19 Ekim 2019 Cumartesi

Dema Kûr - Bîrhan Keskîn

Dema Kûr - Bîrhan Keskîn

Min bi gewdeya te ya bisînor hembêzeke bê sînor xwest.
Min xwest ku, xewa min bi te re li ber dilê zivistanê
bi wergerîn û zivirê xwe temam bike,
Çivîkên bakur di hundirê min de xwe kerr bike,
Ji bo ku, zivistan û fêkîya di dilê zivistanê de giran bûyî,
Ji bo ku zimanekî xwisî ketî li ser, sar bûyî û qerisî bibîr bînim,
Ez di wê valahîya kimyewî ya ku min sermest dike de sekinîm û min lava kir:
Min nehêle li vê valahîya reş û tarî,
Min demeke kûr xwest ji te,
Lê nede min!
Ne kêrî zivistanê ne jî kêrî havînê tê dilê min,
Biderizîne zimanê qerisî yê di navbera me de,
Nikarîm sedema nebûna te jî xwe re bêjim,
Çi wext e nebûna te
Mîna kevaneke biberf di hundirê min de.

Rabe li ser pîyan, nêz be, zimanê xwe di devê xwe de wergerîne û bêje;
Ez bi wê/wî re li ser kevirên bêzaaaar yên behrê lêxistî bêdeng bibûm.

wergêr: erdalok

10 Ekim 2019 Perşembe

Derî - Birhan Keskin

Derî

Ji min derbas be, ez ê bisekinim, li bendê bim, ji min derbas be.
Lê ji min derbasî li ku dibî, ez nizanim.

Gotin fêkîyeke gîhayî heye li pişt perda sebrê,
Dinyayê sebrê hînê te bike, tehma fêkîya gîhayî jî.

Gotin wek wê darê ma li bendê, wek wê darê xeyal, wek wê darê bi keser.

Vebûm, hatim dadan, vebûm, hatim dadan,
Min dîtin yên dihatin bi qasî yên diçûn jî.
Kanê dawîya sebrê, ka kerê xemdar, hinara bê perwa li ku ye, ka bexçe?

Yek bihata... yek bidîta... yek hatibû... vebibû... mabû...
Dimîne hêj li ba min.

Çend zeman e diçingîne ev valahî di hundirê min de,
Destê kê çû, kêfxweşa bexçe bû tûya li hemberê min?
Herî zêde li wê nihêrîbûm, Bi carek tenê ba jî bihata ziman, Pir xwestibûm.

Bi ya min ba hêj nedipeyîvîm, lê dibe ku qulfa zengarîya zimanê min vebe,
Hevoka min a ji rê derketî bike vîzîn, ji bo kurmê li hundirê min xwe bilivîne,
Zingînî li xwe anîm bêqidûm.

Min hemû dît, hemû dît, dawîya sebrê!
Yek bihata, yek bidîta, yek bidîta aniha,
Ba min dihejîne.

Gurpe Gurpa Naqosan e

Naqos! gurpe gurpe naqosan e.

Hergeleye yî tu, haşhaşî û paradoks...
pembekî, şîrret û gîrdab î tu.
Santîmentalîya kê ye dikuxe?

ey xweda! ev dîyalog û monolog û prolog kêra tiştekî nayên. Di rêya şîn û matemê de piştêneke reş, reş heta tu bêje reş li newqa min re girê bide. Heqîqat ne xala gerdenê ye, piştêna newqa min e.
Pişta xwedê birîndar e sanirim, loma nahêle KURD pişta xwe bide xweda.

Neyse boşvêrke, jixwe pişta herksî jî birîndar e...
Heta ku parsûyên me xwar bibin em ê di enîya parastinê de bin.

Tifingê dik-şînim. Tetikê dik-şînim. Kirtikan diavêjim milê xwe. Zengelikê ji stûyê xwe derdixînim û rîmeke bronzî hildigrim. Xwe bidin paş, xwe bidin paş, memikên min birîn in, devê min qîyamet... Bêreng û trajedî me. Roja halanê, roja lêdanê ye.

Kûçik dê xwîna suretên entîqa bialisin. şşşş! devê xwe xwar bike, bacaneke sor bixwe. mayîneke kûr, barût û dînamîteke nûr bixwe. Soneyên şeytên bixwîne û destana Rustemê Zal...
Bella! Bella!

2 Ekim 2019 Çarşamba

Jorge Luis Borges - Dream (Xeyal)

Jorge Luis Borges - Dream (Xeyal)

Dema ku wext,
Bi saeta şeva nîvê şevê,
Were tarûmar kirin,
Ez ê ji hevalên Ulîses kûrtir biçim
Li welatê xeyalan
Ê ku aqlê înasanan jê nabire.

Parçeyên ku aqlê min jê nebirî
Man li ba min
Ji wê dinyaya bêbinî;
Şînahîyên ji botanîka hov,
Ji her celebê heywan,
Dîyalogên bi mirîyan re,
Rûyên ku ji her yekî di eslê xwe de rûpoş,
Peyvên ji zimanên kevnar,
Û car caran tirsên ku naşibin yên sibehan...

Yan ez ê bibim hemû yan jî hîç,
Ez ê bibim yê din, yê ku bêhay, bûyîm.
Ew xeyala din, yê ku ez a serbixwe nihêrî.
Yê ku anha wî/ê bê gazind şirove dike û dibişire.

erdalok

9 Eylül 2019 Pazartesi

Tehma Hîçbûnê/ Charles Baudelaire

Tehma Hîçbûnê/ Charles Baudelaire


Ey rihê min ê gebsoyî,
Bûdelayê kal!
Di baskên xwîna te de çîrûskeke har pêdiket,
Hema galûka hêvîyê bi hêdî li te biketa, radibû li ser pîyan
Ey nexweşê ku niha bi her gavê helkehelk pê dikeve,
Hespê beredayî!
Xwe bi erdê ve dirêj bike û li ber xwe bide.
Dibe qey hêleke dinyayê netemire...

Rihê min! êşên xwe binixwimîne.
Wextê hişyarbûna di darbestên ji mermerên giran e.

Têkçûyî, di nav birînan de yî, kalbûyî yî, xurifî...
Êdî ne tehma pevçûnê,
Ne jî firtonekên napengivîn yên eşqê nagihêje peravên te.
Bi xatirê te! klama bilûrê,
Axîn kişandina flûtê! bi xatirê te...
Êdî derîyê min yê mirûztirş û tarî nedin.
Ey kûrahîya hezê, agirê pêjnê! bi xatirê te...

Rihê min! bihara te ya xweşik bi dawî bû.

Wext wextê xelasbûna ew bêhnên ku dîn û har dike ye.
Di bin pîyê min de giroverok dizivire dinya.
Di devê çîyayên bi berf û bêdeng de,
Rêwîyeke qerisî ber bi zinaran ve dişemite.
Hewce nake ku tu xwe li destê ricifa raborîyê, Qulûbeya bager a bi qamîşan hatî honandin, bigirî.
Ey girîzana muazzam ya zemanê rihê min ku bi her nefesê gewdê min dadiqurtîne!
Gazî şepeyên dinyayê bike.

Zeman wê te bipêçe, bireqisîne û bibe.

wergêr erdalok

6 Eylül 2019 Cuma

Paul Verlaine-Xeyala Min a Nas


Paul Verlaine-Xeyala Min a Nas

Tim difikirim, wê xeyala ecêb û Kelijdar:
Ya jinekê ku jê hez dikim, ji min hez dike;
Ji min hez dike û fehm dike, ne bi temamî
Bi her carê, lê dîsa jî ne bi temamî

Ax ew ji min fehm dike, û dilê min geş dibe
Mixabin! dilê min; tenê ji bo wê ji derd û kulan derket
Tenê ji bo ku germahîya xwêdana enîya min a rengavêtî
Bi rondikên xwe hênik bike, digirî

Nizanim! Zerî ye, esmer e yan sorgevez e?
Navê wê? tê ji bîra min, newayeke şirîn û nerm bû
Mîna evîndarên ji hêla emir ve hatî mişext kirin.

Awirên wê mîna awirên peykeran bû
Dengê wê hebû; Dengeke aram û giran
Mîna dengê evîndarên ku ahêna wan pêl bi pêl wenda dibe

27 Ağustos 2019 Salı

Ji filîma Tarantino - Pulp Fiction

Ehehehe rojbaş ehehehe

Rêya zilamê dilpak, bi zilma bêînsafîya xweperestan/egoîstan û mirovên xerab ve hatîye pêçandin/dorpêç kirin. Bi tenê kesê ku bi navê merhamet/dilnermî û nîyeta baş, di newala tarî de, ji yên zeîf re rêbertîyê dike hatine homandin/evrandin. Ji ber ku ew pişetavanê rastîn yé birayên xwe û rizgarkerê zarokên wenda ye. Ez ê teqez heyfa xwe ji yên ku dikin birayên min jehr bikin, bistînim û bi hêrs û hêzeke mezin li wan bixim. Û gava ku bêm tola hildim tu yê fêhm bikî ku navê min Xweda ye.

Ji filîma Tarantino Pulp F.