23 Ekim 2016 Pazar

Çend Gotin Li Ser Pirtûka S. Kierkegaard:“Hewcedîtina Xweda”

     Erdnîgariya Skandînavyayê pir cûda ye. Şev û rojên wê derê pir dirêj in. Gelek cihên ji Skandînavyayê, şeş mehan şev û şeş mehan jî roj in. Gelek herem jî her tim berf û baran e. Ji ber vê yekê jî peyvên “cemser, berf, baran, şev, ewr, mirin, reş, ol, tirs, qels, sar, tarî, hwd” di Skandînavyayê de pir tên bikar anîn. Hewaya bi mij û dûman, tarî an jî sar a li ser bajaran, herdem jiyanê zeft dike. Li gorî îstatîstîkan, xwekujeriya herî zêde jî li dewletên Skandînavyayê xûya dike. Ji xwe mirov çawa dikarin li wê derê bêçalak û bedbîn nejîn? Belkî jî ji bo vê yekê, gelê wê erdnîgariyê jî, nikarin jiyaneke normal (li gorî me) bijîn.
     Di welatên ku jiyana wê dijwar de “aqil û hîs” derdikevin pêş. Mîrov her hîsî zindî dijî, her tiştî, her ramanî bi balkişandineke,bi eleqeyeke mezin difikire. Bavê hebûnîzmê, (egzîstansiyalîzm) feylesofê Danîmarkî, Soren Aabye Kierkegaard (1813-1855) jî di wê erdnîgariyê de jiyaye. Helbet tesîra rêbaya (îklîm) erdnigariyê  jî li ser fikrên wî heye. Jixwe rêbaya erdnîgariyê nebûya wê ewqas xemsarî, bedbînî, tengaviya wî, dê ji ku ve bihatiya?
     Kierkegaard li gorî feylosofan, afirîner û bavê hebûnîzmê (egzîstansiyalîzm) ye. Di felsefeya hebûnîzmê de, di navenda jiyanê de, mirov bi xwe, cih digire. Felsefeyeke rasyonalîst û sîstematîk nayê qebûl kirin. Mirov nikarin bê “tirs, absûrd, xem û fikar, tiştên tewş û fetisok, poşman” bijîn. Divê felsefe berbiçav be û dest biavêje jiyana mirov bi xwe. Di vê pirtûka Kierkegaard a bi navê “Hewcedîtina Xweda” de jî ev mijar tên şirovekirin. Rastiya mirovan datîne li ber çavan û li gorî xwe analîza jiyanê dike. Pirtûk beşên ku mijarên wan bi hev cûda ve pêk tê.  Her beş qala mijarekî dike. Temaya van mijaran jî bi gelemperî; tirs, xem û fikarên mirovan, tiştên tewş, fetisoka rihan, jiyan û absûrdî ye.
     Çi ye hebûnîzm? Li gorî Kierkegaard hebûn jiyana mirov a subjektîf, girgîn –konkret (somut) û hişyar e. Dibêje mirov bi aqlê safî tênagihîje hebûnê. Hemû têgîn, tesnîf û pênas hebûnê ji holê radike, navreroka hebûnê pûç dike. Hebûn ne tiştekî objektîf e, jixwe zanyariya objektîf, nirov ji hebûna xwe ya subjektîf hîsnegir û bêçalak dike. Mirov nikarin hebûnê bixin di nava pergal û sîstemekî de. Dîsa li gorî Kierkegaard sê merhaleyên hebûnê hene; estetîk, etîk û olî (dînî). Û dibêje Lê dîsa jî ev her sê war jî, her yekî bi tena serê xwe, têra tesnîfa hebûnê-hebûnîzmê nake û pêşniyara çareseriyê “hez” e. Di vê pirtûkê de ev beşên- merhaleyên hebûnê bi pexşên bi navê; tirs, lerizok, êş, poşmanî, îman hwd. berfireh hatiye şirovekirin. Bi kurtasî wateyên van beşan û van merhaleyan wek jêrê ne:
1.       Merhaleya Hebûnê 1:  Estetîk
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî jêrê dinirxîne:
a)      Di vî merhalê de, neferên (birey) ku ji êş û ezabê direvin, ji bo ku poşman nebin, bêbiryar û bêhilbijêr dimînin.
b)      Bingeha neferên vê kategoriyê; bext-şans, başî-nebaşî û qeder in.
c)       Neferên estetîk ên ku jixwe, ji rastiya xwe anjî ji ariya xwe bêhay, êşê dikişîne û neşad dibin, hewcebûna lêpirsîna rewşa ku tê de ne, nakin.
d)      Di vî merhalêde neferên estetîk, ji hêla hay ji  rastiya xwe (ariya xwe)hebûn de, asta herî nizm de ne, Ji ber vê yekê jî ji hêla durketina jixwe-ariya xwe û xwedayê xwe de, asta herî bilind de ne.
e)      Neferên estetîk, hêsîrê hez û xwestekên xwe ne.
f)       Li gorî neferên estetîk her tişt  rûbarî (yuzeysel) ye.
g)      Neferên estetîk, estetîkê derdixînin pêş û bi kêlî kêlî, bisebir, heza her demên vê merhalê dijîn.
h)      Neferên estetîk ne li pey aşiqbûnê, li pey cilwe û erotîzmê ne.
i)        Ev neferên ku nikarin biryaran, bi tena serê xwe, bi azad bigrin-bistînin, hêsîrên azwerî û ajoyê ye, hîsên wan ê berpirsyariyê jî tune ye.
j)        Neferên estetîk eger ku bi rewşeke dijwar re, rû bir û bimînin, dikarin derbasî merhaleya  exlaqê anjî oliyê bibin. Ev jî bi biryardayînê pêk tê.

