1 Nisan 2020 Çarşamba

Birhan Keskin - Kiryarên Zivistanê Yên Li Min

I

Seni bir boşluğa attım
gövdemi başka gövdeler bilmeyecek artık
boşluk sesi ol..
hoşluk sesi ol..

sonra dönüp üz beni.

Yüzüm yüzünü terk edeli kıştı.
Yeni yeni kıştı. Kollarım kendi
bacaklarımı sarmıştı. Fotoğrafta görünmeyen
ışıklar vardı. Sandalyenin ucuna oturmuştum.
Gözlerim bacaklarıma dolanan kollarıma,
sonra bacaklarıma, sonra daha uzağa, salondan
da uzağa,
o yok yere bakıyordu.

seni bir boşluğa attım
gitmek üzereydim kalktım
boşluk sesi ol..
hoşluk sesi ol..

Gözlerimdeki ay ışığı
gözlerinin körlüğü içindi.

II

Hadi benim umarsızım
ben ölmek üzereyim
yorgunluğum da öyle
sabrımın son parçasını da yedim
az önce.

Hadi benim suskunum
geçtiğim yılları yaktım ardımda
çocukluğumdan gelirken düştüğüm
o keskin virajdan
sürüklendiğim bu vakte dek
sıkıca tuttuğum
kırık dökük inançlarım bile
ölmek üzere.

hadi benim kırgınım
kışın bana yaptıklarından,
yazın beni öldüren yıldızlarından sonra
yitirdiğim mevsimler değil,
vaktim yok,
baktığım yerleri yaktım
içime ağladığım suları da içtim
az önce.

III

Seni şimdi bir yabancı gibi karşıma alıp
sanki senden bahsetmiyormuşum gibi yapıp
sanki benden bahsetmiyormuşum gibi
hatta bir aşktan bahsetmiyormuşum gibi
fırtınayı ve huzuru anlatacağım sana.

Yılları ve yolları, limanları ve fırtınayı
ve aşkın belki hiç adı geçmeyen kuzeyini
aşkın bu kuzeyden nasıl düşürüldüğünü,
artık sonsuza dek yitirdiğimizi
büyünün bitişini,

hiç gerekmeyen yıllarda huzur,
çok gereken yıllarda da fırtına
nasıl yaşanır onu anlatacağım.

Seni bir yabancı gibi karşıma alıp
bunun dayanıklı bir şey olmadığını
sürekli kılınmadığını, çünkü aşkın
yapılan bir şey olmadığını,
başlangıçta bir melek konduğunu
sonunda bir kelebek öldüğünü,
yani kısacık sürdüğünü, oysa hayatın
bir korkular ve alışkanlıklar bütünü
olduğunu,
bütün bunları sana
nasıl anlatacağım?

IV

Kalbim
ölü mevsimler gibisin
bir şeyin görünmeyen iyi yanları gibi
ama bitti mevsim,
bir başka yolcu yok sana
fark etmez gibisin.

Kalbim
demir masanın küfü, örtünün yırtığı
camın kırığı, patlayan freni hayatımın
kalbim, anla, bitti mevsim
bir başka yolcu yok sana.

Birhan Keskin

Kiryarên Zivistanê Yên Li Min

I

Min tu avêt nava valahîyekê
Dê ti gewde gewdê min nezane êdî
Bibe dengê valahîyê...
Bibe dengê xweşahîyê...

Paşê vegere û min biêşîne


Gava ku rûyê te, rûyê min terikand zivistan bû.
Hêj nû bibû zivistan. Destên min çîpên min pêçandibû. Di wêneyan de şewqên nedîbar hebûn. Li ser kevîya kursî rûniştibûm. Çavên min li destên ku çîpên min pêçandî, paşê çîpên min, paşê jî jê dûrtiran, ji salonê jî dûrtir, li wê valahîya tuneyî dinihêrî.

Min tu avêt valahîyekê
Dikim biçûma, rabûm
Bibe dengê valahîyê...
Bibe dengê xweşahîyê...

Hîvrona di çavên min de
Ji bo koraya çavên te bû.


II

De bêçareya min
Ez dikim bimirim
Westana min jî wusa
Min kerta dawî ya sebra xwe jî xwar
Bistek berîya niha


De bêdengîya min
Min salên ku jê bihûrim şewutand li paş xwe
Ew bawerîya min a şikestî û jihevdeketî ya ku min xwe pê ve şidandibû
Ji wê fetloneka dijwar a ku gava ez ji zarokatîya xwe dihatim lê ketibûm û heya niha ez pê ve kaş dibim jî dike bimire.

De dilşikestîya min
Kiryarên zivistanê yên li min,
Piştî havîna ku stêrkên wê min dikujin,
Yên ez wenda dikim ne demsal in.
Wextê min tune,
Min derên ku lê nihêrîbûm şewitand
Avên ku herikandibûm hundirê xwe jî vexwar
Bistek berîya niha.


III

Ez ê aniha te wek bîyanîyekî bidim li hemberê xwe û
Çan wekê behsa te nakim
Çan wekê behsa xwe nakim
Heta çan wekê behsa eşqê jî nakim
Ez ê behsa bahoz û aramîyê bikim ji te re.

Sal û rêyan, bender û bahozan û bakurê eşqê yê belkî navê wî qet derbas nebûyî, bê çawa eşq ji wê bakurê hatîye ketin, bê çawa êdî heta hetayê me ew wenda kir, xelasbûna efsûnê,

Di salên beredayî de aramî,
Di salên kêrhatî de bahoz
Bê çawa tên jîyîn ez ê behsa wan bikim.

Ez ê çawa te wek bîyanîyekî bidim li hemberê xwe û
Bê çawa bêjim ev ne tiştekî qayîm e, bi domdarî nehatîye kirin, ji ber ku eşq ne tiştekî çêkirîye,
Di serî de ferişteyek lê danîye,
Di dawî de perperokek lê mirîye,
yanê kurtikî domîye, lê jiyan bi tirs û elimandinêyek pêk hatîye,
Ez ê Van hemûyan ji te re
Çawa vebêjim?


IV

Dilê min
Mîna demsalên mirî yî
Mîna tiştekî ku alîyên wî yên baş nedîbar î
Lê xelas bû demsal
Rêwîyeke din nîn e bo te
Mîna bêhay î.

Dilê min
Kufa maseya hesin, çirîyaya rûberê,
Şikestîya camê, teqîyaya frêna jîyana min,
Dilê min, fehm bike,
Xelas bû demsal,
Rêwiyeke din nîn e bo te.

Birhan Keskin

werger: h-erdalok