5 Nisan 2016 Salı


ji bo Brahîm Golestan

Ji Nu Ve Vejîn

Ayeteke tarî ye hemû hebûna min
ku te di xwe de dûbare dike
Wê bibe sehera ebedî ya ajdan û gulvebûnê.
min di vê ayetê de ji te re, ax kişand, ax
min di vê ayetê de tu
Deq da dar û av û agir
Ger ku jiyan
kolanek dirêj be ya ku her roj jinek bi zembîla xwe derbas dibe,
Ger ku jiyan
werîsek be yê ku zilamek xwe ji şaxekî dar de kiribe
Ger ku jiyan zarokek be yê ku ji dibistanê vedigere,
Ger ku jiyan cixareyek be yê ku di nav rehaveta du şadbûnê de hatibe vêxistin
An jî kesekî behitî be ku bi rakirina şewqa xwe, di rê de derbas dîbe û bi kenekî bêwate ji Kesekî din rê dibêje “beyanîbaş”.
Ger ku jiyan ew keliya xitimî ya ku awirên min di çavên te yên gemarî de xwe bi perçe perçe xira dike be,
derxistineke heye di vê de,
ez ê van bi heyva xwe û têgihiştina tariya xwe ve gire bidim.
di odeyekî qasî tenêtiyê de,
dilê min î qasî eşqê, 
bi nemana gulên xweşikên di guldankan de,
bi wê  şitla çinîna te ya bexçe de û
bi hûtûna qasî paceyekî ya qenaryakî/ê, temaşeyê hêcetên hêsan ên bextewariya xwe dike,
ax…
Ev e ya dikeve para min.
Ev e ya dikeve para min.
Ya dikeve para min, bi daliqandina perdeyê, asîman ji min standin e
Ya dikeve para min, daketina ji pelpelokekên hatî terikandin e û
di xeribî û rîzînî de gihiştina tiştinan e.
ya dikeve para min, di bexçê bîranînê de gerîneke xemgîn e
û mirinek e, li ber ew dengê xemgîn ên desten te yên dibêje “ji te hez dikim”.
ez destên xwe di bexçe de diçînim
ez ê şîn bibim, dizanim, dizanim, dizanim
û wê hechecîk di kortika tiliyên min ên bi hibir de hêk bike.
ez ê guharan têxim guhên xwe
ji du gilyazên sorên cêwî
û ez ê neynûkên xwe bi pelên beybûnan bixemilînim.
kuçeyek heye li wir;
şeveke bi efereya bayê ketî de
Hêj, lawikên ku ji mi hez dikirin
bi heman porên tevlî hev, stûyên zirav û lingên sist re
kenên bêguneh ên keçikek biçûk difikirin.
kuçeyek dilê min heye
ji taxa zaroktiyê diziye
û wisa ye,
Yek dimire û yek dijî
Tu neçîrvan bîreke jehr û cehimî de nêçira almastan nake.
Ez periyek biçûkî xemgîn dizanim
Di behrê de dijî
Û dilê xwe di bilûrek textik de
Periyek biçûkî xemgîn
Bişev bi ramûsanekê dimire
Û sibehan bi ramûsanekê  ji nû ve jîn dibe
Furuğ Ferruhzad (1935 – 1968) 


wergêr: Erdal Gezici




Sarban-Meşa Mirinê
Artemiyevê ku wê oda tarî û cehimî de rûniştî digot:
-          Celebên jiyînê gelek in; Dînitî, ehmeqtî, humanîstî û hîçtî yek ji wan e.
Ûstad Sarban li ser kopîtka erefata Nevaî de bi dengekî jixwe çûyî:
-          Xwelî li serê wî emrê ku tu carî dest neavitî mirinê, sed hezar carî xwelî li serê wî emrê ku tu carî negotî: “ heywax! heywax bi wê stêrk û xencerê, bi wê şûr û demançeyê re, heywax bi wê Çarmixê û bi Aylanî re…”
Artemiyev bi tesîra vê gotinê nefilîtî û dîsa rabû, ket li ser rêya sorhesinî, rêya zemên û got:
-          Kûçikekî/ê bi bayê bezê ji meha Nîsanê tê, bi renge xwe ne reş e, ne zer, ne spî û ne qemer e jî, Gewr e. Di çavên wî/ê de gemara mirinê, di devê wî /ê de bêhna xwînê… Dişibe min û dişibe te.
Ûstad Sarban:
-          Kûçikekî/ê ji dahûtiyê tê, dişibe min û dişibe te.
Artemiyev piştî çend gavên derizî gihîşt serê Adarê. Li wê rêya sorhesinî de ket di çalekê kûr,  teng û herî de û bi sewtekî orînî bi meha Adarê re got:
-          Mirin tune ye, ên ku dimirin ne ji vê dinê ne; ên ji vê dinê Tişt in an jî kûçik in û renge wan jî ne reş e, ne zer, ne spî û ne qemer e jî, Gewr in. Tenê gemara mirinê di çavên wan de, bêhna xwînê di devên wan de heye. Ew hew dimirin, mirin ji wan re felat e.
Ûstad Sarban bi dengekî zengarî bi xwe re:
-          Ji çavên min gû dibarin, ez hetta hettayê niştecihê gû me. Di vê dinê de tene gû heye, ji bîr neke rêdarê xezebê: “jiyan bermayî ya mirinê ye, ên ku nikarin bimirin di vê dinê de dijin û hew dikarin bimirin”.

Sarban rêdarê zeman e, ew dixwaze biçe û bigihîje meha îlonê. Ji ber vê yeke jî, bi Artemiyev -Artemiyev karakterê di sere wî de ye- re ketiye li ser vê rêyê, li ser xêza zemên. Meşa wî meşa zemên e. Li ser vê xêzê her der tarî û her tişt rizî ye. Sarban hêj biryara vê meşe nedayî hertim di tayê de bû lê niha bi vê meşê xwe baştirîn hîs dike. Dengeke asîmanî jê re heye. Gava diricife ji nişkave dest diavêje stranekî û heta ku rih ji bedenê bimîne distire. Sibeh û êvar û rengê dine pê re tune, ew korê her du dinyayan e. Reşahiyê bi laşe wî, çavên wî, dile wî, rihê wî, fikr û ramanên wî girtiye, ji her derê wî de reşahî zîl dide.

Artemiyev karakterê wî yê li ser rûyê erdê, hevalê wî yê; tirbê, çalê, heriyê, tirsê û tenêtiyê ye. Artemiyev di dengê serê wî de ye. Artemiyev hin caran dibe dengê santûr û setarê, hin caran dibe dengê def û zirnê, hin caran jî dibe denge çengê û kezeba Sarban ji devê Sarban re derdixîne.
Axaftina bi fehş û bedbînî hêzê dide Sarban. Piştî vê axaftinê, Sarban di vê meşa mirinê de gaveke bi qasî sê rojên Tebaxê avêt û ber bi Nîsanê ve çû… (wê bidome, li bende bin…)

Erdal Gezîcî