2.       Merhaleya Hebûnê 2: Exlaq
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî jêrê dinirxîne:
a)      Di vê merhalê de qala mijarên wekî; civak, nefer, zewac, dewlet, azadî, gerdûnî  tên kirin.
b)      Nefer li ser hişê xwe ye û haya wî/ê her tiştî heye. Di nefer de hestên berpirsiyariyê heye. Ev hestên berpirsiyariyê jî bi du şikla derdikeve holê;
1)      Mirov dikare sînorê “merhaleya olî” derbas neke û di “merhaleya Exlaqê” de bijî.
2)      Mirov dikare wekî di “merhaleya olî” de be, bifikire û wekî di “merhaleya exlaqî” de be jî, bijî.
c)       Di vê merhalê de berpirsiyarî û peywir girtin derdikeve pêş û armanca yekemîn jî bicihbûna wan e.
d)      Divê di vê merhalê de nefer xwe nas bike, armanc ev e.
e)      Bingeha neferên vê kategoriyê; baş, nebaş û peywir in.
f)       Xwezanîn esasê vê merhalê ye.
g)      Berpirsiyarî ne ji xweda re, ji civak û dewletê re ye.
h)      Şûna erotîzmê zewac heye. Nefer li gorî pergal û exlaqa civakê dijî.
i)        Exlaq, yê kesên ku dikarin “azadî û hilbijartinê” derxîne holêyê ye.

