30 Ocak 2020 Perşembe

Birhan Keskin - Mûrîstang

Birhan Keskin - Mûrîstang

Min bi sebra rihê xwe, bi eşqa dilê xwe ava kir,
ji dantêlên pereng ev rê, li bin daristanê,
bes wê bixwîne.

Min, duaya li kenarê devê min disekine ya ku te dîtî, ji axa li bin pîyên xwe, hêsrên ku min rijandî bawer kir. Wusa dirêj e ku dinya; ji bo pêçandinê, tewandinê, vebûnê ku bibe çarşef. Pêkan e ji bo emrek rê çêbike, rê biçe.

Ax! dîsa jî bila ti kes kedera li ser rêya min nezane, bila mezin bibe, fireh bibe, bigere li emrê min; girtîye derîyê wê jî zû ve, paceya wê xeydan.

Kî yê fehm bike van nîşaneyên pereng? Bila ji zimanê ti kesî neyê xwendin yên ku di hundirê min de hûr dibin. Ji bo şînahîyekî li deşt û çîyan veşartî ketibûm rê. Yê min jî hebû qîrîneke henderan, qederek li ser de çû, min teslîmê bagerê kir.


Karinca - Birhan Keskin

Ruhumdaki sabır, kalbimdeki aşkla kurdum
kor dantellerden bu yolu, ormanın altına
yeter ki oku onu.

Senin gördüğün ağzımın kenarında duran dua,
ben ayaklarımın altındaki toprağa, döktüğüm
gözyaşına inandım. Öyle uzun ki dünya;
katlanmaya, kıvrılmaya, açılıp çarşaf olmaya.
Mümkündür yol yapmaya bir ömür, yol almaya.

Ah! yine de yolumdaki kederi kimse bilmesin,
büyüsün, genişlesin, dolansın ömrümü;
kapısı kapalı çoktandır, penceresi dargın.

Kim anlayacak bu kor işaretleri?
Kimsenin dilinden okunmasın içimde ufalan.
Ovada ve dağda saklı bir mavi için
düştümdü yola. Benim de yaban bir çığlığım vardı,
çok zaman oldu, teslim ettim onu rüzgara.

Kışa girdik kıştan çıktık
ama değişmiyor insan
karınca duası diyorlar ördüğüm yola..

Em ketin zivistanê, ji zivistanê derketin
Lê naguhere însan
Dibêjin 'duaya kurmorîyê', ji rêya ku min honandî re.

Werger: h-erdalok

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder