Qêrîna Dînekî
“Di hundirê min kîjan zilam dipeyîve?
Nikarim di heman wextî de hem
ji hişê xwe û hem jî ji bedena xwe derkevim. Ji ber vê yekê nikarim tenê bibim kesek.
Dikarim di heman demî de xwe
wekî hezaran tiştan hîs bikim.
Hostayê mezin zêde nemane.
Nebaşiya vî heyamî a rast ev e.
Rêyên dil, mijan girtine.
Divê em guh bidin dengên
bêfeyde.
Divê vizîna kêzikan têkeve ew
mejiyên ku bi diwarên dibistanan, asfaltên fireh û kanalîzasyonên dirêj ên
reklaman tijî.
Divê em her yek çav û guhên
xwe, bi wan xewnên ku destpêka tiştên
mezin dikin re dagirin.
Divê kesek karîna me ya
çêkirina Pramîdan biqîre. Tu giringiya nekarîna çêkirinê tune, divê em wê
xwestekê zêde
û bilind
bikin.
Û divê em koşeyên rih nerm bikin, wekî çarşefekî bêsinor.
Û divê em koşeyên rih nerm bikin, wekî çarşefekî bêsinor.
Ger hûn bixwazin dinya pêş bikeve, divê em
desten xwe bidin hev. Divê em yên “sax” û yên “nexweş” bikevin nava hev.
Hûn ên sax! wateya saxbûna we çi ye? Hemû
çavên ademîzad li wê çala ku em tê de dihênijin, dinêre.
Azadî bêfeyde ye, eger hûn nekarin di nava
çavên me binerin, bi me re bixwin, vexwin û newêrin bi hev re razên…
Ew kesên dinya anî ber deriye xerabûnê, Ên
“sax” in.
Guhdarbin Ademîzad!
Di nava te de av û agir û paşê xwelî… Û
hestiyên di nav xweliyan…
Hestî û xwelî…
Di nava rastîbûnê de anjî gava ne di xeyalan
de bim, ez li ku me?
Wa ye Peymana min a nû:
Divê şev bi tav be û tebax jî bi berf…
Tiştên mezin dawî dibin, ên biçûk ebedî…
Divê civak heya ku perçe perçe dibin, bila ji nû ve bên cem hev.
Tenê li xwezayê binere, Tu yê bibînî ku çiqas
hêsan e jiyan.
Divê em vegerin ew heyamê ku wextekî em tê de.
Divê em vegerin wê noqteya ku em şaş lê çûyin.
Divê em vegerin makebingeha jiyanê, Hêj me av
şêlî nekirin.
Zilamekî dîn Ji we re bibêje: “ji xwe fedî
bikin” ev der dinyayekî çawa ye?
Yadê, Ew tişta sivik a ku li ser serê te
diziviriya û hingî tu dikeniya ew jî zelal dibû, hewa bûye…”
Andreî
Tarkovsky
Wergêr:
Erdal Gezîcî