3.       Merhaleya Hebûnê 3: Olî (Dînî)
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî jêrê dinirxîne:
a)      Ev merhale, dij aqil e.
b)      Mirov vê merhalê, tenê pêy îmanê dikare şirove bike.
c)       Di vê merhalê de nefer, tenê ji xweda re berpirsiyar e.
d)      Îman; wateya wê nekeve serê neferan jî, jiyana neferan şirove û zelal neke jî, dij pergala exlaqa wan be jî, divê nefer îmanê qebûl bike.
e)      Ti pê danekirina (yaptırım) civakê ya li ser neferan tune ye.
f)       Nefer bi xweda re, têkiliyan ne pêy aqil, pêy îmanê datîne. Têkiliyên mirov bi xweda re qut nabe, her didome.
g)      Mirov ji ber fitrata xwe, neçar maye ku ji xweda dûr bikeve. Ji ber vê yekê jî bi hilbijartinên xwe dîsa neçar e ku bizivire û bigihîje xweda. Tenê ev rê dikare mirov ji êş û elemê, ji neşadiyê derxîne.
h)      Hilbijartina neferan: “îman anjî guneh” e.
i)        Tenê ew neferên ku xwedabawer û xwedî îman dikare ariya xwe-hebûna xwe ji neşadiyê derxîne.
j)        Mirov senteza dawî-bêdawî, mayîn-nemayîn,azadî-mecbûriyê ye.
k)      Absûrdî ji têgînên dûr-nêzîk ên di navbera xweda û neferan de derdikeve.
l)        Îman û absûrdî bi hev re ne.
m)    Nefer her dem li cem xweda ye. Bi vî hawî nefer ariya xwe temam dike. Nefer xwe “kêm” û “gunehkar” dibîne û ev rewş di nefer de hestên teslîmiyeta ebedî derdixîne holê.
n)      Îman vecinîqeke paradoksî ye. Nefer baweriya xwe, tiştên ku dikeve serê wî/ê nayîne, yên nakeve serê wî/ê tîne. Ji ber vê yekê jî; ji bo ku nefer bigihîje rastiya xwe, ariya xwe, xwedayê xwe, divê nefer aqlê xwe winda bike.
o)      Îman, di cihê ku mirov aqlê xwe winda dike de, dest pê dike.
p)      Di vê merhaleyê de êş di asta herî bilind de ye. Bi dawîbûna êşê re, merhaleya olî jî diqede.
q)      Êş di vê merhalê de ji bo neferan temînat e.
r)       Neferên tena serê xwe, ji ber ku nikare xwe îfade bikin, dimînin di nav êşekî bêdawî de. Ji bo ku aqlê wan bi tiştên giran ve mijûl e, nikarin her tiştî bifikirin.
s)       Neferên êşkêş, rih û giyanên wan bi êşê, hem paqij dibin hem jî digihîje asteke bilind û arî dibin. Ev jî dibe sedema biryardayînên-biryarstandinên qatî.
t)       Ji bo gihiştîna îman, divê nefer; êşê, elemê, e’zayê, bikişîne.
u)      Sedemên êşkişandinê jî, di hemberê xweda de, xwe gunehkar hîskirin e. Sedemên êşên Hz. Îsa jî, xwe û civakê gunehkar dîtin e.
v)      Pirsîna rihî- xwepirsîn di vê merhaleyê de dest pê dike.
Li gorî Kierkegaard mijarên îmanê absûrd û paradoks in. Erka mirovan; ne zanîna absûrd û paradoksê ye, zanîna, nezanîna absûrd û paradoksê ye.

4.       Senteza Merhaleyên Hebûnê: Hez
Di vê sentezê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî jêrê dinirxîne:
a)      Qada hezê nebe senteza her sê merhaleyan pêk nayê û bê sentez mirov nikare hebûnîzmê şirove bike.
b)      Nefer ancax bi senteza her sê merhaleyan dikare “safiya xwe-rastiya xwe-xwe” pêk bîne.
c)       Di merhaleya estetîkê de hez wekî erotîzmê, wekî heza fizîkî-gewdeyiyê, wekî egoyê-xwepesendiyê; di merhaleya exlaqê de hez wekî dilsozîyê, wekî erkeke mecbûriyê; di merhaleya olî de jî hez, wekî heza xweda, wekî fedekariyê tê binavkirin û derdikeve pêş.
d)      Heza erotîk hezeke egoîstî- xweperestî ye, rastiya kesên li hemberê xwe nas nake.
e)       Heza rastî ya ku kierkegaard behsê dike heza “hezkirina cîranan” e û ev jî wekî heza “hezkirina xweda” ye.
f)       Çavkaniya hezê ne li vê dinê de ye, çavkaniya hezê xweda ye.
g)      Heza herî bilind, herî biqîmet heza “hezkirina xweda” ye û ev jî ji xweda tê. Çare jî ji xweda hezkirin e.
h)      Ji ber ku xweda ji mirovan hez kiriye ew afirandiye.
i)        Nefer, encax pêşî dikare ji mirovan hez bike, paşê dikare ji xweda hez bike. Heya ku nefer, ji mirovan hez neke nikare ji xweda hez bike.
Pirtûk bi pexşên ku mijarên wan ji hev cûda pêk tê, lê belê bi gelemperî qala van her çar merhaleyan dike. Hûn jî dikarin, van mijaran, bi berfirehî di vê pirtûkê de bixwînin û bibînin. Ez dikarim bi dilrehetî vê pirtûkê pêşniyarê we bikim.

Erdal GEZİCİ 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder