Yextîyarekî bi jartîyera xwe ya gewr ve, hin caran mîna hanimefendîyan, hin caran jî mîna beyefendîyan, li ber neynika saloné, nifînén nazik ji xwe re dikir: "Metamorfozoka te bişké! Gerdena te ya qazî bişewute! Bejna te ya zirav xwar be! Çermé te yé qermîçok qeto qeto be! Sûrmeya te birije! hwd." Paşé jî, bi nîv devî, wekî pestgotinan(sayiklama) ji devé wî çend peyvén erotîk jî derdiket: " ax keçikok, ax ew keçikoka li ber peravé, ax ew keçikoka xweşken û xweşik, ax ew memikokén zîvî..."
Temolok, ew yextîyar li wir hişt û xwe avét derve. Hemû bendikén mîntané xwe vekir, sînga xwe derxist derve. Çû li ber dareke zeytûné û bi destméja xwe ya biçûk, dara zeytûné hişt di nava kefé de. Hinarokén Temocuxum xemseyî bûn. Gava dibû évar, bi maskén enîya wé bi xétén zer û reş hatî xemilandin, rûyé xwe digirt. Maska wî di bin şewqa heyvé de; péşî vediguherî rengé pembeyî, paşé zera zér, paşé zirincî û paşé jî vediguherî rengé orjinala xwe.
Merasîma cenaze saet di çendan de bû? Éééééééééévareeh ro deerengeeeh ro deeerengeeh... Xwedîyé cenaze anî bîra xwe; aniha ew bi kulîlkén cenaze re mijûl e. Kulîlkén bé armanc, nermijokî, leymonî, dilnizm û bépel... Beybûn, nérgiz û gulén bi strî... Temo, ev hemû li perava Çemé Murat dîtîbû. Hofffff, dev ji kulîlkan berde keçelo! Zû zû bimeşe... Deh gav avét û neavét, di navbera deh gavan de; yané bi qasî deh gavan; em dikarin béjin deh mîtro jî; belkî ji deh mîtroyan piçek zédetir, belkî jî ji deh mîtroyan piçek kémtir; hema em béjin tam deh gav avét û însomnîaya wî ew girt. Çavén wî dihat girtin diçû û dihat. Di xeyalé xwe de kaktûsa xwe ceza dikir. Ew nedibir Çola Taklamakané, dibir û datanî li kéleka sosina avé.
Gavek diavét û di navbera du gavan de; yané bi her gavé, em dikarin béjin mîtroyek jî; belkî ji mîtroyekî piçek zédetir, belkî jî ji mîtroyekî piçek kémtir; hema em béjin tam gavek diavét û diket li nav aveke sar. Giraniya avé nedihişt ew binav bibe. Laşé Temoloké me ji laşé avé siviktir bû. Heywax! Na, ev av ne sar bû û ne jî sivik... Ev av, hem şor bû hem jî bi kef... Eré ketibû li bin dara zeytûné. Heta sibehé bi her hélm dayîné baloneke, ji kefa li ber devé wî, çébû. Ax Temocuxum! xwelî li seré te be
(min wergera Tirkiya vé biwéjé ji bîr kir. Ji ber viya ez é wek jéré wergerînim, hînşalllah wé eyné wateyé bide. Amîn.
xwelî li seré te : amk salağı)
9 Nisan 2019 Salı
Xwîna Tirîyan
Kî ne yé ku weha axîné li me dibarînin? Seré vé sibehé, seré tiriyan jé dikim û xwîné jé diherikînim. Ji devé kappeyeké qedehek xwîna tiriyan vedixiwim. Xwîn im, xwîné dirijînim, xwîné dikelînim, xwîné difiroşim, xwînvexwar û xwînxwar im.
Qefesa sînga ké ye weha diricife? Parsûya dozdemîn ji qafesé derketiye û wekî teleskopé beré wé li seré memiké ye. Memik dûr in yan gerestérk? Seré memikan birq in yan stérk? Diranén zér hildiweşin li gerdené; zér zer in yan gerden?
