PÊNÛSA GIRTÎGEHÊ 23.01.2014
Peyv gava ji pênûsê neherike, di serê pênûsê de asê
bimîne, bizanibe ku li wir xemgîniyek heye. Gava tilî wek helqeyên zencîran bi
pênûsê ve bişide, bizanibe ku li wir, li wî/ê bedenê de kulekî kew-negirtî heye.
Kengî ez dest diavêjim vê pênûsê ku hestên xwe yên
tirsonek bînim ziman; dîwarên çarkenar hilweşin, çûkên qefesan difirin. Kengî ez
dest diavêjim vê pênûsê ku janên xwe yên xwînarî bînim ziman; derîyên hêsin
dihelin, renzeyên reng şîn qitik qitikî dibin.
Îcar niha jî şev e. Her der û her tebeqeyên e’zmên xewekî
tehl de ne. Rehm bin-ax, hezkirin di tirban de ne. Min dest avêtiye pênûsê da
ku bikarim serê kulên xwe derbikim, da ku bikarim tûnelan di bin hepsan re
derbas bikim, serê zîndanan jê-bikim, maxdûriyetê darda bikim. Û îcar jî niha
şev e. Ez ne li hêvîya rojê me. Min dest avêtiye pênûsê da ku bikarim şevê
birevînim li pişt çiyayên roj lê diqulipe, da ku bikarim di berbangê de
esaretiyê bikujim.
Lê gava peyv ji pênûsê neherike, û peyv di serê dil de
dîl bimîne, bizanibe ku xew û şev heram in, nehlet bi keserî di devan de
dibarin.
Dixwazim ji pênûsa xwe re bêjim axx!... ji ber ku du
hevokên mîna << kêfa bayê cinnetê anjî tava heyva gulanê >> wenî bi
reng, bi dilekî pak û şad jê nehatiye nivîsandin. Ji ber ku her û her bi xem û
kederê re dinale.
Axx!... pênûsa min axx!... çibkim, hibir berf dimîne, gava
peyv reş bin…
Erdal GEZÎCÎ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder