
4.
Senteza Merhaleyên Hebûnê: Hez
Di vê sentezê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî
jêrê dinirxîne:
a)
Qada hezê nebe senteza her sê merhaleyan
pêk nayê û bê sentez mirov nikare hebûnîzmê şirove bike.
b)
Nefer ancax bi senteza her sê merhaleyan
dikare “safiya xwe-rastiya xwe-xwe” pêk bîne.
c)
Di merhaleya estetîkê de hez wekî erotîzmê,
wekî heza fizîkî-gewdeyiyê, wekî egoyê-xwepesendiyê; di merhaleya exlaqê de hez
wekî dilsozîyê, wekî erkeke mecbûriyê; di merhaleya olî de jî hez, wekî heza
xweda, wekî fedekariyê tê binavkirin û derdikeve pêş.
d)
Heza erotîk hezeke egoîstî- xweperestî
ye, rastiya kesên li hemberê xwe nas nake.
e)
Heza rastî ya ku kierkegaard behsê dike heza
“hezkirina cîranan” e û ev jî wekî heza “hezkirina xweda” ye.
f)
Çavkaniya hezê ne li vê dinê de ye,
çavkaniya hezê xweda ye.
g)
Heza herî bilind, herî biqîmet heza “hezkirina
xweda” ye û ev jî ji xweda tê. Çare jî ji xweda hezkirin e.
h)
Ji ber ku xweda ji mirovan hez kiriye ew
afirandiye.
i)
Nefer, encax pêşî dikare ji mirovan hez
bike, paşê dikare ji xweda hez bike. Heya ku nefer, ji mirovan hez neke nikare
ji xweda hez bike.
Pirtûk bi pexşên ku mijarên wan ji hev cûda pêk tê, lê belê
bi gelemperî qala van her çar merhaleyan dike. Hûn jî dikarin, van mijaran, bi
berfirehî di vê pirtûkê de bixwînin û bibînin. Ez dikarim bi dilrehetî vê
pirtûkê pêşniyarê we bikim.
Erdal GEZİCİ
Berfa Sor
Gava êş diket li nav canê wê, bi êşê re dikelijiya, kirasê
xemên wê zîval zîvalî dibû. Destên wê yên nermik sist dibûn, qirka wê
diricifiya û sewteke kelogirî jê derdiket. Di çavên wê yên belek de bahozên hov
û şîzofrenî dibariya. Agir bi hestên wê diket û berfa sor diheland. Ew ji kela
êgir bû, babîlîsoka kolanên bajarên biyanî, gewhera li ser gerdena asîmanan bû.
Dualîzma Nietzsche, helbesta Cizîrî bû. Ew ji rengê hunerê bû, dengê setara
Shahram, xemsariya Ciwan, melankoliya Bjôrk bû. Stranên “ Hey yar hey yarî” li
ser lêvên wê kêm nedibû. Ew êş bû, di heman demê de hêstrê dilşahiyê… Yara
şevên reş, rêhevalê bihuştê bû. Rûyê wê gundekî xerabe, çavên wê bihuşta E’den,
lêvên wê rêya kadizê bû. Bi eslê xwe hinareke sor bû.
Şev, di nîvê şevên havînan de, bi yezdanên xwe re dikelimiya
û ji wan; bi diayên pîroz, bi ken, bi girî, bi çoş, bi zanebûn, bi xeyalî,
xofî, neçarî, tenê misqalek aram parsek dikir. Sewt di qirikê de asê dima, biîskeîsk
ji xew ve diçû û dîsa divecinîqî… Hemû ciwantiya wê di van şevan de asê dima û
di wan şevan de bereketa umrê xwe yê
nazik û nazenîn nedidît, sûd jê wernedigirt. Roj, di tava havînê de, ji çavên
wê, kuliyên berfê dibariya; hênik, spî û tenik…
Di van rojan de, keskesor dibû xemla wê, taviya baranê dibû peyvên wê;
şirîn, zelal û efsûnî… Hemû ta’ma jiyanê di bin çermê wê de kom dibû. Dibû diya
av û axê, keça dar û beran.
Eger ku kebokek li ser banê wê daniya, an wê bi tesîra janên
wê fira xwe ji bîr û winda bikira, an wê per û baskên xwe biweşanda û bi sal û
demsalan di cihê xwe de biqariya, an jî wê dîn û har bibûya û di dawiyê, ji êş
û elemê, ji xem û kederê bimira. Hechecik, reşîlek û hemû balindeyên din; li
ser darên spîndaran, li kenarê çeman, di bin ewran de, hertim gazinde û lome,
qarîn û şorindeyên wê dibihîstin.
Li gorî wê,dinya;
xewneke eletewş, dem; berêvar, Jiyan; cendekeke li nav berf î sor, mirov;
dîwareke reş bû. Jiyana wê bi salan, bi van hîsan, dewam kir. Her dem li ser
xaka man û nemanê bû. Dawiyê bi tavê re kelijî û bifûrî çû…
Erdal GEZÎCÎ
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)