Kuxiké dîsa li min şidandiyé vé sibé, lé zirhé min zexm e. İhhhiiiia uhhhuaaahahahhaa. Dengé kûçikan té li bin çermé min, dike bifetise, dike bitemire haâaaawwvvwvwuuu haaaaavvvvwwuu hahahahahaaaaaaawvwvwvw dengé kûçikeke sorgevez té ji keseba min puhahahahaaaaavvvwvv. Dengé havhaveke té uhhuuhu...
Béhna min bîle îro, min teng dike. Béhn çawa dikare teng bike yaa? Kî ne yé ku weha axîné li me dibarîne? Kî ne ew keftar û wawik û şûmén weha karbondîoksîté li me dibarîne, béhna me diçikîne? En son rûbaba Rahîm Khûshnawaz weha li min kiribû. Ji ku derket ev béhntengî? Neyse... Dev jé berde yaa... Hefteya bé em é biçin seyrnané, em é goşt bixwin? Zarok jî, heta ku xwarin amade bibe, yé li derdoré bilîzin. Apé Dîlané yé masiyan bigire, bavé Dîlané jî yé menqelé çébike... Hofffffff çi rojeke erjeng û berbad! Menqel bîle Kurdekî bextewar neke bizanibin ku ew ne baş e, eheheheheheehe
Qefesa sînga ké ye weha diricife? Parsûya dozdemîn ji qafesé derketiye û wekî teleskopé beré wé li seré memiké ye. Memik dûr in yan gerestérk? Seré memikan birq in yan stérk? Diranén zér hildiweşin li gerdené; zér zer in yan gerden?
Kuxiké dîsa li min şidandiyé vé sibé, lé zirhé min zexm e. İhhhiiiia uhhhuaaahahahhaa. Dengé kûçikan té li bin çermé min, dike bifetise, dike bitemire haâaaawwvvwvwuuu haaaaavvvvwwuu hahahahahaaaaaaawvwvwvw dengé kûçikeke sorgevez té ji keseba min puhahahahaaaaavvvwvv. Dengé havhaveke té uhhuuhu...
Béhna min bîle îro, min teng dike. Béhn çawa dikare teng bike yaa? Kî ne yé ku weha axîné li me dibarîne? Kî ne ew keftar û wawik û şûmén weha karbondîoksîté li me dibarîne, béhna me diçikîne? En son rûbaba Rahîm Khûshnawaz weha li min kiribû. Ji ku derket ev béhntengî? Neyse... Dev jé berde yaa... Hefteya bé em é biçin seyrnané, em é goşt bixwin? Zarok jî, heta ku xwarin amade bibe, yé li derdoré bilîzin. Apé Dîlané yé masiyan bigire, bavé Dîlané jî yé menqelé çébike... Hofffffff çi rojeke erjeng û berbad! Menqel bîle Kurdekî bextewar neke bizanibin ku ew ne baş e, eheheheheheehe
23 Ekim 2016 Pazar
Çend Gotin Li Ser Pirtûka S. Kierkegaard:“Hewcedîtina Xweda”
Erdnîgariya
Skandînavyayê pir cûda ye. Şev û rojên wê derê pir dirêj in. Gelek cihên ji
Skandînavyayê, şeş mehan şev û şeş mehan jî roj in. Gelek herem jî her tim berf
û baran e. Ji ber vê yekê jî peyvên “cemser, berf, baran, şev, ewr, mirin, reş,
ol, tirs, qels, sar, tarî, hwd” di Skandînavyayê de pir tên bikar anîn. Hewaya
bi mij û dûman, tarî an jî sar a li ser bajaran, herdem jiyanê zeft dike. Li
gorî îstatîstîkan, xwekujeriya herî zêde jî li dewletên Skandînavyayê xûya
dike. Ji xwe mirov çawa dikarin li wê derê bêçalak û bedbîn nejîn? Belkî jî ji
bo vê yekê, gelê wê erdnîgariyê jî, nikarin jiyaneke normal (li gorî me) bijîn.
