23 Ocak 2014 Perşembe


PÊNÛSA GIRTÎGEHÊ                                                                                                                             23.01.2014

 

Peyv gava ji pênûsê neherike, di serê pênûsê de asê bimîne, bizanibe ku li wir xemgîniyek heye. Gava tilî wek helqeyên zencîran bi pênûsê ve bişide, bizanibe ku li wir, li wî/ê bedenê de kulekî kew-negirtî heye.

 

Kengî ez dest diavêjim vê pênûsê ku hestên xwe yên tirsonek bînim ziman; dîwarên çarkenar hilweşin, çûkên qefesan difirin. Kengî ez dest diavêjim vê pênûsê ku janên xwe yên xwînarî bînim ziman; derîyên hêsin dihelin, renzeyên reng şîn qitik qitikî dibin.

 

Îcar niha jî şev e. Her der û her tebeqeyên e’zmên xewekî tehl de ne. Rehm bin-ax, hezkirin di tirban de ne. Min dest avêtiye pênûsê da ku bikarim serê kulên xwe derbikim, da ku bikarim tûnelan di bin hepsan re derbas bikim, serê zîndanan jê-bikim, maxdûriyetê darda bikim. Û îcar jî niha şev e. Ez ne li hêvîya rojê me. Min dest avêtiye pênûsê da ku bikarim şevê birevînim li pişt çiyayên roj lê diqulipe, da ku bikarim di berbangê de esaretiyê bikujim.

 

Lê gava peyv ji pênûsê neherike, û peyv di serê dil de dîl bimîne, bizanibe ku xew û şev heram in, nehlet bi keserî di devan de dibarin.

 

Dixwazim ji pênûsa xwe re bêjim axx!... ji ber ku du hevokên mîna << kêfa bayê cinnetê anjî tava heyva gulanê >> wenî bi reng, bi dilekî pak û şad jê nehatiye nivîsandin. Ji ber ku her û her bi xem û kederê re dinale.

 

Axx!... pênûsa min axx!... çibkim, hibir berf dimîne, gava peyv reş bin…

 

                                                                                                                                                           Erdal GEZÎCÎ

1 Ocak 2014 Çarşamba


GAVA AXLEMÛRAN KULÎLK DAN

 

Bi kêfa sibehê, li ser zimanê min strana hêviyek nû

Berf bariye li çiyê, xira-nebûye kewîya wê

Ezmanê hejikî mîna hespên rewan

Çavên min biqemişin jî ez ê bêm li ba te

Lê, vî qasî teqwîmek bendikar nepirse j’min

-Gava axlemûran kulîlk dan-

 

Hêj, berî berbangê, heyv mîna findekê nebihujî

Hêj, çiyayên bi erdê ve hatî bizmarkirin jeng negirtî

Hêj, pitik bi çar destan rê ve neçûyî

Dibêm, ez ê bêm, ez ê bêm li ba te

Lê, lavahî dikim teqwîmek qethî nepirse j’min

-Gava axlemûran kulîlk dan-

Tu bimîne benda min jî dibe, nemîne jî

Ez ezman-qurîş im di kîsê te yê surmeyî de

Di welatê, şevên wê dirêj, ên berf û cemseran de

Kîjan deng, ji dil min vexwîne li ba te

Dibêm, ez ê bêm, teqwîmek nepirse j’min

-Gava axlemûran kulîlk dan-

 

Dema ev helbest dest pê dikir, destên te yên dostî di destên min de bûn

Tu balindeya Zumruda Anka bû, destên min li ser pûrta te bûn

Ez dîwarê evînê derbas bûm, ev efsûna li ba te çi bû?

