KÎBELA
Heftêyeke, hêj li ser tenişta xwe ranebûme. Pişta min
dike biderize û çavên min dikin biteqin. Nizanim ev çi hal e. Min terka dinê
nekiriye, terka dinê nakim jî. Lê belê wê terka vê dinê kir û lê da çû xerîbiyê.
Sibeh û e’sr, êvar û e’şa dor min re dizivirin. Roj
diqulipe ser şevê, şev li ser sibehê… Xewneke bê azadî de, bê rehm û e’letewş de
tim asê dimînim. Dîmenên ku dibînim wekî tomografiyên piska reş in. Li arafa Dante
de bê hiş û bê sirud im. Kavlê laşê min di destê xwezaperestan de dahol, hestiyên
çîplên min di devê mevlewiyan de ney in. Di serê min de ayînên şamanan, rojên
xwe yên heftan de ne. Giran e, têra xwe, têra Danteyê derewker, têra
xwezaperestekî/ê bê mal, têra mevlewiyekî/ê bê xeftan û têra şamanekî/ê bê
şekal giran e serê min.
Lê çima? Ew zewqa li ser kopika dilê min çima xilmişî?
Heviyên min ên di dilopên baranan de digeriyan çima dawerivî? Ez dihatim sicûdê
gava min di awêneyan de wechê Kîbelayê didît. Xezalên çavên wê, bi hatina şêrên
awirên min de şermok dima. Ew bereketa ji peravên lêvên wê diherikî besî hemû
zarokên E’frîqî bû. Ew bêhna bedenê difûrî besî bêhîkariya hezar bombeyên
atomîk ên Hîroşîmayê bû. Lê çima ez erzan firotim li qessasên rihan? Çima wê ez
terikandim?
Hefteyeke, çavên min bar nabin ku derkevim,bê wê rojê
bibînim. Dilê min naxwaze ji bilî heza wê hez bike ji hezê. Mam di nav çar
dîwaran û çil mehên çileyan de. Mam li vî bajarî, li vê kolanê, li rex vê êşê.
Dîka dilê min di stranên xezebê re firmiskan pars dike. Serê sibehên min di
stêrkên xeman re çavên gemar berhev dikin. Li vê tarîstanê de her der û her
tişt navê te diqîre Kîbela.
Ax Kîbela! sewta sotî ji cerga sotî derdikeve. Heta
pilingên jakaw seyda(nêçîr) xwe perçe perçe neke bernade. Heta goştê xav li ser
kakûtê bedenê hebe hez jê dernakeve. Ax Kîbela rengê keskesorê û dengê
dengbêjên welatê çiyê, ” kujerê rûyê te ez im” kujerê xewnên te ez im lê jixwe
tu jî dizanî ku kujer kuştiyê xwe re her û her digirî. Ez jî dê ji te re her û
her bigirîm.
Erdal GEZÎCÎ