Di welatên ku
jiyana wê dijwar de “aqil û hîs” derdikevin pêş. Mîrov her hîsî zindî dijî, her
tiştî, her ramanî bi balkişandineke,bi eleqeyeke mezin difikire. Bavê hebûnîzmê,
(egzîstansiyalîzm) feylesofê Danîmarkî, Soren Aabye Kierkegaard (1813-1855) jî
di wê erdnîgariyê de jiyaye. Helbet tesîra rêbaya (îklîm) erdnigariyê jî li ser fikrên wî heye. Jixwe rêbaya
erdnîgariyê nebûya wê ewqas xemsarî, bedbînî, tengaviya wî, dê ji ku ve bihatiya?
Kierkegaard li
gorî feylosofan, afirîner û bavê hebûnîzmê (egzîstansiyalîzm) ye. Di felsefeya
hebûnîzmê de, di navenda jiyanê de, mirov bi xwe, cih digire. Felsefeyeke
rasyonalîst û sîstematîk nayê qebûl kirin. Mirov nikarin bê “tirs, absûrd, xem
û fikar, tiştên tewş û fetisok, poşman” bijîn. Divê felsefe berbiçav be û dest
biavêje jiyana mirov bi xwe. Di vê pirtûka Kierkegaard a bi navê “Hewcedîtina
Xweda” de jî ev mijar tên şirovekirin. Rastiya mirovan datîne li ber çavan û li
gorî xwe analîza jiyanê dike. Pirtûk beşên ku mijarên wan bi hev cûda ve pêk
tê. Her beş qala mijarekî dike. Temaya
van mijaran jî bi gelemperî; tirs, xem û fikarên mirovan, tiştên tewş, fetisoka
rihan, jiyan û absûrdî ye.
Çi ye hebûnîzm?
Li gorî Kierkegaard hebûn jiyana mirov a subjektîf, girgîn –konkret (somut) û
hişyar e. Dibêje mirov bi aqlê safî tênagihîje hebûnê. Hemû têgîn, tesnîf û
pênas hebûnê ji holê radike, navreroka hebûnê pûç dike. Hebûn ne tiştekî
objektîf e, jixwe zanyariya objektîf, nirov ji hebûna xwe ya subjektîf hîsnegir
û bêçalak dike. Mirov nikarin hebûnê bixin di nava pergal û sîstemekî de. Dîsa
li gorî Kierkegaard sê merhaleyên hebûnê hene; estetîk, etîk û olî (dînî). Û
dibêje Lê dîsa jî ev her sê war jî, her yekî bi tena serê xwe, têra tesnîfa
hebûnê-hebûnîzmê nake û pêşniyara çareseriyê “hez” e. Di vê pirtûkê de ev beşên-
merhaleyên hebûnê bi pexşên bi navê; tirs, lerizok, êş, poşmanî, îman hwd.
berfireh hatiye şirovekirin. Bi kurtasî wateyên van beşan û van merhaleyan wek
jêrê ne:
1.
Merhaleya Hebûnê 1: Estetîk
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê
wekî jêrê dinirxîne:
a)
Di vî merhalê de, neferên (birey) ku ji
êş û ezabê direvin, ji bo ku poşman nebin, bêbiryar û bêhilbijêr dimînin.
b)
Bingeha neferên vê kategoriyê;
bext-şans, başî-nebaşî û qeder in.
c)
Neferên estetîk ên ku jixwe, ji rastiya
xwe anjî ji ariya xwe bêhay, êşê dikişîne û neşad dibin, hewcebûna lêpirsîna
rewşa ku tê de ne, nakin.
d)
Di vî merhalêde neferên estetîk, ji hêla
hay ji rastiya xwe (ariya xwe)hebûn de,
asta herî nizm de ne, Ji ber vê yekê jî ji hêla durketina jixwe-ariya xwe û
xwedayê xwe de, asta herî bilind de ne.
e)
Neferên estetîk, hêsîrê hez û xwestekên
xwe ne.
f)
Li gorî neferên estetîk her tişt rûbarî (yuzeysel) ye.
g)
Neferên estetîk, estetîkê derdixînin pêş
û bi kêlî kêlî, bisebir, heza her demên vê merhalê dijîn.
h)
Neferên estetîk ne li pey aşiqbûnê, li
pey cilwe û erotîzmê ne.
i)
Ev neferên ku nikarin biryaran, bi tena
serê xwe, bi azad bigrin-bistînin, hêsîrên azwerî û ajoyê ye, hîsên wan ê
berpirsyariyê jî tune ye.
j)
Neferên estetîk eger ku bi rewşeke
dijwar re, rû bir û bimînin, dikarin derbasî merhaleya exlaqê anjî oliyê bibin. Ev jî bi biryardayînê
pêk tê.
2.
Merhaleya Hebûnê 2: Exlaq
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê
wekî jêrê dinirxîne:
a)
Di vê merhalê de qala mijarên wekî;
civak, nefer, zewac, dewlet, azadî, gerdûnî
tên kirin.
b)
Nefer li ser hişê xwe ye û haya wî/ê her
tiştî heye. Di nefer de hestên berpirsiyariyê heye. Ev hestên berpirsiyariyê jî
bi du şikla derdikeve holê;
1)
Mirov dikare sînorê “merhaleya olî” derbas neke
û di “merhaleya Exlaqê” de bijî.
2)
Mirov dikare wekî di “merhaleya olî” de be,
bifikire û wekî di “merhaleya exlaqî” de be jî, bijî.
c)
Di vê merhalê de berpirsiyarî û peywir
girtin derdikeve pêş û armanca yekemîn jî bicihbûna wan e.
d)
Divê di vê merhalê de nefer xwe nas
bike, armanc ev e.
e)
Bingeha neferên vê kategoriyê; baş,
nebaş û peywir in.
f)
Xwezanîn esasê vê merhalê ye.
g)
Berpirsiyarî ne ji xweda re, ji civak û
dewletê re ye.
h)
Şûna erotîzmê zewac heye. Nefer li gorî
pergal û exlaqa civakê dijî.
i)
Exlaq, yê kesên ku dikarin “azadî û
hilbijartinê” derxîne holêyê ye.
3.
Merhaleya Hebûnê 3: Olî (Dînî)
Di vê merhaleya hebûnê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê
wekî jêrê dinirxîne:
a)
Ev merhale, dij aqil e.
b)
Mirov vê merhalê, tenê pêy îmanê dikare
şirove bike.
c)
Di vê merhalê de nefer, tenê ji xweda re
berpirsiyar e.
d)
Îman; wateya wê nekeve serê neferan jî,
jiyana neferan şirove û zelal neke jî, dij pergala exlaqa wan be jî, divê nefer
îmanê qebûl bike.
e)
Ti pê danekirina (yaptırım) civakê ya li
ser neferan tune ye.
f)
Nefer bi xweda re, têkiliyan ne pêy
aqil, pêy îmanê datîne. Têkiliyên mirov bi xweda re qut nabe, her didome.
g)
Mirov ji ber fitrata xwe, neçar maye ku
ji xweda dûr bikeve. Ji ber vê yekê jî bi hilbijartinên xwe dîsa neçar e ku
bizivire û bigihîje xweda. Tenê ev rê dikare mirov ji êş û elemê, ji neşadiyê
derxîne.
h)
Hilbijartina neferan: “îman anjî guneh”
e.
i)
Tenê ew neferên ku xwedabawer û xwedî
îman dikare ariya xwe-hebûna xwe ji neşadiyê derxîne.
j)
Mirov senteza dawî-bêdawî,
mayîn-nemayîn,azadî-mecbûriyê ye.
k)
Absûrdî ji têgînên dûr-nêzîk ên di
navbera xweda û neferan de derdikeve.
l)
Îman û absûrdî bi hev re ne.
m)
Nefer her dem li cem xweda ye. Bi vî
hawî nefer ariya xwe temam dike. Nefer xwe “kêm” û “gunehkar” dibîne û ev rewş
di nefer de hestên teslîmiyeta ebedî derdixîne holê.
n)
Îman vecinîqeke paradoksî ye. Nefer
baweriya xwe, tiştên ku dikeve serê wî/ê nayîne, yên nakeve serê wî/ê tîne. Ji
ber vê yekê jî; ji bo ku nefer bigihîje rastiya xwe, ariya xwe, xwedayê xwe,
divê nefer aqlê xwe winda bike.
o)
Îman, di cihê ku mirov aqlê xwe winda
dike de, dest pê dike.
p)
Di vê merhaleyê de êş di asta herî
bilind de ye. Bi dawîbûna êşê re, merhaleya olî jî diqede.
q)
Êş di vê merhalê de ji bo neferan
temînat e.
r)
Neferên tena serê xwe, ji ber ku nikare
xwe îfade bikin, dimînin di nav êşekî bêdawî de. Ji bo ku aqlê wan bi tiştên
giran ve mijûl e, nikarin her tiştî bifikirin.
s)
Neferên êşkêş, rih û giyanên wan bi êşê,
hem paqij dibin hem jî digihîje asteke bilind û arî dibin. Ev jî dibe sedema
biryardayînên-biryarstandinên qatî.
t)
Ji bo gihiştîna îman, divê nefer; êşê,
elemê, e’zayê, bikişîne.
u)
Sedemên êşkişandinê jî, di hemberê xweda
de, xwe gunehkar hîskirin e. Sedemên êşên Hz. Îsa jî, xwe û civakê gunehkar
dîtin e.
v)
Pirsîna rihî- xwepirsîn di vê merhaleyê
de dest pê dike.
Li gorî Kierkegaard mijarên îmanê absûrd û paradoks in. Erka
mirovan; ne zanîna absûrd û paradoksê ye, zanîna, nezanîna absûrd û paradoksê
ye.
4.
Senteza Merhaleyên Hebûnê: Hez
Di vê sentezê de Kîerkegaard, mirov-hebûn-hebûnîzmê wekî
jêrê dinirxîne:
a)
Qada hezê nebe senteza her sê merhaleyan
pêk nayê û bê sentez mirov nikare hebûnîzmê şirove bike.
b)
Nefer ancax bi senteza her sê merhaleyan
dikare “safiya xwe-rastiya xwe-xwe” pêk bîne.
c)
Di merhaleya estetîkê de hez wekî erotîzmê,
wekî heza fizîkî-gewdeyiyê, wekî egoyê-xwepesendiyê; di merhaleya exlaqê de hez
wekî dilsozîyê, wekî erkeke mecbûriyê; di merhaleya olî de jî hez, wekî heza
xweda, wekî fedekariyê tê binavkirin û derdikeve pêş.
d)
Heza erotîk hezeke egoîstî- xweperestî
ye, rastiya kesên li hemberê xwe nas nake.
e)
Heza rastî ya ku kierkegaard behsê dike heza
“hezkirina cîranan” e û ev jî wekî heza “hezkirina xweda” ye.
f)
Çavkaniya hezê ne li vê dinê de ye,
çavkaniya hezê xweda ye.
g)
Heza herî bilind, herî biqîmet heza “hezkirina
xweda” ye û ev jî ji xweda tê. Çare jî ji xweda hezkirin e.
h)
Ji ber ku xweda ji mirovan hez kiriye ew
afirandiye.
i)
Nefer, encax pêşî dikare ji mirovan hez
bike, paşê dikare ji xweda hez bike. Heya ku nefer, ji mirovan hez neke nikare
ji xweda hez bike.
Pirtûk bi pexşên ku mijarên wan ji hev cûda pêk tê, lê belê
bi gelemperî qala van her çar merhaleyan dike. Hûn jî dikarin, van mijaran, bi
berfirehî di vê pirtûkê de bixwînin û bibînin. Ez dikarim bi dilrehetî vê
pirtûkê pêşniyarê we bikim.
Erdal GEZİCİ
Berfa Sor
Gava êş diket li nav canê wê, bi êşê re dikelijiya, kirasê
xemên wê zîval zîvalî dibû. Destên wê yên nermik sist dibûn, qirka wê
diricifiya û sewteke kelogirî jê derdiket. Di çavên wê yên belek de bahozên hov
û şîzofrenî dibariya. Agir bi hestên wê diket û berfa sor diheland. Ew ji kela
êgir bû, babîlîsoka kolanên bajarên biyanî, gewhera li ser gerdena asîmanan bû.
Dualîzma Nietzsche, helbesta Cizîrî bû. Ew ji rengê hunerê bû, dengê setara
Shahram, xemsariya Ciwan, melankoliya Bjôrk bû. Stranên “ Hey yar hey yarî” li
ser lêvên wê kêm nedibû. Ew êş bû, di heman demê de hêstrê dilşahiyê… Yara
şevên reş, rêhevalê bihuştê bû. Rûyê wê gundekî xerabe, çavên wê bihuşta E’den,
lêvên wê rêya kadizê bû. Bi eslê xwe hinareke sor bû.
