23 Ekim 2016 Pazar

Berfa Sor

Gava êş diket li nav canê wê, bi êşê re dikelijiya, kirasê xemên wê zîval zîvalî dibû. Destên wê yên nermik sist dibûn, qirka wê diricifiya û sewteke kelogirî jê derdiket. Di çavên wê yên belek de bahozên hov û şîzofrenî dibariya. Agir bi hestên wê diket û berfa sor diheland. Ew ji kela êgir bû, babîlîsoka kolanên bajarên biyanî, gewhera li ser gerdena asîmanan bû. Dualîzma Nietzsche, helbesta Cizîrî bû. Ew ji rengê hunerê bû, dengê setara Shahram, xemsariya Ciwan, melankoliya Bjôrk bû. Stranên “ Hey yar hey yarî” li ser lêvên wê kêm nedibû. Ew êş bû, di heman demê de hêstrê dilşahiyê… Yara şevên reş, rêhevalê bihuştê bû. Rûyê wê gundekî xerabe, çavên wê bihuşta E’den, lêvên wê rêya kadizê bû. Bi eslê xwe hinareke sor bû.

Şev, di nîvê şevên havînan de, bi yezdanên xwe re dikelimiya û ji wan; bi diayên pîroz, bi ken, bi girî, bi çoş, bi zanebûn, bi xeyalî, xofî, neçarî, tenê misqalek aram parsek dikir. Sewt di qirikê de asê dima, biîskeîsk ji xew ve diçû û dîsa divecinîqî… Hemû ciwantiya wê di van şevan de asê dima û di wan şevan de bereketa  umrê xwe yê nazik û nazenîn nedidît, sûd jê wernedigirt. Roj, di tava havînê de, ji çavên wê, kuliyên berfê dibariya; hênik, spî û tenik…  Di van rojan de, keskesor dibû xemla wê, taviya baranê dibû peyvên wê; şirîn, zelal û efsûnî… Hemû ta’ma jiyanê di bin çermê wê de kom dibû. Dibû diya av û axê, keça dar û beran.

Eger ku kebokek li ser banê wê daniya, an wê bi tesîra janên wê fira xwe ji bîr û winda bikira, an wê per û baskên xwe biweşanda û bi sal û demsalan di cihê xwe de biqariya, an jî wê dîn û har bibûya û di dawiyê, ji êş û elemê, ji xem û kederê bimira. Hechecik, reşîlek û hemû balindeyên din; li ser darên spîndaran, li kenarê çeman, di bin ewran de, hertim gazinde û lome, qarîn û şorindeyên wê dibihîstin.

 Li gorî wê,dinya; xewneke eletewş, dem; berêvar, Jiyan; cendekeke li nav berf î sor, mirov; dîwareke reş bû. Jiyana wê bi salan, bi van hîsan, dewam kir. Her dem li ser xaka man û nemanê bû. Dawiyê bi tavê re kelijî û bifûrî çû…

Erdal GEZÎCÎ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder