Ez bi vê olana hundirê xwe, ez bi vê pêta agirê hundirê xwe, hew dikarim vê hi-narê hilgirim.
Yê ji destê min bikeve, odeyên wê belav bibin, birijin; dilê min ranake.
Ji min; ji demsalan dayîk, ji xewnên min tûl, ji emrê min êş û elem nizilîye li te
Ev eşq wekî dizayneke bêîmkanî ma li ba min, nikarim hilgirim.
Dilê min di vê helbestê de, ku navê wê Sibat e, wekî çemekî dirêj diêşe.
Giloka h'eyê min verisî.
Ji ser milê xwe yê çepê hespê xwe yê reş; ji wê sibata kevin a ku bi te ketibûm jî çala xwe distînim.
Ramana e'rafeke sor dayne şûna wê valahîya ji min mayî.
Daristanek çawa tê bîranîn di pelekê de, vê carê bila ew be ya ku min tîne bîra te.
Rojek bê û ji destê te jî bikeve hi-nar,
Rojek bê û eşq te jî ji cihekî rake û dayne li cihekî din,
Û çi wextî li ser milkê dilê te bigire berf
Wî çaxî gazî min bike, ez ê ji te re vebêjim bê çawa ji emrekî bi ziviran dibihurin quling.
Nebêje di h'eyê min de safrayek zerik,
Di zimanê min de rûpelek bagerî ku difire,
Di gotinên min de şifreyek jêbirî heye.
Te nikarî min jê bike ji çolê, rêya min e'raf e.
werger: h-erdalok
Birhan Keskin - Şubat
Ben bu içimin yankısı, ben bu içimin koruyla
bu narı daha fazla taşıyamam.
Düşecek ellerimden, dağılıp dökülecek odaları,
dayanamam.
Benden sana mevsimlerden anne, uykularımdan tüller,
ömrümden ağrılar sızmıştır.
Bu aşk bende bir imkânsızlık tasarımı gibi kaldı,
kaldıramam.
Adı Şubat olan bu şiirde kalbim
uzun bir nehir gibi ağrıyor. İnat yumağım çözüldü.
Sol omzundan siyah atımı, sana düştüğüm o eski şubattan
çukurumu alıyorum.
Benden kalan boşluğa kırmızı bir araf düşüncesini koy.
Nasıl hatırlanırsa bir yaprakta bir orman
bu kez o olsun beni sana hatırlatan.
Bir gün olur senin de düşerse elinden nar
Aşk bir gün seni de alır bir yerden bir yere koyar
Ne zaman ki kaplar gönül mülkünü kar
Çağır o zaman, anlatırım sana,
bir ömürden nasıl döne döne geçer turnalar.
Sanma ki inadımda sarı bir safra
dilimde uçuşan rüzgârlı bir sayfa
sözlerimde silinmiş şifre vardır.
Sökmedin beni çölden, yolum araftır.