Şev, di nîvê şevên havînan de, bi yezdanên xwe re dikelimiya
û ji wan; bi diayên pîroz, bi ken, bi girî, bi çoş, bi zanebûn, bi xeyalî,
xofî, neçarî, tenê misqalek aram parsek dikir. Sewt di qirikê de asê dima, biîskeîsk
ji xew ve diçû û dîsa divecinîqî… Hemû ciwantiya wê di van şevan de asê dima û
di wan şevan de bereketa umrê xwe yê
nazik û nazenîn nedidît, sûd jê wernedigirt. Roj, di tava havînê de, ji çavên
wê, kuliyên berfê dibariya; hênik, spî û tenik…
Di van rojan de, keskesor dibû xemla wê, taviya baranê dibû peyvên wê;
şirîn, zelal û efsûnî… Hemû ta’ma jiyanê di bin çermê wê de kom dibû. Dibû diya
av û axê, keça dar û beran.
Eger ku kebokek li ser banê wê daniya, an wê bi tesîra janên
wê fira xwe ji bîr û winda bikira, an wê per û baskên xwe biweşanda û bi sal û
demsalan di cihê xwe de biqariya, an jî wê dîn û har bibûya û di dawiyê, ji êş
û elemê, ji xem û kederê bimira. Hechecik, reşîlek û hemû balindeyên din; li
ser darên spîndaran, li kenarê çeman, di bin ewran de, hertim gazinde û lome,
qarîn û şorindeyên wê dibihîstin.
Li gorî wê,dinya;
xewneke eletewş, dem; berêvar, Jiyan; cendekeke li nav berf î sor, mirov;
dîwareke reş bû. Jiyana wê bi salan, bi van hîsan, dewam kir. Her dem li ser
xaka man û nemanê bû. Dawiyê bi tavê re kelijî û bifûrî çû…
Erdal GEZÎCÎ
5 Nisan 2016 Salı
ji bo Brahîm Golestan
Ji Nu Ve Vejîn
Ayeteke
tarî ye hemû hebûna min
ku te di
xwe de dûbare dike
Wê bibe
sehera ebedî ya ajdan û gulvebûnê.
min di vê
ayetê de ji te re, ax kişand, ax
min di vê
ayetê de tu
Deq da
dar û av û agir
Ger ku jiyan
kolanek
dirêj be ya ku her roj jinek bi zembîla xwe derbas dibe,
Ger ku jiyan
werîsek
be yê ku zilamek xwe ji şaxekî dar de kiribe
Ger ku jiyan zarokek be yê
ku ji dibistanê vedigere,
Ger ku jiyan cixareyek be
yê ku di nav rehaveta du şadbûnê de hatibe vêxistin
An jî
kesekî behitî be ku bi rakirina şewqa xwe, di
rê de derbas dîbe û bi kenekî bêwate ji Kesekî din rê dibêje “beyanîbaş”.
Ger ku
jiyan ew keliya xitimî ya ku awirên min di çavên te yên gemarî de xwe bi perçe
perçe xira dike be,
derxistineke
heye di vê de,
ez ê van
bi heyva xwe û têgihiştina tariya xwe ve gire bidim.
di
odeyekî qasî tenêtiyê de,
dilê min
î qasî eşqê,
bi nemana
gulên xweşikên di guldankan de,
bi wê şitla çinîna te ya bexçe de û
bi hûtûna
qasî paceyekî ya qenaryakî/ê, temaşeyê hêcetên hêsan ên bextewariya xwe dike,
ax…
Ev e ya
dikeve para min.
Ev e ya
dikeve para min.