Tu li gere-stêrkek din be jî, wê vegera min tim li ba te be

Rojeke qethî diyar-nakim, lavahî dikim teqwîmek nepirse j’min

-Gava axlemûran kulîlk dan-

 

Eger dirûnên kevin bişkifin û xwînarî nû ve dest pê bike

Ez ê titûna herî tehl li birînên xwe cerd bikim

Bes tu gazî min bike, li cihê xwe yê kulîlk vebûyî

Keştiyan jî bişewitînin, ez ê bêm li ba te

Di dozdeh mehan mehekî de, teqwîmek qethî nepirse j’min

 -Gava axlemûran kulîlk dan-

 

Binêre, nota tevlîhev bûn, awaz dijber

Hewa mîna zirincê giran, baran jî bêar

Hey Elifa qedîm a elfabeta min

Ne xweşikahî ne jî  t’am heye bêbihar

Ji bo ku bikarim xweşikahiyê bijîm, ez ê bêm li ba te

Dibêm ez ê bêm, hinekî wext bidî min

-Gava axlemûran kulîlk dan-

 

Gava axlemûran kulîlk dan

Ez ê mîna rojê têkevim di her deriyê teng de

Serî tu-kesî nadim, heta serî li te nedim

Ji qewmê xwe re dilsoz im, dilsoz im ji te re

Bi pirsên teqwîman, ji min hidûdan nede venandin

Ez ê bi kulîlkan bêm li ba te

-Gava axlemûran kulîlk dan-

Werger: Erdal GEZÎCÎ

 



 
IHLAMURLAR ÇİÇEK AÇTIĞI ZAMANA
Dilimde sabah keyfiyle yeni bir umut türküsü
Kar yağmış dağlara, bozulmamış ütüsü
Rahvan atlar gibi ırgalanan gökyüzü
Gözlerimi kamaştırsa da geleceğim sana
Şimdilik bağlayıcı bir takvim sorma bana
-Ihlamurlar çiçek açtığı zaman.

Ay, şafağa yakın bir mum gibi erimeden
Dağlar çivilendikleri yerde çürümeden
Bebekler hayta hayta yürümeden
Geleceğim diyorum, geleceğim sana
Ne olur kesin bir takvim sorma bana
-Ihlamurlar çiçek açtığı zaman.

Beklesen de olur, beklemesen de
Ben bir gök kuruşum sırmalı kesende
Gecesi uzun süren karlar-buzlar ülkesinde
Hangi ses yürekten çağırır beni sana
Geleceğim diyorum, takvim sorma bana
-Ihlamur çiçek açtığı zaman.

Bu şiir böyle doğarken dost elin elimdeydi
Sen bir zümrüd-ü ankaydın, elim tüylerine deydi
Sevda duvarını aştım, sendeki bu tılsım neydi?
Başka bir gezegende de olsan dönüşüm hep sana
Kesin bir gün belirtemem, n`olur takvim sorma bana
-Ihlamurlar çiçek açtığı zaman.
Eski dikişler sökülür de kanama başlarsa yeniden
Yaralarıma en acı tütünleri basacağım ben
Yeter ki bir çağır beni çiçeklendiğin yerden
Gemileri yaksalar da geleceğim sana
On iki ayın birisinde, kesin takvim sorma bana
-Ihlamur çiçek açtığı zaman.

Bak işte, notalar karıştı, ezgiler muhalif
Hava kurşun gibi ağır, yağmursa arsız
Ey benim alfabemdeki kadîm Elif
Ne güzellik, ne de tat var baharsız
Güzellikleri yaşamak için geleceğim sana
Geleceğim diyorum, biraz mühlet tanı bana
-Ihlamurlar çiçek açtığı zaman.

Ihlamurlar çiçek açtığı zaman
Ben güneş gibi gireceğim her dar kapıdan
Kimseye uğramam ben sana uğramadan
Kavlime sâdıkım, sâdıkım sana
Takvim sorup hudut çizdirme bana
Ben sana çiçeklerle geleceğim
-Ihlamurlar çiçek açtığı zaman.

Bahaeddin KARAKOÇ
(Uzaklara Türkü)
Ihlamurlar Çiçek Açtığı Zaman II