Ya dikeve
para min, bi daliqandina perdeyê, asîman ji min standin e
Ya dikeve
para min, daketina ji pelpelokekên hatî terikandin e û
di xeribî
û rîzînî de gihiştina tiştinan e.
ya dikeve
para min, di bexçê bîranînê de gerîneke xemgîn e
û mirinek
e, li ber ew dengê xemgîn ên desten te yên dibêje “ji te hez dikim”.
ez destên
xwe di bexçe de diçînim
ez ê şîn
bibim, dizanim, dizanim, dizanim
û wê hechecîk
di kortika tiliyên min ên bi hibir de hêk bike.
ez ê
guharan têxim guhên xwe
ji du gilyazên
sorên cêwî
û ez ê neynûkên
xwe bi pelên beybûnan bixemilînim.
kuçeyek
heye li wir;
şeveke bi
efereya bayê ketî de
Hêj, lawikên
ku ji mi hez dikirin
bi heman
porên tevlî hev, stûyên zirav û lingên sist re
kenên
bêguneh ên keçikek biçûk difikirin.
kuçeyek dilê min
heye
ji taxa zaroktiyê diziye
û wisa ye,
Yek dimire û yek dijî
Tu neçîrvan bîreke jehr û cehimî de nêçira almastan nake.
Ez periyek biçûkî
xemgîn dizanim
Di behrê de dijî
Û dilê xwe di bilûrek textik de
Periyek biçûkî xemgîn
Bişev bi ramûsanekê dimire
Û sibehan bi ramûsanekê ji nû ve jîn dibe
Û dilê xwe di bilûrek textik de
Periyek biçûkî xemgîn
Bişev bi ramûsanekê dimire
Û sibehan bi ramûsanekê ji nû ve jîn dibe
Furuğ Ferruhzad (1935 – 1968)
wergêr: Erdal Gezici
Sarban-Meşa Mirinê
Artemiyevê ku
wê oda tarî û cehimî de rûniştî digot:
-
Celebên
jiyînê gelek in; Dînitî, ehmeqtî, humanîstî û hîçtî yek ji wan e.
Ûstad
Sarban li ser kopîtka erefata Nevaî de bi dengekî jixwe çûyî:
-
Xwelî
li serê wî emrê ku tu carî dest neavitî mirinê, sed hezar carî xwelî li serê wî
emrê ku tu carî negotî: “ heywax! heywax bi wê stêrk û xencerê, bi wê şûr û
demançeyê re, heywax bi wê Çarmixê û bi Aylanî re…”
Artemiyev
bi tesîra vê gotinê nefilîtî û dîsa rabû, ket li ser rêya sorhesinî, rêya zemên
û got:
-
Kûçikekî/ê
bi bayê bezê ji meha Nîsanê tê, bi renge xwe ne reş e, ne zer, ne spî û ne qemer
e jî, Gewr e. Di çavên wî/ê de gemara mirinê, di devê wî /ê de bêhna xwînê…
Dişibe min û dişibe te.
Ûstad
Sarban:
-
Kûçikekî/ê
ji dahûtiyê tê, dişibe min û dişibe te.
Artemiyev
piştî çend gavên derizî gihîşt serê Adarê. Li wê rêya sorhesinî de ket di
çalekê kûr, teng û herî de û bi sewtekî
orînî bi meha Adarê re got:
-
Mirin
tune ye, ên ku dimirin ne ji vê dinê ne; ên ji vê dinê Tişt in an jî kûçik in û
renge wan jî ne reş e, ne zer, ne spî û ne qemer e jî, Gewr in. Tenê gemara
mirinê di çavên wan de, bêhna xwînê di devên wan de heye. Ew hew dimirin, mirin
ji wan re felat e.
Ûstad
Sarban bi dengekî zengarî bi xwe re:
-
Ji
çavên min gû dibarin, ez hetta hettayê niştecihê gû me. Di vê dinê de tene gû
heye, ji bîr neke rêdarê xezebê: “jiyan bermayî ya mirinê ye, ên ku nikarin
bimirin di vê dinê de dijin û hew dikarin bimirin”.
Sarban
rêdarê zeman e, ew dixwaze biçe û bigihîje meha îlonê. Ji ber vê yeke jî, bi
Artemiyev -Artemiyev karakterê di sere wî de ye- re ketiye li ser vê rêyê, li
ser xêza zemên. Meşa wî meşa zemên e. Li ser vê xêzê her der tarî û her tişt rizî
ye. Sarban hêj biryara vê meşe nedayî hertim di tayê de bû lê niha bi vê meşê
xwe baştirîn hîs dike. Dengeke asîmanî jê re heye. Gava diricife ji nişkave
dest diavêje stranekî û heta ku rih ji bedenê bimîne distire. Sibeh û êvar û rengê
dine pê re tune, ew korê her du dinyayan e. Reşahiyê bi laşe wî, çavên wî, dile
wî, rihê wî, fikr û ramanên wî girtiye, ji her derê wî de reşahî zîl dide.
Artemiyev
karakterê wî yê li ser rûyê erdê, hevalê wî yê; tirbê, çalê, heriyê, tirsê û
tenêtiyê ye. Artemiyev di dengê serê wî de ye. Artemiyev hin caran dibe dengê
santûr û setarê, hin caran dibe dengê def û zirnê, hin caran jî dibe denge
çengê û kezeba Sarban ji devê Sarban re derdixîne.
Axaftina bi
fehş û bedbînî hêzê dide Sarban. Piştî vê axaftinê, Sarban di vê meşa mirinê de
gaveke bi qasî sê rojên Tebaxê avêt û ber bi Nîsanê ve çû… (wê bidome, li bende
bin…)
Erdal Gezîcî
2 Mart 2016 Çarşamba
Qêrîna Dînekî
Qêrîna Dînekî
“Di hundirê min kîjan zilam dipeyîve?
Nikarim di heman wextî de hem
ji hişê xwe û hem jî ji bedena xwe derkevim. Ji ber vê yekê nikarim tenê bibim kesek.
Dikarim di heman demî de xwe
wekî hezaran tiştan hîs bikim.
Hostayê mezin zêde nemane.
Nebaşiya vî heyamî a rast ev e.
Rêyên dil, mijan girtine.
Divê em guh bidin dengên
bêfeyde.
Divê vizîna kêzikan têkeve ew
mejiyên ku bi diwarên dibistanan, asfaltên fireh û kanalîzasyonên dirêj ên
reklaman tijî.
Divê em her yek çav û guhên
xwe, bi wan xewnên ku destpêka tiştên
mezin dikin re dagirin.
Divê kesek karîna me ya
çêkirina Pramîdan biqîre. Tu giringiya nekarîna çêkirinê tune, divê em wê
xwestekê zêde
û bilind
bikin.
Û divê em koşeyên rih nerm bikin, wekî çarşefekî bêsinor.
Û divê em koşeyên rih nerm bikin, wekî çarşefekî bêsinor.
Ger hûn bixwazin dinya pêş bikeve, divê em
desten xwe bidin hev. Divê em yên “sax” û yên “nexweş” bikevin nava hev.
Hûn ên sax! wateya saxbûna we çi ye? Hemû
çavên ademîzad li wê çala ku em tê de dihênijin, dinêre.
Azadî bêfeyde ye, eger hûn nekarin di nava
çavên me binerin, bi me re bixwin, vexwin û newêrin bi hev re razên…
Ew kesên dinya anî ber deriye xerabûnê, Ên
“sax” in.
Guhdarbin Ademîzad!
Di nava te de av û agir û paşê xwelî… Û
hestiyên di nav xweliyan…
Hestî û xwelî…
Di nava rastîbûnê de anjî gava ne di xeyalan
de bim, ez li ku me?
Wa ye Peymana min a nû:
Divê şev bi tav be û tebax jî bi berf…
Tiştên mezin dawî dibin, ên biçûk ebedî…
Divê civak heya ku perçe perçe dibin, bila ji nû ve bên cem hev.
Tenê li xwezayê binere, Tu yê bibînî ku çiqas
hêsan e jiyan.
Divê em vegerin ew heyamê ku wextekî em tê de.
Divê em vegerin wê noqteya ku em şaş lê çûyin.
Divê em vegerin makebingeha jiyanê, Hêj me av
şêlî nekirin.
Zilamekî dîn Ji we re bibêje: “ji xwe fedî
bikin” ev der dinyayekî çawa ye?
Yadê, Ew tişta sivik a ku li ser serê te
diziviriya û hingî tu dikeniya ew jî zelal dibû, hewa bûye…”
Andreî
Tarkovsky
Wergêr:
Erdal Gezîcî
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)